Kurdîya zazakî bi şeş romanên nû rekorek bi dest xist

Welat Ramînazad

Romana yekemîn a Kurdîya Kurmancî di sala 1935an de Erebê Şemo nivîsiye: Şivanê Kurmanca. Romana pêşî ya Kurdîya Soranî di sala 1959an bi destê Rehîm Qazî hatiye nivîsîn: Pêşmerge. Û romana ewil a Kurdîya Zazakî di sala 2000î de Deniz Gunduz  weşand: Kilama Pepûgî. A rast li ser edebîyata Kurdîya Goranî û Kelhorî tu zanîna min tune ye. Ji ber wê derheqê romanên pêşî yên bi wan zaravayan de nikarim tiştekî bêjim. 

Li Bakur bêîstîsna li ser edebîyata Kurdîya Goranî û Kelhorî ya modern hema hema tu kes tu tiştî nizane. Ji ber wê em dixwazin di Kurdşopê de, li ser edebîyata Kurdî ya Goranî û Kelhorî gotar û nivîs bên weşandin da ku haya me jê çêbe. Çawa ku em edebîyata Kurdîya Goranî û Kelhorî nizanin, ew jî edebîyata Kurdîya Zazakî, ya Kurmancî nizanin herhal. Divê em Kurd edebîyat, sînema, muzîk û qadên xwe yên din bi hev bidin nasîn. Ku ez ne xelet bim, armanca sereke ya Kurdşopê jî heman xem e. Armanca sereke ya vê nivîsa min jî ew e ku bi kurtasî jî be, romannûsîya Kurdîya Zazakî ya herî nû bi Rojhilatî û Başûrîyan bide nasîn.

Zaza xwe wek Kird, Kirmanc, Dimilî; zimanê xwe jî wek Kirdî-Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî pênase dikin.

Li gorî Bîblîyografyaya Kirmanckî (Zazakî) ya Mutlu Canî heta sala 2017an bi tevahî yanzdeh roman bi Kurdîya Zazakî hatine weşandin. Di navbera 2017 û 2022yan de -bi qasî ku ez zanim- pênc an jî şeş roman hatine weşandin, bi Zazakî bi tevahî bîst roman tune ne.

Lê di sala 2023yan de, digel ku sal hêj neqedîyaye, heta îro şeş roman bi Kurdîya Zazakî hatin weşandin. Heya îro cara yekem e ku di salekê de şeş roman bi Kurdîya Zazakî dertên. Ev dîyarde di dîrokê de ji bo edebîyata Kurdîya Zazakî rekorek e.

Di vê nivîsê de ez dixwazim wan şeş romanan bidim nasîn:

1.Demserrê Vîrî (Demsala Bîrê), Newzad Valêrî, weşanxaneya Avesta.

Newzad Valêrî (1975, Çewlig), helbestkar, wêrger û nivîskar e. Hata niha  du kitêbên wî yên helbestê hatin weşandin.  Kitêbeke Sohrab Sepehrî ji Farisî wergerandîya ser Kurdîya Zazakî. Çîrokên gelêrî yên Çewligê berhev kirin û wek kitêb çap kirin. Di mijarên cur bi cur de nivîs û gotarên wî hatin weşandin. Demserê Vîrî, romana wî ya pêşîn e.

Mekanên vê romanê Çewlîg, Dara Hênê, Amed, Stenbol, Berlîn û Hamburg in. Roman li ser têkîlîya pîredayika nêzîkî sed sal emir kirî û nevîyê wê Mirad ava bûye. Di romanê de sûretên guhertinên nifşan hene.

2.Vindîbîyayiş (Wendabûn), Serwet Akkaş, weşanxaneya Roşna.

Ka kerem kin lê binêrin: Li Erdexanê tene gundekî Zazayan heye. Ji wî gundî romannûsek radibe. Ma ev tiştekî super nîn e? Xwezî ji her gundê me ne tenê nivîskarek; çar-pênc nivîskar rabûna.  Çar-pênc nivîskar! Xwezî çîroka 'Êş'ê ya Hesenê Metê bibûya rastî...

Yekane romanûsê me yê Erdexanî Serwet Akkaş (1980) e. Romana wî ya pêşîn “Heyf” di sala 2017 de hat weşandin.  Vîndîbîyayiş romana wî ya duyem e.

Di Vîndîbîyayişê de bi karakterên wekî bav, kur û nevî têkîlîya nifşan tê problematîzekirin. Di dawîyê de em tunebûn û wendabûna nifşekî dibînîn. Ew bes wendabûn û tunebûna wî nifşê malbatekê bi tenê nîn e. Na! Na! Wendabûna parçeyekî neteweyekê ye.

3.Astorê Terqnayeyî (Hespên Silikandî), Maaruf Ataoğlu & Hüseyin Turhallı, weşanxaneya Roşna.

Pêvajoya nivîsîn û weşandina vê romanê gelekî balkêş e. Li gorî melûmatên ku Roşan Lezgîn di bloga xwe de belav kirine Maaruf Ataoğlu, qala serpêhatîyên kalê xwe, meta xwe û dapîra xwe  yên piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd dike. Neviyê wî Hüseyin Turhallı jî wan serpêhatiyan qeyd dike. Paşê jî bi tirkî wek roman dinivîse. Ji bo weşandinê wê romanê ji Roşan Lezgîn re dişîne, ew  jî romanê  werdigirîne ser Kurdîya Zazakî û bi wî hawî diweşîne. Astorê Terqnayeyî romaneke bîyografîk û dokumentarî ye. Tê de tevî serpêhatî û jîyana sê kesan sosyopsikolojiya piştî têkçûna serhildanê heye.

4.Hêvîya Seseron Rocobîyn (Hêvîya Sed Salan Roja Din), Hacî Ozkal, weşanxaneya J&J.

Hacî Ozkal (1957, Pîran-Amed) nivîskar, zimanzan, ferhengsaz û berhevkarê folklorê ye. Hêvî Seseron Rocobîyn, romana wî ya yekem e. Di vê romanê de nivîskar hewlê dide çar nifşan fahm bike: Nifşa kalên wî, ya bavê wî,  ya wî û ya zarokên wî.

5.Gaban de Ju Çê Xawaçur (Di Gêlî De Xanîyek Xawaçur), Hüseyin Ayrılmaz, weşanxaneya Dam.

Hüseyin Ayrılmaz ji Dêrsimê ye. Gaban De Ju Çê Xawaçur romana wî ya pêşî ye. Xawaçur, li Dêrsimê navê gelîyekî ye. Di wî gelîyî de xanîyekî bi tena serê xwe hebûye. Ew xanî ji bo nivîsandina vê romanê ji nivîskar re bûye çirûsk. Berî kolonyalîzm û jenosîda Dêrsimê  jîyana rojane, têkîlîyên civakî, têkîlîya însanan bi xweza, hawirdor û heywanan ve, bawerî, ruh, kultur, civak, coxrafya, xweza çawa bûn? Nivîskar bi vê romanê  hewlê dide ku vê pirsa giran û kûr bibersivîne.

6. Lorika Domanu (Lorika Zarokan), Şahin Çiçek, weşanxaneya Fam.

Ev roman romaneke dîrokî ye. Di fokusa romanê de jenosîda Dêrsimê heye. Di romanê de xwîner bi çavên sê zarokan wehşeta qirkirinê û hewla ji bo jîyanê dibînîn.

Meriv bi kurtasî dikare bêje di van şeş romanan de hêmaya sereke rabirdû ye. Hewla fehmkirina determînîzm û dîyakletîka rabirdûyê, analîz û muhasebekirina wê…

KURDŞOP
882 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!