Kurdshop - Nirxandina cudahiyên DAIŞê bi derencamên rastîn ên pêlên berê yên terorîzma navdewletî û bi taybet cudayiyên li gel grûpa Elqaîde û grûpên mezhebî-terorîstî yên din ku ‘’Deyvîd Apaport’’ bi derketina rastîn pêla terorîstî-mezhebî ya çarem dizane, zehf destkevtên girîng ên teorî tê de ne ku em dikarin ji vê rêyê ve curê pêlên teorîzmê binasin. Ji vê dîtingehê ve têgihîştina ji desthilatdariya DAIŞê li du biyavên ‘’Îdeolojîk’’ û ‘’Rêkxistinî’’ve cihê dahûrandina ciddî ye.
DAIŞ û nîşaneyên derketina pêla nû ya terorîzmê
Şehrûz Şerîetî (Duktorayê Pêwendiyên Navdewletî)
Bêhnam Wekîlî (Duktorayê Pêwendiyên Navdewletî)
Erselan Qurbanî Şêxnişîn (Duktorayê Pêwendiyên Navdewletî)
Beşa Yekem
Kiryarên nifşa nû ya terorîstên tekfîrî ên Rojhilata Navîn bi awayekî awarte li çarçoveya tundûtîjiya taybet û bi destê DAIŞê tê cîbecîkirin û tevî pêlên din ên terorîzmê nahê berhevdan. Xîmê van tundûtîjiyan li ser bingeha êrîşa Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê di sala 2003’an bo ser Îraqê hat danîn. DYA’ê di bersiva êrîşên terorîstî ên 11’ê Septamberê, şerê li dijî terorîzmê û bi armanca şikandina terorîzmê di hemû dunyayê de ragihand. Bi vê hincetê ku ‘’Sedam Husên’’ xwediyê çeka komkuj e, û piştevaniya grûpên tundajo ên weke ‘’Elqaîde’’yê dike, kete ber êrîşê û Iraq hat dagîrkirin. Piştî vê bûyerê, ji aliyê ‘’Paul Bremer’’ hakimê sivîl ê Îraqê ve, fermana ramalîna Beisiyan hat dayîn û ew jî bûye bingeha xwegirtin û terzek taybet ji terorîzmê. Ji ber ku li gor wê fermanê bi hezaran kes ji endamên navîn ên refên Hizba Beis, wek duktor, endazyar û mamosta û hêzên evlehî ên miaşxor ên rejîma Beis ji kar hatin dûrxistin û sivikatî bi wan hat kirin û zaf ji hêzên sunnemezheb ketine perawêzê. (Mansorr, 2013:8)
Her di vê derheqê de, belavoka Amerîkî ya ‘’Farîn Afêrz’’ di gotarekê de bas ji çawaniya xwegirtina şeklê nû ê terorîzmê kiriye û nivîsaniye: ‘’Her çiqas ku em nikarin rola Sedam Husên û rejîma dîktator a wî di Îraqê de berçav negrin, lê rola bibandor û rasterasttir li pêgihîştina mîlîşyayan, vedigere bo şerê 2003’an û êrîşa hêzên hevalbend bo ser Îraqê bi rêberiya Amerîkayê.
Ew di vê baweriyê de ne êrîşa ku bûye sedema herifandina pêkhateya siyasî a Îraqê, ji ber wê ku pilaneke tekûz û serûber bo piştî herifandinê nebûn, di encam de bûye sedema teyîsandina şerê navxwe. Di rastî de serhildana hikûmetên tayifî li encama siyasetên qirêj û zalimane ên rejîma Beis û siyaseta berjewendîxwazane û şaşiya Amerîka di Îraqê de bû (Helfont and Brill, 201).
