Jin ji aliyê Pozîtîv û negatîv di kultûra Kurdan de - beşa 3yem

Evîn Teyfûr

 

Beşa duyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Her çendî di destpêkê de bi awayakî negatîv me li vê mijra xwe nihêrî be û behsa neyîniyên fikir û ramanên di çîrok û kultûra Kurdan ên li hemberî jinê kiribe, lê em înkar nakin ku Kurd xwedî paşxaneyeke mezin û tûrê Şaristaniyên ku di seran serên dem û sedsalan bi ser Kurdan de hatine pêkanîn.

Kurd di her dem û wextê de ji dîrokên kevin de, rastî zilim, zor, tinekirin, qirkirin û zindankirina zarok û jinên xwe hatine. Bi sedan caran û heta mirov dikare bibêje ku bi hezaran caran jî Kurd di wan şer û pevçûnan de rastî wendakirina kultûra xwe hatine. Pirtûkxaneyên wan, dibistanên wan hatin şewtandin. Dijmin û xelkên li dora wan gelek ji kultûra wan wek destan, çîrok, stran, lîstok, gotinên pêşiyan, mamik û lorîkên wan birine û li gorî Çanda xwe gotine û nema dibêjin ku ew ên Kurdan û kultûra wan bûne. Wate ji van gotinan em têdighêjin ku Kurd ji ber rewşên ku tê re derbasbûne, herwisa wek me behs kir li sernaserê cîhanê koçber bûne û zilm û zorî dîtine, lewma dibe ku pişkekê ji ber wan sedeman be ku di gotinên xwe de carna bi awayekî neyînî li jinê nihêrîne. Lê vê yekê nehiştiye ku ewqas Kurd bi kultûr û Çanda derdora xwe bandor bibe û dev ji ya xwe berdin.

Kurdan hem di wêjeya xwe ya devikî û hem jî ya nivîskî de hewl dane ku hinekî ji mafê jinê biparêzin û wê bi hêz û xwedî cesaret nîşan bidin. Kurdan di her dem û qada xwe de mohra jinê ragirtine. Gava mirov bi taybetî û bi awayekî berfireh li çand û kultûra Kurdan dinêre, bi awayekî balkêş dibîne ku Kurdan di dîroka xwe de rûmeteke pir mezin dane jinên xwe û nav û gotinên hêja li wan kiriye û di jiyana komelî de ew kirine xwedî roleke giranbiha, qedirbilind û xwedî cihên mezin di nava civakê de.

Her çendî ku di gotinên pêşiyan, çîrok û destan hene ku tê de cihê jinê û jinê kêm dibînin, her wiha di gelek ji wan gotin û çîrokan de jî pesna jinê didin û qedrê wan digrin. Ji wan gotinan ev gotinên pêşiyan hene:

- Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.

- Kî jinê wîne ser jinê, xêrê nebîne ji dinê .

- Mêr hene mêrik hene ,jin hene jinik hene.

- Mal li ser destê jinan tê çêkirin

- Yê ku ji jina xwe natirse, ne tu mêr e.

Ji bilî gotinên pêşiyan, gelek çîrokên gelêrî û destan jî hene ku tê de pesna jinê tê dayîn û tê de, pêşketin, hêz û zanîna jinê tê diyarkirin. Ji wan çîrokan, çîroka “Hebhenarê” heye ku tê de keçeke xwedî hêz, zana, bi rûmet û xwedî aqilmendî tê nîşandan. Her wiha çîroka “Şengê û Pengê” heye ku zanîn û cesareta dayikê tê nîşandan. Di wan çîrokan de timî hezkirin û dilovaniya dayikê ya li hember zarokên xwe dihat nîşandan. Bizinê diya Şengê û Pengê timî şîret li zarokên xwe dikir û haya wan ji wan hebe û di pey wê re deriyê malê ji kesî re venekin, lê gava bizin ji nêçîrê tê û dibîne ku rovî Şengê û pengê xwariye, bê tirs û bi cesaret diçe zikê rovî diqelêşe û şengê û pengê jê derdixe, wan hembêz dike û şîretan li wan dike ku careke din baweriyên xwe bi tu kesî nekin.

 Ji bilî van çîrokan, helbet bi dehan çîrok û gotinên din ên pêşiyan di nava kultûra Kurdan de heye. Kurdan di seranserê dîrokê de jin wek xwedewandan dîtine û navên pîroz li wan kirine.

Navên jinên ku di serdema antîk û ji berî wê demê de, di nav kom û civakên Kurdan de dihatin bikaranîn, navên yekiteyî yên weke “Zîn, Bes, Raw, Tum, Zel, Hen, Zêz, Zêw, Meyr, Kej, Cûn, Nar, Gust, Gar û hwd. Herwiha di her dem û qada jiyanê de mirov bandora afirîneriya jinên Kurd ku ew kelepor çavik bi çavik hunandine dibîne.

  Bi riya jinê çanda Kurdî hatiye parastin û ji bo zarokan bi awayekî devikî û bi fêrkirin derbasî nifşan bûye. Bi jinê zimanê Kurdî bi riya gotina serpêhatî, dengbêjî, destan, lorîk, stran, nifir, dua, lîstok, mamik, çîrok, helbest, gotinên pêşiyan hatiye parastin. Her wiha fêrbûna alavên wek tevin, teşî, meşk, destar, cûnî û hwd hînî nifşên dîtir kirine.

KURDŞOP
679 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!