Girîngiya hespan li bal Kurdan

Mîdya Kenan

 

Ji bo Kurdan hesp tê çi wateyê ?

Hespên Kurdan bi esîlbûna xwe tên naskirin, wekî hevalên siwaran tên hesbandin. Hesp her wekî tê zanîn serkeftinê, wêrekiyê û camêriyê di xwe de dihewîne, ew di her wextê de li gel siwarê xwe amade dibe û jê hez dike û pê hîs dike. Ji xwe Kurd gelek cureyên hespan xwedî dikin; hespê Kihêl jî ji wan cûreyên hespan yên herî giran e li  ber dilê Kurdan.

Mêr an jina Kurd ji hespê xwe hez dike, qîmeteke mezin didin hespên xwe ,wî nawestîn in û bi qamçiyan lê nadin îcar li hemberî vê yekê hesp jî li gorî xwediyê xwe tev digere.

Taybetmendiyeke hespan heye, ew jî ew e ku xwedan hestekî pir kûr e her tiştê di dilê siwarê xwe de dizane, li kêlek wê divê ku siwarê wî jî camêr û mîrxas be.

Hesp di demên berê de li șûna erebeyên demên niha bû û mirov dikare bêje hîn jê xurtir bû, Xelkê kar û îșên xwe hemû bi riya hespan dikirin. Hespên berê jiyana mirovan hêsan û lez kiriye, herwiha hesp bi lezbûna xwe navdar e. Tenê bi çavê ajalekî li hespê nedihat mêzekirin ew bi rastî hevalê siwarê xwe dihat dîtin.

Li gor tê gotin dema ku mirov berê diçû şahî an şînan, hesp timî berbiçav bû ji xwe di dawetên Kurdan de ji vexwendiyan re digotin "Siwarên Bûkê", mêrên Kurdan di şahî û dawetan de xwe li ser piştê hespê xwe yê xemilandî nîşan didan. Bo mînak bavê bûkê wek xelat hespek pêșkêș dikir ji ber ku hesp bi nirx e û li aliyekî din ev wek qîmet dayînek mezin e ji kesê ku hesp pêșkêșî wî dibe.

Li aliyekî din dema ku kesek dimiriya hespê wî li pey cinazeyê wî giran giran dihat, ev yek jî me di gelek fîlm û romanan de dîtiye. Îcar hesp li gor temenê siwarê xwe yê mirî dihat xemlandin, ger mirî xort bûya hespê wî bi rengekî xweș û nazik dihat xemlandin û șûrê wî li ser dihat dalqandin, eger yê mirî kal be an temen mezin ba jî parçe cawek reș didin ser pișta hespê wî.

Kurd hespên xwe wekî namûsa xwe dihesibînin û bi qasî ji dest wan tê nahêlin ku tu kes neheqiyan li hespên wan bike û destê xwe bavêjê. Di destan, çîrok, stran û efsaneyan de mirov dikare bêje ku hesp bûne mijarên herî girîng.

Di destana Memê Alan de rol û girîngiyek mezin a hespê heye ku ew jî Bozê Rewan e. Emê niha Bozê Rewan wek nimûne bigirin.

Li seranerî kurdistanê kes nemaye ku destana Memê Alan nebihistiye, em dikarin bêjin ku yek ji lehengên destana Memê Alan Bozê Rewan e. Hespê Memê Alan ê ku ji gola avê derktiye ku riya şeş mehan di nav pazdeh rojan de qedandiye. Ew hevalê Memî yê rih û can e, hevalê roja zehmetî û tengasiyan e. Dema ku Memî dighêje Cizîra Botan, xelkê bajêr li bejin û bala hespê wî hişmekar dimînin. Em hinekî bala xwe bidin Bozê Rewan di destana Memê Alan de:

“Rojeke din di nav xortan de bû şorê cenawerê behrê û eceban e

Hinekan dianî behsa hûtan e

Hinekan vedikir şora maran e

Hinekan digot: di behrê de heye hemberî hemî rûerdan e

Hinekan digot: heywanek heye di binê behrê de di şiklê hespan e

Kalekî digot : Eger ku yê lê be bextê mêran e

Rojekê têkeve dest ev canewerê wekî hespan e

Merî lê siwar be, pê qomaxên rojan dibire bi saetan e

Ne vedixwe avê û ne dixwe êmegê cotan e

Tim lê siwar bî û li ser piştê peya nebî bi roj û bi şevan e

-Darê hikmê wî heye heya şeş mehan e

Hinekan digot: Heya Hikmê wî heye salekê û diduyan e

Zarokên biçûk guh didan kalan e

Di bin çavan ve dikenîn û bi destan dikin şaretan e

Digotin hele binêrin ji vê derewa kalan e

Ma îşê hespan çi ye di binê behran e".

Tê zanîn ku hespê Memî di bin behrê de derketiye. Di zargotinê de ev yek gelek caran ber çavê me dikeve, tê gotin ku hespên ji bin behrê derketine hespên nemir in.

Me gotibû ku hesp bi hestê xwe yê kûr tê naskirin, ji ber ku tiştê ku mirov nikare têbighêje ew dizane û dibihîze. Ew tiştên hêji nebûye pê dihese an jî dibîine. Di destana Memê Alan de jî mirov dikare bêje gihiştina Mem û Zînê bi xêra Bozê Rewan e. Mem li ser pişta hespê xwe çil rojî di rê de diçe, hesp bi Memî re diaxife û dibêje: “Memê min î delal, tu qamçiya di min de netewîne, qet nabêje halê Bozê te çi ye, çi nîn e ? Memê te qet ha ji xwe nîn e”. Di vir de hîn zelal xuya dibe ku hespê Memî rastî hespekî “Çê” ye ji ber ku wekî bav û kalên me gotî "Hespê Çê qamçiyan nagihjîne xwe".

Mirov dikare bêje ku xwediyên van hespên bi vî rengî jî bi saya hespên xwe bi rûdanên nebûyî dihesin, ji ber ku hespê wan bi wan re diaxive. Di romana Memê Alan de di cihekî de yê ku Memî şîret dike ne xizir e, lê belê Bozê Rewan e. Wexta Mem dighêje Cizîra Botan, qîza Bekoyê Ewan dixwaze Mem bixapîne û xwe wekî Zîn bi Mem bide Nîşan, lê belê Bozê Rewan bi saya hestên xwe yên kûr pê dizane ku ev kî ye û Memî ji xapandinek mezin xilas dike. Me dît ku  Bozê Rewan bi vê kirina xwe esîlbûn û zanîna xwe derxist holê û îsbat kir ku ew ne tenê ajaleke, lê belê dostê siwarê xwe ye û duristbûn li gel wî li pêș e.

 

Çavkanî:

Roger Lescot, Memê Alan,Weşanên Avesta, Stenbol, 1997, r25-26

KURDŞOP
696 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!