Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Kurdşop

Encûmena Çandî û Wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînemaya Kurdistanê, ji bo sînemaya Kurdî kombûnek li dar xist û sê fîlmên nû ji sê derhênerên Merîwanî bi sernavê “3 Dêr ji Belgefîlma Kurdî” ji bo sê fîlmên: 1- Heft Semfoniyay Zagros, derhêner Perwîz Rostemî 2- Kuwêstan, vegotinek jinane ji derhêneriya Rêbwar Mehmûdpûr. 3- Dartaş, derhêner Xelîl Sehragerd, li sînemaya Kurdistanê li Merîwanê bi rê ve çû. Fîlmçêker û derhênerên fîlman û edîtor û edîtorê navdar ê van fîlmane, Tofîq Emanî beşdarî kombûnê bûn. Di vê korrê de destpêkê panêlek bi beşdariya hersê derhêner û edîtorên van fîlman hate lidarxistin û tê de behsa fîlm û rewşa niha ya sînemaya Kurdî kirin; Piştre jî fîlmçêker û derhênerên van fîlman ji aliyê Encumena Çandî û Wêjeyî ya Merîwanê û Birêvebera Sînemaya Kurdistanê Fatêh Badperwa ve hatine xelatkirin. Di dawiyê de fîlm hatine pêşandan.

Li jêrîn em ê kurtasiyeke panêlê bixwînin:

“Perwîz Rostemî” yê fîlçêkerê bi navûbang ê Kurd di beşeke axaftina xwe de got:

vegotina belgefîlman di demên borî de bêtir “realîstî” bûn. Wate ewa ku berdeng di fîlmê de dibîne, her ewa bû ku derhêner an jî kamêramen tomar dikir. Paşê çîrokek bo dinivîsandin û bi “nereyşin” dixistine rex fîlmê û kesê ji temaşevan re digot. Lê niha sînemaya belgefîlm hem ji hêla form û hem jî ji hêla mijarê ve pênaseyeke dinê li cîhanê peyda kiriye. Ger biryar be kesek belgefîlmekê çê bike, bi rastî di hemû warên sînemaya îroyîn a cîhanê de ezmûn û zaniyariya sînemayî û xwendewariya sosyolojîkî hewce ye. Divê bikaribe fîlmekê bi edebiyata sînemayî berhem bîne ku bikare netenê bo berdengê Kurd, belkî bo berdengekê ku Kurd nîne û ji wê aliyê cîhanê ve mijûlê temaşaya fîlmê ye bikarin pêweniyê pê ve çê bikin û ew naveroka ku mebesta te bûye bi başî jê fam bike. Ewa ku bi rastî karkirin di wî warî de hêsan nîne, nemaze di cîhana îroyîn de ku her sal bi hezaran fîlm çi li welat û çi li derve têne çêkirin. Dema em dibînin belgefîlmek Kurdî di nav çar-pênc hezar fîlman de li festîvaleke cîhanî pileya yekem bi dest dixe û xelata derhêneriyê yan jî xelata baştirîn fîlmê dibe; Eva beşek ji karê min wek derhêner an fîlmçêker e. Lê ya ku bala temaşevanan dikişîne, behsa naverok û mijarekê ye ku li erdnîgariyeke wek Kurdistanê şikl girtiye û heye. Wekî pênase, wekî nasnameyeke ku em hemû di warê çandî û ferhengî de pê ve şanaziyê dikin. Lewma jî dema ku fîlmeke Kurdî serkeftinê bi dest dixe yan jî xelatekê dibe, ji sedî pêncî karê fîlmçêker an jî derhêner e; Ji sedî pêncî yê din behsa wê mijarê ye ku em di naveroka fîlmê de dibînin. Em bi serbilindî ve dibînin ku di cîhanê de ew fîlmên ku mijarên wan Kurdî ne û têne pêşandan, rastî pêşwaziyeke zêde tên. Eva pir girîng e ku em îro bikarin bi edebiyata sînemayê re hevnsa bin û bi vê yekê û di cîhana îroyîn de em karibin pirsgirêkên xwe, kêmasiyên ku me hene, xemên civaka Kurdî û gelek mijarên din ên siyasî û civakî behs bikin û bigihînine guhê cîhanê û aliyê kêm bi amûra sînemayê axaftinên xwe bikin.

