Keyhan Mihemedînijad
Di nav dîlanên kurdî de serçopî wateyek bi xwe heye yanî kêfxweşiya kurdan nîşan dide û herwisa pêkutana li ser erdê di nav dîlanên kurdî de jî bi wateya hezkirina nîştimanê ye û herwisa felsefeya girtina destê hev a keç û kuran jî nîşaneya mafê beraberî û herwisa wekheviya di navbera jin û mêran de nîşan dide.
Girtina destê hev a keç û kuran: Gelê kurd di nav govendkirinê de yekgirtin û wekheviya jin û mêran nîşan dide. Cih û pêgeha jin ji qedîm zeman ve di nav hizra takê kurd de her hebûye û rêzek taybet ji bo mafê jinan û pêgeha jinan hatiye girtin û ev yeka di nav govendên kurdî de jî, bi rohnî tê xuyakirin û bi rastî ketina milê hev ya jin û mêran felsefeyeke taybet bi xwe heye.
Hawarkirin û qîrandin: Ev hawar û qêjîn gelek watedar e ku di nav dîlanên Kurdî de tê bikaranîn. Hatiye zanîn ku di demên berê de leşkerên kurdan di eniya şer de ber bi pêş ve çûne û deste bi deste çûne meydanên şer û wan hemûyan bi hev re destê hev girtine û hora, qêjîn û hawar kirine û ev yeka jî bûye sedema tirs û xofeke mezin di nav hêzên dijmin de ku rastî şikestê hatine. Niha jî di nav dîlan û govendên kurdî de, ev hawar tê xuyakirin.
Serçopêkêş û binçopî: Tê zanîn ku kesê serçopêkêş rola fermandeyekî dilîze, wek vê ku grûpek di bin desthilata wî de ye ku wê rêkxistin dike û nahêle şepirziyek di nav grûp an leşkerê wî de bê xuyakirin. Hin şarezayê govenda kurdî dibêjin ku serçopêkêş û binçopî felsefeyek din jî heye ku ev jî nîşaneya beramberî û wekheviya tak bi takê grûpê ye, çimkî di nav dîlana kurdî de senter an navendek nîne ku kesek bi ser hemûyan de zal be û hemû bi hev re û di yek astê de têne xuya.
Her çawa ku me di destpêkê de jî behs kir, dîlanên kurdî tijî wate ne û her yekê felsefeyek taybet bi xwe heye, yek ji wan dîlanana Erebanê ye. Dîlana Erebanê vedigere bo serdema êrîşa ereban di serdema Îslamê de bo ser Kurdistanê; dibêjin wan xwastiye kurdan bi zorê bikin bi misilman; di helbesta wê de jî bi rohnî tê xuyakirin û tê de hatiye: “Ereban qir kin qir kin xwîna wan bêdînan fir kin fir kin û hewl bidin neyaran ji war derkin”. Lewma em dibînin ku di wî şerî de ku ereban êrîşî ser kurdan kiriye û kurdan serkeftineke gelek mezin bi dest ve aniye. Wek di nav dîlana wê de jî tê xuya ku sê qedeman diçine pêş, eva jî bi nîşaneya vê ye ku kurd sê qedeman ber bi pêş ve çûne û qedemekê jî ber bi paş ve dizivirin, eva jî bi wateya vê nîne ku şikest xwarine, belkî bi xweveşartin û xwarkirinê dizavirin ku dijmin wan nebîne. Her lewma dîroka wê dawetê vedigere bo serdema êrîşa ereban li ser kurdan.
An jî felsefeya dîlana “Candirme”; ev ji êrîşa împeratoriya osmaniyan ve hatiye. Hatiye zanîn wê demê danûstandinek di navbera aliyên kurdan û osmaniyan de çê dibe û osmanî qewl û sozan didine kurdan ku êrîşî ser Kurdistanê nekin û piştre li ser sozên xwe namînin û êrîşî ser Kurdan dikin.
Min di hevdîtinekê de ji Şehram Hemîdzade, şarezayê dîlana Kurdî ev yeka pirsî û wî daye zanîn: “Bi dîlana Candirme re dîlana “Ser Elbakî” dibêjin ku di navbera bajarê “Agirî û Makûyê” de serî hildaye; tê zanîn ku li serdema êrîşa osmaniya li ser Kurdistanê bûye, Candirme destewajeyeke eskerî ye ji leşkerên tirkan re tê gotin. Candirme ku hatine di nav kurdan de û xwastine malê kurdan dagîr bikin û zilmê ji wan bikin, axa an serokeşîreyên wê demê çûne pêşiya wan û ji wan re bi tirkî gotine, “candirme candirme bîr soz bene qandirme” yanî sozekê bide min ku tu miletê min qetilam nakî ku ez bihêlim tu bêyî wir. Eva bûye ku candirme ti sozek nedaye û gotiye eva axa me ye û we ti desthilatek nîne û wan serokeşîran yan axayan ji xelkê xwe re gotine, êdî zilm û serkut gihaye erşê ezîm û divê em berevaniyê ji axa xwe bikin û bi helbestê wiha gotine, “candirme cilê wan şîn e, kumsor û efendî ne” yanî we her kesek bi wî şêweyê dît, xeyrê me ne û bikujin û nehêlin li welatê me cihgir bin. Serdem û dîroka dîlana Candirme vedigere bo wê serdemê.”