Jin ji aliyê pozîtîv û negatîv di kultûra Kurdan de -beşa 1em

Evîn Teyfûr

 

Zargotin hêmaneke wisa ye ku bi hezaran salan e kurdan bi wê paristina ax, çand, ziman û wêjeya xwe kirine. Gelan li gorî adet û kultûra xwe bi riya devan û axaftinê serpêhatî, dengbêjî, destan, lorîk, stran, nifir, dua, lîstok, mamik, çîrok, helbest, gotinên pêşiyan ji bo nifşên li pey xwe re gotine û hiştine.

Kurdan bi riya zargotinê şer û pevçûn û zehmetî û ezmûnên jiyana xwe bi awayekî çîrokî û destsan bi şevan li odeyan di nava hev de gotine. Kurd bi serpêhatiyên wan çîrok û destanan geh giryan e, geh kêfxweşbûne, geh şîrett kirine û geh jî hêrsbûna xwe nîşan dane. Kurdan di nava kultûra xwe bi gelek awayan behsa têgeha jinê kirine. Di wateya wan têgehan de geh bi awayekî pozîtîv û geh jî bi awayekî negative behsa jinê kirine. Jinê ta astekê di wan deman de li wan nerînên erênî û nerênî li ber xwe nedane û wê jiyana xwe bi gotinên pêşiyan, çîrok, nifir, lav, stran û destan mîna kirasan nifiş li pey nifşê li keçik û jinan li pey xwe kirine.

Wêne: Başûrê kurdistanê, Gustaf Wallen |  1940-1950

 

Dayikên me bêy ku zanibin bi yekan tadeyê li me dikin ew kultûr mîna kirasekî bi qenewiçan ta bi ta ji bejna me re didan ser hev û li me dikirn û bi me jî didan jiyankirin. Em jî bêy ku bi wê yekê zanibin ka ta çi astê neyînî û erêniyên xwe, rastî û nerastiyên xwe hene, me ew adet û kultûr li xwe qebûl kir û ji nifşên li pey xwe re hişt.

Di wan çîrok û gotinên pêşiyan de timî zilm, bê mafî, lêdan, mayîna li malê û ne axaftin bi jinê dane qebûl kirin. Ji wê jî jinê xwe timî li kêmî zilaman didîtin û bêy wan nikaribûn gavek jî ta deriyê mala xwe ragirtana. Jina ku hinekî li ber xwe dida û dixwest tiştekî bike ji bo jiyana xwe û wê koletî û neheqiyê li xwe qebûl neke, ew jin dihat şkencekirin û belkî ew şkence û lêdan dighêşt asta kuştinê.

Berê û niha jî ta astekê, jin ji mafê xwe yê herî hêsan hatibû qedexekirin. Dengê wê e`yb didîtin, porê wê bê şerefî didîtin, çûn û hatin û xwendina wê ji bo wan tişketî ne ji rêzê bû. Ji tevan bêhtir gava ku keçek diwelidî mîna maleke ku cinazeyek hatibêkê. Ne navê wê li cihê nifûsan qeyt dikirn û ne jî dihat pîrozkirin. Ta astekê ew dayika ku ew keç welidandî ji aliyê mêrê xwe ve dihat lêdan, belkî dihat berdan jî. Lê berovajî wê gava ku ji bo malekê lawek bihata dinê, ew mal heft şevan û heft rojan bi def û dawetan bû. Berx dihatin serjêkirin û xêr û bêr dihat belav kirin.

Ji wan adet û kulturên Kurdan de gelek gotinên pêşiyan hene ku bi awayekî neyînî tê behsa jinê hatiye kirin, hin ji wan gotinan:

- Mala pir jinê, xerabûyê ji binê

- Yê ku li keça xwe neda, wê li çoka xwe bide

- Jina paşîn mînapînê berovajî ye.

- Jina xirab ne tê kuştin û ne jî tê berdan.

- Jina şermîn bi miletekî, mêrê şermîn bi kirasekî.

- Jina qenc e, jina xirab seyd e.

- Jina te ji ku derê, tu jî ji wê derê.

- Jina xirab bênamûsîya komê ye.

- Jina xelkê ramûsanek, hespê xelkê meyîdanek.

- Jina wî jin e loma mala wî rengîn e.

- Jina zû radize, mêrê xwe zû kal dike.

- Jinê bira merivan dikin şîva gura.

- Jinê bira nola gura.

- Jinê dil kir, dîwar qul kir.

- Jinê dil kir, mêrê xwe sil kir.

- Jina go: bira ez jina mêrê çê bûma, bira ez rojekê li rûyê dinê bûma.

- Jintîya hevra kire bilebil, bira hevra bûne derd û kul.

- Kebanî timê bê par in.

- Kebanî ya melûn e yan mehrûm e.

- Keç bê hefsar nabe.

- Keça mîran bi qelendê gavanan nayê.

- Keçik wek sêva darê ye, herkes keviran diavêje, kî bêxê wî re ye.

- Keçik zîyaret e.

- Kî hêvîya yarê maye, bê jin maye.

- Kulfet diçe xwîn, xwîn safî dibe.

- Kulfet neynika malê ye.

- Kulfet heta sed mêrî zêde ye.

- Kulfet şûrê du dev e li xwişta mêr.

- Kulfet ku heye parsûyê xwar e.

- Kulfet heye ceh dike genim, kulfet heye genim dike ceh.

- Kulfeta bê esil pêşa xwe diavêje ser serê xwe.

- Kulfeta bî durû ye.

- Kulfeta çê be, mêr jî pêre çê dibe.

- Kulfeta destdirêj timî rûreş e.

- Kulfeta dizî kir, wê bê berdanê.

- Kulfeta eslê wê cî, tî be an birçî be, bikujî cîkî de naçî.

- Kulfeta xirab mêran serberjêr dike.

- Kur darê bavê hiltîne, qîz teşîya dayê hiltîne.

- Kur li bavan diçin, qîz li dîyan diçin.

- Kurd jin gişka zeftir jina xwe, hespa xwe û çeka xwe hez dike.

- Li jina xwe hêcetê dibêjît: to çima qûna xwe li ber bêjingeran dihejînî.

- Mal têr e, kebanî şêr e.

- Mala bê jin îna aşê xirabe ye.

- Mala mêrê jinê wekî xezne be jî, dîsa çavên wê li mala bavê ye.

- Mala ku jin nexweş e, dê xwe kilît e.

- Malê de tune arvanok, navê jinê dînanok.

- Memikên qîza zeynet in, kelaxê pîrê robet in.

- Mêrê Kurmanc gava têr xwar yan mêran dikuje, yan jinekê direvîne.

- Merivekî xirab e, ewî çiçikê dîya xwe gestîye.

- Meriv ser xîret û namûsa xwe dimire.

Weka hûn dibînin di şîret û gotinên pêşînan de jinê hem rolên erênî û hem rola nerênî gêraye. Teqez beşek zêde ji wan gotinan li gorî çax û demek taybet hatine gotin, ku girêdayî bi nerîna wî çaxî bûne. Lê ev bi wê wateyê nayê ku ev bas nehên nîqaş kirin, ji berkû beşek ji kultûra Kurdî mixabin cihê rexneyane û dibe ev xalên hanê bên serrast kirin an bêtir şirove kirin, heta nifşên paşî me jî bikaribin di keş û civakek tendrist de xwe pênase bikin, bi taybet jî demaku ev kes jin be.

 

Ev gotarê dom heye...

KURDŞOP
573 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!