# Nav Mane
21 Karnas Şareza di kar de. Zana di kar de.
22 Karok Pola. Hesinekî qahîm e ku bi têhna 1400 pileyî tê helandin, û şemşîr û gurz û ... hwd pê têne çêkirin.
23 Karos Karoş. Karas. Giyayekî ye bêhnxweş e.
24 Karox Çiyayekî asê ye wek sûreke mezin, ketiye pişt gundê Botê li Başûrê Kurdistanê û heman kardox e.
25 Karteş Çandin.
26 Karwan Qafile. Mirovê ku gelek çarpê bar kiribin û ber bi cihekî ve diçe.
27 Karzan Kesê ku şahrezayî di karekî de heye.
28 Kaşan Navê gund û eşîrekê ye li Rojhilatê Kurdistanê. Dîtina kesekî/ê bi şopa pêyên wî/ê.
29 Kasnî Cure giyayek e.
30 Kaso Kaşo. Kasî. Navê çiqeke kevn a Kurdan e ku piştî Gotiyan li herêma Kirmaşanê deshilatdarî kirine.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!