“Rêbwar Mehmûdpûr” fîlmçêkerê Merîwanî û derhênerê fîlma “Kuwêstan, Gêraneweyekî Jinane” ku tê de behsa pirsgirêka kolberî dike, di beşeke din a panêlê de got:

Mixabin, ez li ser wê bawerê me ku diyardeya kolberiyê zêdetirî wê ku hejariyek aborî be hejariyek çandî ye; Hêvîdar im di zûtirîn dem de were çareserkirin. Tişta ku ji bo min balkêş e û min di fîlmê de behs kiriye, bandora kolberiyê li ser civaka me ye. Tişta ku hewce ye bê gotin ev e ku em van fîlman çê nakin ku biçine nava festîvalan û xelatan bi dest bixin û em xwe cuda bikin. Ez fîlman çê bikim û kolber jî bi heman şêweya nebaş wî karî berdewam bikin û li çiyayan bimînin. Belkî ez bo wê yekê fîlman çê dikim ku bandorê li ser civaka xwe bikim û karê xwe wek hawarekê û pêngavek ji bo tinekirina kolberî li Kurdistanê dibînim. Em Kurd hêjayî kolberiyê nînin û divê rojek were ew kare bo hertimî nemîne û rê ji çewsandina vê beşa civakê ango kolber ji aliyê çînên dewlemend û desthilatdar ve bigrin. Hêvîdar im sînemaya Kurdî berdewam be û ger sînemaya Kurdî berdewam bike gelê me jî berdewam be.

Xelîl Sehragerd yê derhênerê fîlma “Dartaş” di berdewamiya kombûnê de got: “Fîlma min ji xeynî behsa mayîn û ziyanên wan ên li derdora zeviyên mayînan dike, fîlmek jîngehî ye jî. Lê dema ku me paşê serdana wan cihan kir ku me fîlm tê de çê kiribû, darên kevn ên ku jiyana simoreyan bûn, hemû hatibûne birîn û simore jî wir nemabûn. Ewa ji bo min gelek cihê dax û xemgîniyê bû ku çima xelkê min bi vî awayî zirarê bide jîngeh û xwezayê. Hêvîdar im em li xwe binêrin û bi destên xwe welat û jîngeha xwe wêran û kavil nekin.

“Tofîq Emanî” yê fîlmçêker û montêr di beşeke din a kombûnê de got:

Ji bo kesên ku di sînema û çêkirina fîlman de dixebitin, bi taybetî ji bo kesên ku dixwazin werin sînemayê yek tişt bi rastî girîng e; Hûn bi xwe dizanin ku civaka Kurdewarî û Kurdistan bi giştî pir e ji pirsgirêkên civakî, çandî û aborî. Di her qadê de pirsgirêkên me hene. Gelek caran em van ji bo çêkirina fîlman wekî amûr bikar tînin, pir girîng e ku ger em dixwazin li ser pirsgirêkek civakî û çandî ya ku di civaka me de heye bixebitin, em hewl bidin ku tenê tiştên reş nebînin. Werin em hewl bidin ku me di xebata xwe de hevsengiyek hebe. Ez qet alîgirê wê yekê nînim ku wê sînemayê berfireh bikin ku tê tenê rexneya civakî li ser civakê digire. Êdî bila em wê yekê berdewam nekin. Werin em bedewiyan bibînin eva curek bi xwe sînema ye. Lê ger em bixwazin di sînemaya xwe de civakê rexne bikin, bila hevsengiyek hebe, û reş û spî bi hev re wekhev bin. Eva hem dikare bandorek mezintir li temaşevanan bike û hem jî me ji awira daxistî û girtî ya ku dibe ku bikeve nav karê me û temaşevan di hember wê de gard bigire dûr bixin û hem ewa ku em bikarin alavên sînemayê yên ku îro di cîhanê de bi rastî pir bi bandor in û li ser temaşevanan kar bike, em bikarin wê bandorê li ser temaşevanan bikin û xwe baştir bi cîhana derve bidine nasîn. Eger me pirsgirêkeke civakî hebe jî, eva hemû civaka me nîne.

Wekî mînak ku behsa kolberî hate kirin, me dizanîbû ku hewlek heye ku dixwazin Kurdan wek kolber bidine naskirin, ewa pir girîng e ku em werin û li ser mijara kolberî bixebitin ku ew ê ku dixwaze me wek kolber bide naskirin yan wekî hembal bide naskirin, divê tenê li ser wê yekê tekeziyê nekin. Divê em bibin hêviyek û rex wê me komek mirovên xwendewar hene ku ji bo pêşdebirina civakê û jiholêrakirina diyardeya gemar a kolberiyê bixebitin.

Sînemaya Kurdî cihê xwe li cîhanê vekiriye, ez dikarim bibêjime we ku di gelek festîvalên cîhanê de dosyayek cuda û platformek cuda ji bo sînemaya Kurdî hatiye vekirin. Heta di platformekê de ku mirov diçe navnivîsiyê bike û fîlma xwe bişîne, Kurdistan wekî welatekî aniye ku divê mirov hilbijêre û filma we dikare li wir beşdariyê bike. Di gelek festîvalan de beşekê vedikin bi navê Sînemaya Kurdistanê û sînemaya Kurdî û fîlmên Kurdî têne wir û têne pêşandan. Lewma pir girîng e ku em ji vir ve çi bo derveyê welat dişînine.

KURDŞOP
162 Dîtin

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!