Çawaniya çêkirina peykera Xelata Zarayê

Heya radeyekê hewce bû ku bi formeke abstract li ser fîgûrê kar bê kirin, lê li ber vê ku şêwaza realîstî nabe bo karê peykerê

Kurdshop – Di destpêkê de çend dîzaynek jê re hatin kirin ku nêzî rengûrû û fîgûra Zarayê bin. Bi şîroveyên rêveberên bernameyê form û şêweya peykerê ku pirtûkek di himbêza Zarayê de bû hate hilbijartin.

Herwiha qalibeke taybetî jê re hate çêkirin û piştre jî bi rijandina bironzê, ew peyker ji qalibê derket. Bironzîkirina peykerê, pisporiya taybetî a xwe dixwaze û bi awayekî pirofişinal tê çêkirin.

Di dawiyê de piştî paqijkirin û hilûkirina peykerê, cardin avkariya bironzê hatiye kirin bona ku şewqê bide. Piştre cardin bi ava zêrê hatiye avkarîkirin bo ku ronahîtir be.

Heya radeyekê hewce bû ku bi formeke abstract li ser fîgûrê kar bê kirin, lê li ber vê ku şêwaza realîstî nabe bo karê peykerê, lewra me biryar da ku hindek guherînkariyan di form û fîgorê de bikin û wê staylîze bikin.

Kardo

KURDŞOP
898 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!