Keyhan Mihemedînijad
Dîlanên kevnar ên kurdî jî beşek ji folklora kurdî ne; Mirov dikare bêje ku hemû tiştên kevnar ên ku civakeke çend milyon kesî wek netewe bide nasîn bi folklorê tê hesibandin. Gelek lêkolerên kurd jî li ser vê baweriyê ne ku hemû tiştên kevnar ku felsefeyek taybet li pişt wan e û nasnameya civakekê ne wek folklorê têne hesibandin.
Di rastî de dîlanên kurdî jî bi sade û bê wate nayêne nasandin, belkî her dîlaneke kurdî felsefeyek li pişt e; min hewil daye ku ez felsefeya hin dîlanên kurdî ji bo we rohn bikim û felsefeya serçopî û binçopî, qîrandin û hawarkirina di nav dîlanên kurdî de, felsefeya girtina destê hev a keç û kuran li deverên bakurê Rojhilatê Kurdistanê eşkere bikim.
Govendên kurdî yek ji ciwantirîn dîlanên Rojhilata Navîn in û bi çendîn dîlanan pêk hatine. Govendên kurdî tijî wate ne. Ev bi ser çendîn çiqan de têne parvekirin ku her yek ji wan dîlanan felsefeyek taybet bi xwe heye. Felsefeya wan jî nîşaneya bûyer û serpêhatiyên gelê kurd e. Yek ji sembol û nîşaneyên hebûna gelê kurd dîlan û govendên kurdî ne. Govend û şahiyên kurdî pir in ji dîrokeke kevnar û di rastî de ev govend ji dîlanên sade û bêreng nehatine afirandin, ev tijî dîrok in.
Hin dîlanên kurdî dîrokeke gelek kevnar hene ku hin ji wan dîroka wan vedigere li ser 2 hezar sal berî niha û gelek jî dîrokeke dûr û dirêj hene û gelek dîroknivîs jî dibêjin dîroka hin dîlanên kurdî vedigere li ser dema ku kurd di Zagrosê de nîştecî bûne. Bo wê belgeyê jî gelek mînak hene, bo mînak li navçeya Kirmaşan, Îlam û Ameda Bakurê Kurdistanê çendîn kevir hene ku li ser wan nexşe hatine resimkirin; kevirê keleha “Elî Keş” li Îlamê heye ku tabloya dawetê li ser hatiye neqişandin ku vedigere bo dewleta madan a kurdî.
Bo dîlanên kurdî çendîn navên taybet yên wek dîlan, şahî, govend, dawet û helperkê û hin navên din jî pê re hatine danîn û di her navçeyeke Kurdistanê de navekî taybet bi xwe heye.
Min di hevdîtinekê de digel Şehram Hemîdzade, yek ji şarezayê dîlana kurdî, civînek pêk anî û min li ser navên dîlanên kurdî pirsek ji wî kir û navbirî daye zanîn: “Ya rastî be, gelek nav ji bo wê hunera kurdî hatine danîn; li deverên ku zaraveyê wan kurmancî ye, jê re gotine dawet, dîlan, govend û şahî. Li deverê ku zaraveyê wan soranî ye, pê re gotine helperkê, zemawend, bezim û gelek navên dinê. Lê bi dîtina min û bi belge ve, baştirîn nav bo wê dawetê eva ye ku jê re bêjin “Çopê”. Çima pê re bêjin “Çopê”? Ji ber ku li her çar parçeyên Kurdistanê tu mêze bikî ger dawetek bi rê ve diçe bi kesê yekem re dibêjin “Çopê” û bi kesê dawî re jî dibêjin “Binê Çopê”, ku wisa ye eva “Çopê” ye. Ev peyva ji ku derê ve hatiye? Di biwêja kurmancî de eger tu kesekî bişînî bo tiştekê û bipirsî çi pê hat? Dibêjin Ço pê. Hatiye zanîn ku demên berê hin kes li dora hev kom bûne û yek ji wan nexuya bûye û kesek şandine pê û kesê yekem ço pê û yê din jî herwisa ço pê û herwisa çendîn kesên dinê bi vî awayî li pey hev çûne heta ku di dawiyê de destê hev girtine û dawet kirine û jê re gotine çopê. Bi soranî jê re dibêjin “Çopî” û Kurmancî jî jê re dibêjin “Çopê”. Lewma ez wisa dizanim ku baştirîn nav bo wê hunera Kurdî “Çopê” ye”.
Li Kurdistanê zêdetir ji 100 cur ji dîlanên kurdî hene ku her navçeyekê çendîn dîlanên taybet bi xwe hene. Di bakurê Rojhilatê Kurdistanê de zêdetir ji 23 dîlan hene ku heta niha jî bi rê ve diçin. Gelek girûpên dîlanê di Kurdistanê de hene ku tevahiya hewila wan parastina wan dîlanên kevnar e.
Dûmahîk heye...