Bi vî awayî midehek kurt piştî azadkirina Îraqê, gurûpên terorîstî ên nû li Îraqê serî hildan. ‘’Zerqawî’’ wekî rêberê serekî ê ‘’Elqaîdeya Îraqê’’tundrewekî cîhadî ê Urdonî bû. Li destpêkê de karê xwe bi rêkxistina terorîstî a ‘’Ensar El-Îslamê li Bakûra Îraqê de destpêkir û piştî azadkirina wî welatî di sala 2003’an de, ji gurûpa Ensar El-îslam cuda bû û rêkxistinek taybet bi xwe bi navê ‘’Tewhîd û Cîhad’’ ava kir. Terorkirina ‘’Ayetulla Mihemedbaqir Sedr’’ rêberê rohî ê ‘’Şêvra Bilind a Îslamî di Îraqê de’’, êrîş bo ser balyozxaneya Urdon û balyozxaneya welatên Rojavayî ji girîngtirîn kiryarên terorîstî ên destpêkîn yên wê gurûpê bûn. Zerqawî bi vê propagendeyê ku hêzên Amerîkî bi hevkariya Îranê û hêzên Şîî dixwazin Sunneyan derbixin, karî bala zaf Sunneyên nermrew weke hêzên artêşa Beis û kesên derxistî ji pêkhateya hikûmetî bo aliyê xwe bikişîne û xwe bihêztir bike (Al. jabouri and lensen, 2010;8) ; li salên navbera 2004 - 2006’an gurûpa ‘’Tewhîd û Cehad’’ê çalakiyên terorîstî ên xwe bi rêberiya Zerqawî xurt kirin û hejmarek zêde êrîşên xwekujî encam dan.
Zerqawî li destpêkê de grûpek xweser ji Elqaîdeyê di Îraqê de pêk anî, lê piştî heşt mehan guftigoyê, di septambera 2004’an de serê xwe li hember ‘’Bin laden’’ tewand û çûye bin alaya wî û navê rêkxistina xwe ji Komeleya ‘’tewhîd û Cehad’’ê bo ‘’Elqaîdeya Îraqê’’ guherand. Piştî midehek kurt ‘’Bin Laden’’, Zerqawî kire berpirsê êrîşên Elqaîdeyê di Îraqê de û ew yekgirtin bi pêngavek girîng bona gihîştin bi dewletek rastîn hesiband. (Raphaeli, 2005).
Nav û dengê Elqaîdeyê di Îraqê de bûye sedema wê ku gurûpên tundrew ên din jî tevlî wan bibin. Li 15’ê Çileya 2006’an de pênc gurûpên din bi navên ‘’Ceyş El-Tayife’’, ‘’Elmensûr’’, ‘’Seraya Ensar Eltewhîd’’, ‘’Seraya Îctihad El-îslamî’’ û ‘’Seraya Elxureba’’ ragihandin ku tevlî refên Elqaîdeyê bûne. Ew yekgirtin bi armanca yekîtî û hevahengiya zêdetir bi şoreşa cîhadî û li jêr navê ‘’Meclîsa Şêvra Mucahidîn’’ pêkhat. Li Hezîran 2006’an, piştî kuştina Zerqawî ji aliyê hêzên Amerîkî li Îraqê, ‘’Ebû Hemze Muhacir’’ wekî berpirsê wê gurûpê hat diyarkirin. Mehek şûndatir, Muhacir di daxuyaniyekê de got: ‘’Meclîsa Şêvra Mucahidîn hat hiloşandin û grûpek din bi navê ‘’Dewleta Îslamî a Îraqê’’ bi serokatiya ‘’Ebû Umer Bexdadî’’ pêkhatiye. (2014:3, Zelin)
Ew gurûpa terorîstî li dawiya sala 2006’an de karî bi zêdekirina samana xwe ya aborî heya 720 milyon dolar di salê de û bi piştqahîmkirin bi xweseriya aborî, bibe bi yek ji bihêztirîn ektorê siyasî û çekdarî di Îraqê de û çalakî û êrîşên xwe zêdetir kirin. (Levitt, 2014:10)
Serbarê dijberîkirina hoz û eşîrên Sehwe (Serhildan) li deverên Sunneyan û bi piştewaniya Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê û hêzên deverî, wan dest bi berbirûbûna bi dewleta îslamî re kirin (Fontan, 2009: 157). Wê gurûpê bilez dest bi reforman di pêkhateya xwe de kir. Di yekem gav de, nivîsîngeha sereke a xwe ji bo navtêdan û alozîafirandin û fitneya di navbera Kurd û Ereban de ji bo Mûsilê veguhast. Ew tevgerên ber bi Mûsilê ve, navendîtiya ser ji nû a rêberiyê li pey re bû. Eve di halekê de bû ku wan bi rexnegirtin ji pêkhateya burokratîk a Îraqê, li bangeşe û propagendeyên giştî de, karîn hêzek zêdetir li dewra xwe kom bikin. (Lister,2014:10)
