Çêkirina Kilê Sibhanî li cem jinên Kurdan

Siltana Eto

 

Di nav çand û folklora Kurdan de gelek awa û alavên xwe çêkirinê hene ku bedewiya jinên Kurdan didin xuya kirin. Serbarê cil û bergên xweşik, awayê hûnandina porê û hwd, kilê sibhanî jî xwedî çandeke kevn e di nava Kurdan de û ew jî yek ji wan alavan e ku jina Kurd ji bo nexşandina xwe bikartîne da ku hîn bedewtir xuya bike. Kilê sibhanî piranî di şahî û ahengan de dihat bikaranîn û çavên derdorê dikişande ser xwe, di heman demê de sûdeke taybet bi xwe jî hebû ji bo çavan.

Ka em bi hev re binêrin kilê sibhanî çi ye û jinên Kurdan çawa çêdikirin. Kilê sibhanî wek kevirekî reş tê dîtin, lê hin dibêjin ku rengê wê bi xwe zîvî ye û tê bikaranîn ji bo mezin û xweşikirina çavan. Kilê sibhanî xwedî  dîrokeke kevn e ku zêdetir li deverên wek Rojhilata Navîn, Bakûrê Efrîqa û Başûrê Asya tê dîtin. Lê hin dibêjin ku li Hecê cihekî taybet heye ji wê derê tînin. Hîn jî dibêjin dema ku xweda bangî Hz. Mihemed dike ku li ser çiyayekî wî bibîne, wê demê ronahî dide wî çiyayî û ew çiya reş dibe û kil ji wir tê. Lê dîroka wê vedigere bo serdema Bironêzî de, derdora salên 3500 b.z. Herwiha yek ji wan şaristaniyên ku di aliyê çêkirin û berhemanîna kil de navdar e, bêguman serdemê Fîr’ewinan ango Misriyên kevin e. Ji xwe diyar e gava ku em li dîroka wan dinêrin, zilam û bi taybetî jinên wî serdemê wek Nefertiti, Cleopatra û hwd, di çavên wan de kil xuya dike. Misriyan ne tenê ji bo bedewî, belkî zêdetir wek derman jî bi kar dianîn. Ji bo ku kil çavan ji tîrêjên rojê diparêze.

Bi vî awayî kil berbelav bû li welatên wek Yewnan, Roma, Hind û Îslamê de, ji xwe di serdema Îslamê de Hz, Mihemed bi xwe kil dikire çavên xwe, ku di pirtûkan de diyar bûye HZ, Mihemed çavê xwe yê rastê sê caran û yê çepê du caran kil dikir. Herwiha beriya razanê jinên Kurd kil dikirin çavên xwe, ji bo ku bandora wê liser bedewiya çavên wan bêtir be.

Bi awayek gelemperî kil yan ji etaran dihat kirîn, yan jî kesên ku diçûne hecê bixwe re dianîn. Lê wê demê jina Kurd li mala xwe û bi destê xwe çêdikir. Herwiha li gor her herêmekê, awa û şêwaza çêkirina kilê cuda bû. Ku ji wan awayan pêktê:

 

Awayê yekem

Di destpêkê de wî kevirî hûr dikin, lê ji ber ku kevir e û pir hûr nabe, Piştre li ser sêlekê (ew tiştê ku nanê tîrê li ser dibiraştin) an birûşekê de datînin, vê carê kasek zeyta zeytûnan, gûzek an dû (piştî gûz tê şikandin, hundirê wê dikine nav kevir) hin hebên genim û herî dawî hinek kuncî jî dikine nava wî kevirî. Piştre bi tiştekî serê wê digirin û didine ser agir, derdora xulekekê agir pê dikeve, bi wî agirî ew zeyt bi pênc an deh xulekan tê şewtandin û agir vedimire. Dema ku agir vedimire, li benda sarbûna wê dimînin û Jina Kurd vê carê bi kevirekî careke din hûr dike, ango zeyt, genim, kuncî û gûz di nava kevir de tên şewtandin. Ji ber vê yekê wek kevir xuya dike. Vê carê rengê wê tê guhertin û wek xwelî dibe. Ya herî dawî jî da ku bêtir hûr bibe bi şeara reş (di dema berê de şaera reş hebû) derbas dikirin, ger şear tune ba bi cawekî (qumaş) tenik re derbas dikirin û dikin kildankê )Ew cihê ku kilê tê dikin).

Awayê duyem

Di destpêkê de ev kevir bêy ku hûr bikirana tevî dendikek xurme, heft heb genim û ceh dikirine nava girikek nanê tîrê û davêtin nava agir. Piştî ku kirik dibraşt vê carê derdixistin û ni kevirekî hûr dikirin, piştre di hinek  zeyta zeytûnê de dişewitandin. Vê carê di şearê re derbas dikirin, ger ku mîldan tune be, wê demê dikirin pîstik (caweke ku wek çargoşe didrûn, di hundirê wî de parçeyek kîs dixinê da ku kil li caw negere û hinekî dirêj dikin). Piştre kirbitekî agir serik dişewitînin dikine nava kil û ew cawê zêde lê digerînin.

Awayê din

Zerikê hêk, xwê, tenî, rûnê Erebî û şeb, ev hemû di çêkirina kil de dihatin bikar anîn. Lê her kesek li gor xwe wan tiştan bikar tînin. Bo mînak hin kesên ku hesasî di çavê wan de heye, zerikê hêkê naxin nava pêkhateyên kila xwe.

Sûdên bikaranîna kilê Sibhanî

Ji bo xweşkirin û mezinkirina çavan.

Ji bo kesên temen mezin ku çavên wan diêşin, dibe alîkar.

Dema ku zarok nû ji dayîk dibûn, çavên wan sor in, ji bo ku reş û mezin bibin kil li çavên wan dixistin.

Dema ku navika zarokan dikeve an diwerima, kil dikirinê.

Weke kevneşopî an bawerî bû ku dema şîn an taziye heba, kil nedihat bikar anîn. Di heman demê de li gor ezmûnên wan Hatiye naskirin ku çêkirina kil li hin malan nayê ango dema ku kil li mala xwe çêdikirin, an beleyek an miriyek an xezebek bi ser wan de dihat. Ji ber vê yekê diçûn li gel heval û cîranan kilê xwe çêdikirin. Hêjayî bîrxistinê ye ku di van deman de pir kêm jinên Kurd kilê sibhanî li mala xwe çêdikin, di niha de kil wek pênûs li sûkan tê firotin, lê cudahiyek zêde di navbera kilê bazarê û kila ku li malan dihat çêkirin heye. Kilê bazarê wek boyaxekê ye tu çawa dişoyî yekser jê diçe, lêbelê kilê sibhanî ji ber ku resen û esile, zû jê naçe û komek sûdên xwe jî hene.

KURDŞOP
425 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!