| 31 |
Kaşok |
Navê çiqeke piçûk a Kurdan e ku di xîvetan de dijiyan û zêdetir li derdora herêma Orfa (Riha)yê jiyan kirine. |
| 32 |
Kawan |
Çiyayê kevirîn. Serê çiya. |
| 33 |
Kawe |
Navê êş û azarekê ye ku bi sedema karkirina zêde dikeve leşê mirov de. |
| 34 |
Kawyan |
Kaweyiyan. Ya Kawe. Çêkiriyê destê Kawe. Giriyan bi dengê nizim. Navê wê alayê ye ku Kaweyê asinger bo şer li dijî Ejdehak hilda. |
| 35 |
Kehî |
Kewî. Kedî. |
| 36 |
Kejo |
Çermspî. Bizina guhreş û gerdensor. |
| 37 |
Keko |
Kekê min. Birayê min. |
| 38 |
Kelar |
Xapûr. Navê bajarokekî ye li rexê Derbendîxanê li Kurdistana Başûr. |
| 39 |
Keleş |
Laşê miriyan. Rind û ciwan. Bedew. Çalak. |
| 40 |
Kelhor |
Kurdên ku bi zaravayê kelkorî diaxifin. |