Ji bîreweriya Kurdan stranên gelêrî

Êlan Mihemed

 

Di nava folklor, çand û gelnasiya Kurdan de bi sedan kereste û xezîneya bi xêr û bi bereket li benda berhevkarî û deşîresyonê ne. Yek ji wan cureya herî bikarhêner û navdar stranên gelêrî ne ku bi wan stranan Kurdan bo hezaran salan pey derbirîn, êş, qehr, ken û kêfxweşiyên xwe anîne ziman e.

Di wêjeya Kurdî de peyva ''Stran'' ji strînê hatiye wergirtin. Strîn ji bo gotinên bi rîtim û selîqe û meqam re tê gotin. Herwiha çi gava ku em dibêjin stran, ew bi wê wateyê tê ku wan hemû beşên away-muzîkî ji xwe digire wek; lawje, lawik, şeşbendî, narînk, serê zava, miqam, kilam, peste, heyranok, payîzok, berîte, dîlok, dûrik, zêmar, laylayê, serîlêk, delêl, medîhe, qewlêrk û hwd. Her cureyek ji wan stranan ku wateya stranên gelêrî dide, dibe ku li her devereke Kurdan bi cureyek an jî bi awayek taybet were gotin.

Li gorî piraniya nerîna di qada wêjeyî de ji destpêka mirovahiyê ve cara pêşîn bi helbestê dest bûye, ango berhema yekemîn ya wêjeyî helbest e. îcar li cem Kurdan jî hîna ji kevin ve bi hezaran salan gelek peyvên helbestên ji devên zarbêj û dengbêjan ji nifşekî bo nifşekî hatine veguhetin û têne gotin. Ew helbet bi formên epîk û lîrîk ên stranî û hem jî bi formên helbestên olî û mezhebî yên mîna êzîd, elewî, yarsanî, ehlê heq û hwd têne vegotin.

Parastina stranên Kurdî yên gelêrî, tê wateya parastina çand, wêje û hebûna gelê Kurd. Gava ku mirov li stranên Kurdî guhdarî dibe, bi baldarî û xweşikahî têdigihêje ku peyvên wan stranan ne tenê ji bo dilxweşiya guhê mirovan e, lê belê peyvên wan stranan deşîfra kok, ziman, dîrok, çand û hebûna gelê Kurd jî dide û dibe qada gelek lêkolînên zanistî.

Taybetmendiyên stranên gelêrî yên Kurdî:

Peyv, qalib û gotinên wê hindik, rindik, sivik e û şahîk in.

Di stranên Kurdî kêş (wezin) û serwa (qafiye) heye. Kêş sîstema birîtimkirin û hemangenkirina peyv û malikan e.

Di stranên Kurdî kilît heye, ku jê re tê gotin kêlîta vekirina stranê. Ji xwe ev yek di zimanê mûzîkê de jî heye. Kilîta pêşîn di her rêzikekê de dubare dibe.

Naveroka wê li gorî rewşa civakî, çandî û ayînî dikare biguhere.

Naveroka stranên gelêrî yên Kurdî:  

Stran, dîmen û cewherê xwediyê çanda xwe dide der, ancax bi rêya stranan mirov dikare çand û navaeroka gelekî nas bike. Gava ku ev dîmena me gotî were vekolînkirin, cewhera wî gelî xwe dide der. bingeh û rihê strana gelêrî jî erdnîgarî û koka Kurdistanê bi kitekitên wê bi me dide nasîn, em pir bi hêsanî çiya, deşt, newal, kanî, robar, dar, kulîl û her cure xweşikahiya Kurdistanê dibînin. Di stranên gelêrî de ji jiyana rojane, rabûn û rûnişkandin,  xwarin û vexwarin, ji karên sibê heta êvarê, ji havînan heta zivistanan, ji koçberî heta sewadariyê, jiyana gundan, çi samanên çandî yên madî û manewî, hemû bi hev re û di stranên gelêrî yên Kurdî de xwe didin der.

Çavkaniya herî sereke ya folklor û wêjeya devokî stran e. stran dendik û hewesa ruhiyeta gel e. Mirov dikare tenê bi rêya stranekê hilm û xweşiya gelekî bibîne û di nava wê de noq bibe. Gelek peyv, biwêj û gotinên ku li ber mirinê dikare bi rêya stranekê were zindîkiri û parastin. Stranên Kurdî bi şêwazeke wiha hatine hûnadin ku mirov dikare di zûtirîn de jiber bike û bêje. Lewma jî her tim Kurdan li ber stanên xwe yên folklorî der, êş û elemên xwe gotine û ji nifşan heta nifşan bi sedên salan dewam kiriye û bûye milkê gelê Kurd. Her wiha divê mirov amaje bi vê yekê bike ku ji ber bêdesthiladarî û xwedîtiya kurdan bi sedan stranên Kurdan ji aliyê dagirkeran ve hatine dizîn û kirine milkê xwe. 

KURDŞOP
407 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!