Xwarina Tolik di nava Kobanê de

Siltana Eto

 

Werza biharê, werza xêr û bêriye di nava Kobanê de, bi hatina biharê re dayîk û jinên Kobanê dadikevin nava xwezayê û dest bi komkirina pincarên wek: kereng, pîvok , xerdel, xeylok, te'lî û Tolikê dikin û pêra jî dibe cem'ta jinan.

Di nava çanda Kobanê de Tolik xwarineke xwezayî ya bi nav û deng e û xwedî dîrokek pir kevn e, belkî vedigere berî zayînê jî, lê li gorî jinên Kobanê ku dibêjin ji bavê bavan de hebûye,  dayikên me dikelandin, em jî li gel wan fêrbûne, tê zanîn ku zêdetirî sed sal berê ev pincar hebûye.

Kengî derdikeve?

Tolik; pincareke wiha ye ku şîn hatina wê li gorî avhewayê şîn tê, gava ku payîzxêr bibare, wê gavê şîn tê, lê gava ku nebarê wê gavê di dawiya werza zivistanê derdikeve, mezin dibe heya meha nîsanê hêdî hêdî pir hişk dibe.

Awayê wê:

Ev pincar (Tolik) li ser mitekî (çemel) radibe rengê mitê wê kkesî vekirî ye, pêlên wê jî keskî tarî û gilover in, derdora 6-10 cm dirêj dibe. Di destpêkê de tezeye, xweş tê xwarin, tevî hîn nekelandî lê hêdî hêdî pîr dibe.

Beriya ku pîr bibe, çîçekan vedike, ew çîçek dibe tov. Lewra Tolik pincareke bi tov e, ew tov hişk dibe û li şûna xwe diweşe, sala bê dîsa şîn tê, heya hin jin wan tovan radikin û li erdê ku dixwazin direşînin, da ku sala bê derkeve.

Li kur derê şîn tê?

Ji xwe zêdetir Tolik li deverên wek xirêbe (kavil), li ber riyan, mêrg, li derdora malan û cihê xweliya agir jî şîn tê.

Di demên berê de, ji ber ku her tim aborî ne destkeftîbû, ji ber vê yekê gava ku Tolik hebûya, digotin îsal; sala xêrê ye, heya têrî çend rojan dikelandin û dikirin top dixwarin. Gava ku ji kevn heya roja îro, em li awayê amedekirina wê dinêrin bê guman guhertin di pêkhatiyên amedekirina wê de çêbûye.

Awayê yekem:

Di destpêkê de, Tolik nayê komkirin, heya ku demekê mezin dibe.

Bi kêrê tê komkirin.

Ger ku dirêj be, bi kêrê sera qut dikin, lê ger li erdê belav bibe, ji kokê ve radikin.

Pişt re paqij dikin û pelên zer û yên xerab e davêjin, vê carê tên bi sê çar avan di legenê de dişûn.

Piştî wê dikin gurz, hûr dikin.

Didin ser agir hinek avê dixin û hinek jî dew dixin, pêre jî xwê li ser direşîne, derdora 10-15 heya ku dikele.

Datînin da ku sar û avê jê here pişt re diguvaşin vê carê .

Pêkhatiyên wê ku Rûnî hîz, xwê, îsotê sor yên hûr di navhev de diqewirînin û li ser Tolikê werdikin an wê dixin nav.

Dikin sînekê û li ber dewekî dixwin.

Lê li hin gundan ji hev cuda dibe, Ji ber ku êdî rûnê hîz kêm tê dîtin.

Niha pîvaz sor dikin û tevî xwê, îsot û macî (ava mirîşkê) dixin û hin jî hêkan dixin.

Çima biharê bajarî serdana gundan dikin

Di werza biharê de li gundan xweş xwarinê xwezayî derdikevin, vê carê bajarî serdana gundan dikin da ku Tolikê bixwin, heya li hev du agahdar dikin ku Tolikê ji hev re rakin. Wek kesek ji bajêr biçe gund, vegere yekser dibêjin Ka te Tolik ji me re nanî? Li bajaran jî ji ber ku tuneye, li sûkan etar Tolikê difiroşin.

Jineke kobanî dibêje:

"Me Tolik bi dew dikeland, rengê wê vedibû û pir xweş dibe, pişt re me rûnê hîz diqewirand û hinek xwê û îsot li ser werdikir ê heb hebî dibe".

Sûdê wê

Sûdeke mezin li tendirustî û bedena mirovan dike ji aliyên wek:

Pergala bêhnvedanê

Sûd li rûyê mirovan

Nexweşiya şekir û hwd.

KURDŞOP
195 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!