Mîrata Vegotinê li Kurdistanê – Beşa 1

Yekemîn vegotinên Kurdî ên xwedî nasname ji çîroka dirêj a "Mijara Wîjdan – Meseleyî Wîjdan" a Ehmed Muxtar Caf û  "Di xewna min de – Le Xewma" ya Cemîl Saîb destpê dike û digihêje berhemê nivîskarên wek "Erebê Şemo, Ibrahîm Ehmed, Hisên Arif, Ebdula Serac, Rehîm Qazî û Fetah Emîrî".

Edebiyata Devokî (Vegotinê) li Rojhilata Navîn dîrokek dûr û dirêj heye. Eger em bixwazin bi awayê bingehîn behsa wê bikin, divê li nivîsên kevin ên weke "Efsaneya Dara Holopo, Efsaneya Înana, Gilgamêş" û gelek nivîsên din destpê bikin, ku bandoreke mezin li ser edebiyata gelên navçeyê û gelên din jî kirine. Çavkanî û cihê sereke yê wan çîrokan Mezopotamya ye ku weke hemû gelên cîhanê mafê Kurdan jî têde heye, di nava wan nivîsan de em reftarên civakî û derketina jinan dibînin ku dişibe jiyana mirovên Kurd. Diyare şîrovekirina vê mijarê pêdivî bi derfeteke din heye ku lêkolîn û şîrove li ser bên kirin.

Herwaha hebûna berhemekî wek "Hezar û Yek Şev" li vê erdnîgariyê, bandora xwe li ser tevgera vegotinê ya tevahiya gelên cîhan û navçeyê kiriye û di gelek ji çîrokên folklor ên Kurdî de em dikarin vê bandorê bibînin.

Bandora çîroka Hezar û Yek Şev`ê li ser edebiyata hemû gelên navdar ên cîhanê heye. Ev berhem ji aliyekî ve xezîneyeke dewlemend a hizir û peywendiyên civakî, siyasî, çandî û warên din ê mirovahiyê ye, ji aliyê din awayê vegotina vê çîrokê, derfeteke bo dewlemendkirina vegotinê bi wan zimanên ku ev çîrok tevlî wan bûye û bi devokî hatiye veguhestin.

Bi dehan çîrokên Kurdî hene ku dişibin çîroka "Hezar û Yek Şev"ê, ew jî vê yekê nîşan dide ku Kurdan her ji kevin de hewla vegotina devkî hebûne û çavkaniyên dewlemend ên wê edebiyatê ji nêzîk ve naskirine. Ew naskirin ne tenê tevlî edebiyatê bûye, lê bûye beşek ji zar û zimanê xelkê asayî û devok û edebiyat pê hatiye dewlemend kirin.

Bandora wan vegotinan ewqas mezine ku nivîskarên navdar ên cîhanî wek " Gabriel García Márquez û Jorge Luis Borges" û gelek nivîskarên din gotine ku çîroka "Hezar û Yek Şev" gelek xweş e û bandor li ser nivîsînên wan jî kiriye.  Weke me got; Kurd nêzî vê çavkaniya dewlemend a vegotinê bûn, ew naskirin û weke gelên din ên hişyar, ew şêwaz kire beşek ji jêderên xwe yên zimanî.

Em bandora hunera vegotinê li ser tevahiya çîrok û beytên folkolor ên Kurdî  dibînin. Vî samanê hevbeş bandora xwe li ser folkolora Ewrupa jî danaye û em dikarin vê bandorê di nava berhemên wek çîrok û efsaneyên "Birayên Grîm" û efsaneyên Rûs, Scotland û gelên din de jî bibînin. Weke mînak eger carna em dibînin ku çîrokên gelên cuda dişibin hev du, ew wateya vê yekê ye ku çavkaniyên wan hevbeş in. Weke mînak çîroka "Dêdgune Çarê" ya Kurdî û "Mah Pîşanî" ya Farsî yek çavkaniya wan heye û dibe ku ev hevbeşî û wekhevî di nava  nivîsên din de jî were dîtin.

