Evîn Teyfûr
Naverok, peyam, babet û ramanên çîrokên baş, roleke xwe ya mezin di avakirina zarokan de heye. Lêkolîneke zanistî li ser zêdetirî 300 zarokên di navbera temenên çar û şeş salî de - ango berî ku ew tev li dibistan bibin- hatiye kirin ji bo dîtina bandora çîrokan li ser pêşkêşkirina alîkariyê ji kesên din re û li ser tevger û niyeta alîkariya zarokan. Lêkolînê diyar kir ku ew bi rastî bandoreke erênî li ser zarokan dike û wan bihêztir dike ku alîkariya hawirdora xwe bikin. Ji ber vê yekê jî çîrok di pêşvebirina reftarên erênî û sûdmend di zarokan de roleke girîng dilîzin.
Di serê pêşîn de gava nivîskarek dixwaze ji bo zarokan çîrokekê binivîse, li fikrekê digere. Gava fikir an ramana ku dixwaze li ser binivîse dibîne, babeta cureyê nivîsa xwe destnîşan dike. Paşê nivîskar naveroka çîrokê dinivîse û li pey wê di nava bûyer û karakterên di çîrokê de, peyama ku dixwaze nîşan bide dinivîse. Her wiha heger nivîskar bixwaze çîrokeke gelêrî ji bo zarokan veguhezîne, dinivîse. Di serê pêşîn de, li naverok û ramana çîrokê dihizire. Ji bilî ku çîrokên gelêrî gava ku vediguhezin nivîsandinê, bi heman awayê ku berhevkar guhdarî kiriye dinivîse, lê ji bo zarokan ev yek pêk nayê. Nivîskarê çîrokên zarokan gava pêşîn her tiştê ku dê bi awayekî neyînî bandorê li ser derûniya zarokan bike, di çîrokê de diguhere an jê re dike.
Lê pirs di vir de ew e, heger gava ku nivîskar çi çîrokeke gelêrî an afirînerî ji bo zarokan binivîse û guh nede hîs, raman, hişmendî û xeyalên zarokan, wê çi bibe? Çîroka xwedî fikreke neyînî dikare bandorê li ser kesayetiya zarokan bike ta dawiya temenê wan. Di çîroka "Kal û Sêv"ê de ku me di xebateke xwe ye berê de destnîşan kiriye ku ''Rojekê kal keça xwe binçav dike û dibe şikeftekê û bi xwe re dibêje: Ger ku Sêveke meran hebe çima xelk jê bixwe, ez ê bixwim. Ji ber vê yekê wê dixwaze û pê re dizewice û heft zarokan jê tîne.'' (Ji çîrokeke gelêrî) Di çîrokeke wiha de ku ji bo zaokan tê gotin û bi taybet zarokên keç, neyîniyeke pirr mezin li ser derûniya zarokan dike. Piştî ku zarok çîrokeke wiha guhdarî bike dê bi çi çavî li kesên zilam ên li dora xwe binêre? Bi taybet wê êdî li hember bav û birayên xwe çawa tevbigere. Her wiha dibe ku ev zarok mezin bibe û bûyerên çîrokê ji bîr bike, lê lekeya trawmaya ku bûyerên wê çîrokê li ser derûniya wê kiriye, ji bîr nabe û ev jî dibe sedem ku her tim bi tirs nêzî zilamên li dora xwe bibe.
Dîsa em dikarin li vir heman ji her pênc çîrokên "Ara Zarok" mînakekê bidin. Me berê jî behs kiribû ku bi rêya çîrokê keç tenê azadkirina jiyana xwe bi zewacê dibîne. Di vir de jî, di çîroka Şimik Zêrînê de, keçik her tim li rastî xerabiyên jinbav û keça wê tê, heta dawî ku zilamek ku wê dixwaze û ji zilma wan xelas dike.
"Piştî wê bi heft roj û heft şevan li def zirnê dixin, daweta xwe li dar dixin û heta hetayê bi xweşî pev ra jîyan". (Ara Zarok a 1)
Di dawiya çîrokê de jî Berhevkar divêje: "Ew bi miradên xw şa bûn, hûn jî herin bi miradê xwe şa bibin!" Keç ji destpêka çîrokê ta dawiyê di zilm û zorê de dijî û di dawiyê de bi zewacê tê xelatkirin û ji wê zilim û zorê xilas dibe. Mîraza keçî zewac bû, lê yê zarokê vê çîrokê dixwîne yan guhdarî dike wê çi be? Ji xwe çîrokên wiha bûne sedem ku keç di jiyana xwe tev de bê wate dijîn ta ku bizewicin. Jiyana ku ew dijîn ne jiyan e û bi zewacê re wekî ku nû hatibin jiyanê. Ango tenê mirazên xwe zewac in.
Di çîroka Zerka Zêran (Ara Zarok a 2) de gava ku zarokên refa yekê ya dibistana Miştenûra bajarê Kobaniyê ew xwend, yekser ev pirs kirin; Gelo ma zarok dizewicin û dikarin zarokan bînin? Mirov dikare hirçan bixwaze? Heger ku mirov hirçan bixwazin, zarokên mirov hirç derdikevin? Çawa dayikê dikaribû zarokên xwe têr bikira û çawa bavê wan ew kuştin? Nexwe gava diya min ji mal biçe, wê bavê min, min bikuje?
Dibe ku gava kesekî mezin vê çîrokê bixwînin, ev tişt bala wan nekişîne, lê zarok ne wiha ne. Zarok pir pirsok in û pirsên ecêb dikin. Di vê çîroka Zerka Zêran de jî ewqas bûyerên wiha derbas dibin ku serê zarokan bi pirsan tevlîhev dike. "Tê de Zerka Zêrîn û hevalên xwe rojekê diçin çolê. Piştî ku nên dixwin, Zerka Zêrîn ji hevalên xwe re dibêje ku ez ê hinekî li bin darê razim, heger we karê xwe qedand, min hişyar bikin, em bi hev re biçin mnalê. Hevalên Zerka Zêrîn piştî karên xwe diqedînin wê hişyar nakin û wê tenê li çolê dihêlin. Paşê hirçek tê wê dibe û ji xwe re dixwaze û du zarokên hirç jê çê dibe. Lê pê re birayên Zerka Zêrîn tên wê xelas dikin, ew zarokên xwe li şûna xwe dihêle û gava ku hirç vedigere, dibîne ku diya wan reviyaye, wan dikuje." Gava zarok çîrokên wiha dixwînin û pirsên wiha dikin, mirov şaş dimîne bê ka wê çawa bersiva pirsên wan bide û wan bide qanehkirin.