| 41 |
Hemzel |
Leyîzek e ku desteyek xwe ditewînin û desteyeke din jî di ser pişta wan re baz didin. |
| 42 |
Hendrên |
Çiyayekî Başûrê Kurdistanê ye. |
| 43 |
Heprûn |
Hûrhûr. Çiyayê bilind û asê. |
| 44 |
Heras |
Bêhnvedan. Pişû. Wiçan. Wek: Herasî lê hełgirtûm. Werez. Mandî. Bêzar wek: Herasanim. Tirs. Xof. Wek: (Hîç herasêkim lê niye). |
| 45 |
Herde |
Xwarin. Xurek. Çolistan. Deşta ku girên piçûk tê de ne. |
| 46 |
Herdem |
Hertim. Hemû demê. Hemû gavê. |
| 47 |
Herdî |
Çiyayî. |
| 48 |
Herêm |
Derdora gundan ku nayê kêlan û milkê hemûyan e. Melbend. Parêzga. |
| 49 |
Herewez |
Gel. Gelekome. Karê bikom. Zibare. Wek: Dirûna genim û nok û ... hwd. |
| 50 |
Herêz |
Herêze. Firîzû. Firêze. Ferês. Giyayekî xwerisk û dewamdar e ku pelgên wê nazik û dirêj in û çiqên wê jî nazik in ku bi ser erdê de pan dibin û pel davêjin. Li nav zeviyan û baxçe û peravan şîn dibe û derxistina wê zehmet e. |