Destpê kirina şerê navxwe yê Sûriyê, şeqara nevbera rêberiya Elqaîdeyê berfirehtir kir. Bi taybet Bexdadî li tekezkirin li ser vê mijarê; ku em guh nadin sînoran, fermana ‘’Eymen El-Zewahirî’’ jî piştguh xist û sînorên vê eniyê bi Elqaîdeyê re zeqtir kirin (Joscelyn, 2013). Piştre ew gurûp bi çûyîna nav panatiya çalakiyên Sûriyê û herweha dagîrkirina zaf deveran di wî welatî û bihevre zeliqandina deverên bin desthilata xwe di Sûriye û Îraqê, li encam de karî di 29’ê Hezîrana 2014’an de, xelafeta îslamî li jêr navê ‘’Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê’’ a naskirî bi DAIŞê rabigehîne û ‘’Ebûbekir El-Bexdadî’’ wekî Xelîfe bi xelkê binasîne. Bi vî awayî em dibînin ku DAIŞê karî bi avakirina pêwendî û hevahengiyên li navbera gurûpên cuda cuda ên terorîstî, ku li arasteya teorîk de ser bi pêlên sê û çar ên terorîzmê bûn, pêlek nû ava bike ku bi nirxandina pêwendiyên vê pêlê bi pêlên din û bi taybetî pêla çarem, em dikarin texmîna serhildana pêlek nû bikin.
Yekgirtina DAIŞê li gel pêla çarem a terorîzma navdewletî
Nirxandina cudahiyên DAIŞê bi derencamên rastîn ên pêlên berê yên terorîzma navdewletî û bi taybet ciyawaziya li gel gurûpa Elqaîde û gurûpên mesebî- terorîstî yên din ku ‘’Deyvîd Apaport’’ bi derketina rastîn a pêla terorîstî- mesebî a çarem dizane, zaf deskevtên girîng ên teorî têde ne ku em dikarin ji vê riyê ve corê pêlên terorîzmê binasin. Ji vê dîtingehê ve têgihîştina ji desthilatdariya DAIŞê li du biyavên ‘’Îdeolojîk’’ û ‘’Rêkxistinî’’ve cihê dahûrandina micid e.
Îdeolojiya ser ji nû zîndîkirî
Li gor eva ku li çarçoveya teoriya totalîtarîzmê de hatiye gotin, îdeolojî yekem make ye ku hewce ye weke mijara hevpar a hizra totalîtarîzm û metoda pêşdeçûna armancan, li pêla pêncem a terorîzma navdewletî de were dîtin. Li vê derheqê de tevgerên totalîter bi tekezkirin li ser ewê ku îdeolojiya wan, xwediyê dîskors û gotinek tekûz û serûber bo gihîştin bi civaka armanî ye, nezma niha bi rijdî dide ber rexneyan û êrîşî ser dike; îdeolojiya DAIŞê jî li du astên ‘’Fendemintalîzma Îslamî’’ û ‘’Beisî’’ jî bo bas û gengeşeyê dibe û hewceyî dahûrandinê ye. Eve di halekê de ye ku tenê asta yekem li çarçoveya pêla çarem yan mesebî, sedema bûyerên terorîstî li teoriya Rapaport de hatiye naskirin. Bi gotinek din; herçiqas ku hizra zal, DAIŞ weke îdeolojiya cîhadî pêk dianî ku reh û rîşala wê vedigeriya ser bîr û hizra ‘’Îbnî Teyimiye’’ û ‘’Mihemed Îbnî Ebdulwehab’’, bi navê selefîxwaziya nû dihat baskirin, lê wan bi raveyek ku ji îslam û olê hebûn, civakek armanî ji bo alîgirên xwe dixemilandin ku ‘’Ji holêrakirin’’ û ‘’dilovan nebûn’’ li hember hemû araste û îdeolojiyan de, encam û berhema vê dîtingehê ye.