Bi vê pêşgotinê, ji bilî nivîs (Çîrokên) weke "Mem û Zîn – Şahnameya Kurdî- Emîr Erselan – Yûsif û Zilêyxa- Leyla û Mecnûn" û hin çîrokên din ên devokî ku tevahiya wan ên cîhana berî moderinîteyê ne, di cîhana modern û vegotina nû yên edebî de, Kurd li paş rojava ye, lê hevtayê edebiyata gelên navçeyê ye û milê xwe li mile edebiyata "Fars, Tirk û Ereban" dide.  Niha ew hevtayê hemû wan gelan e û em ê piştre bi berfirehî li ser vê mijarê baxivin.

Hebûna van çîrokên ku me behsa wan kir, nîşan dide ku bi sedan salin Kurdan ezmûna vegotinê heye.

Weke mînak çîroka folkolor a Mem û Zîn, çîrokekî dirêj û bihêze ku gelek rihên çîrokê û teknîka vegotinê û atmosfereke efsûnî tê de ye ku bi sedê salan e ku sîng bi sîng di nava nifşên cuda de bi devoka Kurdan tê vegotin.

Ev çîroka folkolor a dirêj weke romanekê ye. Wate bêhtir ji 150 rûpelan e, hemû taybetmendiyên vegotineke bihêz têde hene. Tevî ku ev çîroka folklor a Kurdî bi sedan salin bi devokî tê veguhestin û vegotin, lê taybetmendiyên vegotina vê serdemê jî têde hene. Belgeya wê yekê jî ew e ku, Mem û Zîn a Xanî ku nêzî 400 salan berî niha hatiye nivîsîn, di bin bandora wan nivêsên edebî de bû. Nivîskarekî xwedî şiyan û jêhatî wek "Roger Lecot Toma" vê nivîsê  werdigerîne, dubare dinivîse û dibêje ew şahkar e.

Tevî ku Mem û Zîn a Ehmed ê Xanî weke menzûmeya helbestan tê dîtin, lê pêwîste di nava edebiyata vegotinê û devokî de jî were şîrovekirin. Hemû taybetmeniyên Romanê têde hene. Ji amadekirin bo vegotinê heta perwerdekirina kesayetî û teknîkên çîrokê wek, paşxistina wateyê, flash bag û … di vê çîrokê de hene. Wate ewqas ku li cem Xanî nazikî û ciwankariya helbestê giring bû, bi qasî wê û zêdetir jî, vegotina têkilî û bûyerên di navbera mirovên Kurd ên ku di wê serdemê de jiyane giring bûye.

Çiqas ku bala xwe daye ser helbest û awaza wê, ewqas jî giringî daye perwerdeya Şexsiyeta Mem wek kesekî xwedî taybetmendiyên bilind û evîndar û Şexsiyeta Beko wek kesekî têkder û neyar ku dijî neteweya xwe hizir dike

Çîrokên din ên folkolor û nivîskî yên Kurdî jî ev taybetmendî hene. Weke mînak berhemên "Xanayê Qubadî" jî ev taybetmendî hene. Lê piştî wê em digêhin demekê ku nasnameya vegotinê ye.

Yekemîn vegotinên Kurdî ên xwedî nasname ji çîroka dirêj a "Mijara Wîjdan – Meseleyî Wîjdan" a Ehmed Muxtar Caf û "Di xewna min de – Le Xewma" ya Cemîl Saîb destpê dike û digihêje berhemê nivîskarên wek "Erebê Şemo, Ibrahîm Ehmed, Hisên Arif, Ebdula Serac, Rehîm Qazî û Fetah Emîrî"

Ji vê gruba ku navê wan hatiye, ezmûna Ehmed Muxtar û Cemîl Saîb tenê wek ezmûna edebî ya vegotinê û hewlên destpêkê tên dîtin. Ji ber ku berî wan çîrok û pexşanên Kurdî pir kêm bûn. Piştî peydabûba rojname û belavokên modern, nivîskarên kurd jî tevgerên nû yên nivîsînê  yên li Rojava nas kirin, hêdî hêdî ew şêwazên nivîsînê jî ketin nava nivîsên Kurdî de.

Dê berdewam bike…

KURDŞOP
646 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!