Siyaçemane; awazek kevn û dîrokî ya netewa Kurd

Çiro Hewramî

 

Siyaçemane şêwazek ji strana resen a Hewramanê ye û kûrahiyek mezin di dîroka hunerî ya netewa me de heye û dîroke dûr û dirêj heye. Siyaçemane beşek zîndî ji nasnameya Hewraman û Hewramiyan e.

Di derbarê Siyaçemane de çend dîtingehek heye ku em ê di berdewamiya vê gotarê de îşareyê pê bikin û behsa Siyaçemane û dîroka wê bikin.

Hinek dîroknivîs û şareza dibêjin peyva “Siyaçemane” ji serdema Mîtrayîzm ve hatiye û li navçya Hewramanê belav bûye. Di serdema Mîtrayîzm de hindek “Mox” hebûn ku reşpoş bûn û ji xelkê dinê dihatine cudakirin, sedema cudakirinê wekî haleta qatî ya niha bûye û ew “Mox” yan ew reşpoşane bi “Siyacamêgan” navdar bûn, ev Moxane sirûda taybet bi xwe hebûne wekî deqên olî ku raz û niyazên xwe bi awayekî awaz anîne ziman û ev şêwe derbirîn û awaze navûbanga xwe bi şêweya taybet a Siyacamêgan derkir, bi wateya awaza reşpoşan û Siyaçemane heman kurtkiriya Siyacamêgan e.

Dîtingehek dinê derbarê Siyaçemane heye û ew kesên ku ev dîtingehe hene dibêjin, Siyaçemane peyvek resen a Hewramî ye û ji evîndariya keç û kurekê ve hatiye û tê wateya çavreşbûna kesekê.

Siyaçemane dîrokek gelek kevn heye û şareza û dîroknivîs dibêjin ku dîroka Siyaçemane vedigere bo serdemên beriya dîroka nivîskî. Siyaçemane taybet bi Hewramanê ye û tenê jî li wir hatiye çirîn. Pêka deqa Avêstayê, Hewramana mezin wate ji Lorsitanê ve heta Mûsilê, Siyaçemane hatiye çirîn. Bi taybetî li Hewramana niha (Hewramana Text û Lehon) çirtir bûye û sedema wê ku Siyaçemane di wir de çirtir bûye ewa ye ku navenda wê li wir bûye, çimkî eger em zêdetir ji dîrokê hûr bibin, herdu olên Mîtrayî û Mezda Yesna li navçeya Hewramana mezin serî hildane û perestingehên wan ên olî li wir bûne. Ev erdnîgariya ku me behsa wê kir şûna jidayîkbûn û çirîna Siyaçemaneyê bûye.

Siyaçemane wekî wêjeya navçeyên din ên Kurdistanê nekariye erdnîgariya xwe berfireh bike û di her beşeke erdnîgariya Kurdistanê de şêweya strangotina taybet bi xwe heye û wan jî her wekî Siyaçemane berfireh nebûne û her yên navçeya xwe bûne. Sedema wê jî ku nekarîne erdnîgariya xwe berfireh bikin, dagîrkerên Kurdistanê bûne ku hemû demekê hewl dane astengiyan çê bikin û ew awazane bêne helandin, her lewma mixabin ev awazane ti demekê nekarîne bibine awazeke nîştimanî.

Siyaçemane û helbestên wê zêderehendî ne û çendîn beşên cuda ji xwe digirin. Di nav Siyaçemane de zêdetir nîştimanperwerî, evîndarî, urf û tesewûf tê bihstin û herwisa Siyaçemane bo sirûştê jî çirîne û ev Siyaçemanane wê yekê îsbat dikin ku Kurd neteweyek bûye ku ji sirûştê netirsiyaye û eva di deqa helbestên Siyaçemaneyê de tê hestpêkirin û herwisa cihê behskirinê ye ku Siyaçemane zêdetir ji heştê bezmên wê hene.

Rengvedana îrfanî di siyaçemaneyê de tiştek e ku hemû kesek dikare bibîne û hestê pê bike. Dema ku mirov diçe nava naveroka helbestên Siyaçemane, peyama ku tê vegotin tijî ji hizrkirina Yezdanî ye.

Siyaçemane wekî wêjeya devkî bandorek zêde li ser wêjeya nivîskî hebûye, bi taybetî helbestên piştî Mewlewî û gelek helbestvan û nivîskar di warê wêjeyê de sûd ji Siyaçemane wergirtine.

Ew çîrokên ku di nav Siyaçemaneyê de têne gotin, behsa dîrokek kevn a ustûreyî dikin û paşê tevlî efsaneyê dibin, çimkî wan vegotinan mezintir dikin.

Siyaçemane bi bê amûrên muzîkê tê gotin û Siyaçemanebêj ku wê awazê diçirin, dengê wan di çiyayekê de wekî kevekê tê bihîstin.

Lê mixabin ew awaza kevn û dîrokî ku beşek e ji nasnameya netewa Kurd, niha gefa jinavçûnê li ser e. Afirînerên Siyaçemane û Siyaçemanebêj li gorî derbasbûyî kêm in û sedema wê jî vedigere bo kalbûna wan afirînerane.

KURDŞOP
332 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!