# Nav Mane
61 Korrew Koçkirina bikom a xelkê û rihliberan di dema bombebaran û şer û tirsa ji lehiyê û erdhejê û ... hwd. Wek koçkirina xelkê Başûrê Kurdistanê li sala 1991an ji tirsê bombebarana kîmyayî.
62 Kosan Kiwêstan. Zozan. Navê bajarokekî Kurdnişîn bû di navbera bajarê Kût û bajarê Neimaniye ku bi destê hikûmeta Beis Kurd hatin awarekirin û Ereb anîne cihê wan. Kût û Neimaniye jî di serdemên kevn de Kurdnişîn bûn, lê ew jî bi destê hikûmeta Beis hatin erebnişînkirin.
63 Kosar Cihê ku gelek çiya li wir hebin. Navbera çiyayan de.
64 Koşeng Pirjimara şoxûşeng.
65 Kovan Xem. Nerihetî. Êş. Jan. Derd. Kul. Elem. Keser. Azar.
66 Kovar Govar. Belavoka ku heftane yan mehane carekê tê weşandin.
67 Kûran Darê cengelî. Di dema havînê de dema ku ba ji pencereyekê ve derbasî pencereye din dibe û hundir hênik dibe dibêjinê kûran.
68 Kurdan Koma peyva Kurd. Pirjimara peyva Kurd. Kurdgel. Kurdeyl.
69 Kurdemîr Kurdê mîr. Kurê emîr û serok.
70 Kurmanc Kurdên ku bi zaravayê kurmancî diaxifin.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!