| 51 |
Kobîn |
Dîtina her tiştî pêkve. |
| 52 |
Koçber |
Kesê ku neçar dibe mal û halê xwe bi cih bihêle û li cihekî din bijî. Penaber. |
| 53 |
Koçer |
Rewend. Xêlat. Ew êlên ku carina li germiyanê ne û carina li zozanan. |
| 54 |
Kodeng |
Hemû deng pêkve. |
| 55 |
Kojîn |
Navekî nû ye û wateya koma jiyanê dide. Jiyan hemû pêkve. |
| 56 |
Koken |
Çiyaken. Yê ku çiya dikole. Naznavê Ferhadê Lor an Ferhadê Kûhken evîndarê navdar ê Şirînê ye. Dema dirûna gijûgiya ye bo ajalan. |
| 57 |
Kolneder |
Nebez. Nevest. Kesê ku nakeve û berdewam dibe. |
| 58 |
Komara |
Gundek e li herêma Pawe li Kurdistanê. |
| 59 |
Komas |
Navê hozeke Kurd e di navbera Sine û Merîwan û Seqizê ku dibêjine wan, Komasî. |
| 60 |
Koreng |
Koma rengan. Hemû reng pêkve. |