Saziya Pargîn rêya vejînkirina çand û folklora Kurdî ye

Aras Hiso

 

Pargîn navê saziyeke kevneşopî û çandî li Rojavayê Kurdistanê ye ku navenda wê jî di xaniyekî ku ji axê hatiye avakirin li herêma Koçeran ya bajarê Dêrikê ye. Ji bo ku keresteyên çandî û keleporî ji wendabûnê werin parastin ev sazî bêhtir li ser lêkolînên çandî û keleporî li Rojavayê Kurdistanê dixebite. Li gorî ajansa Mezopotamyayê saziya di dîroka 9ê Tîrmeha 2012an de dest bi xebata xwe kiriye. Di armanca vê saziyê de ew e ji bo ku li dijî pergera kapîtalîzmê raweste û xêr û bêra herêmê di tûrikê xwe yê dengê de biparêze, bi lewnekî nû, kiras û rihekî xweşik bi şertê ku ji cewherê bingehîn a folklorî neyê herifandin tiştên gelekî hêja pêşkêş civata îro û ya nifşên pêşerojê dike.

Navlêkirina saziyê:

Li gorî ku Ibrahîm Feqe destnîşan dike ku di hilbijartina navê Pargîn de, di çanda koçeran de kon hene ku bi awayekî din jê re "Reşmal" tê gotin. Ew dera li hawirordora kon jê re "Rargîn" dihat gotin, da ku ji av û lehiyan were parastinê. Ji ber hingê vê saziyê nav lê kiriye Pargîn da ku ev adat, tore, çand û kevneşopiya herêmê bi qeyd û stranên folklorî were parastin. Her wiha li kêlek van stranên bi kurdiya kurmancî em dibînin ku gelek stranên kevnare yên bi devoka erebiyê ya li herêma Reqayê û wan derdoran jî tê tomarkirin û pêşkêşkirin. Hingê ku em ji vê projeyê fêm dikin ku çendî folklorê kurdî gelek folklorên dîtir yên netewên mîna Aşûr, Ermen û Ereban hembêz dike, çiku van miletên cîran bi salane bi hev re jiyan e, helbet ew ê ev cîrantî di nava berhemên folklorî de bidome.

Projeya Saziya Pargînê:

Ev proje bi pêşengtiya kesayetên mîna Ibrahîm Feqe, Şêro Hindê û Mehmûd Berazî û gelek hunermendên dîtir tê birêvebirin. Bi avakirina vê saziyê re di nava tevahî civaka kurdan de rastî têkêliyeke gelekî germ hat û bi pêşwaziyeke şanaz hate hemêzkirin. Her cara ku dîmenên wiha li ser qenala wan a youtube ê dihat parvekirin ji aliyê raya giştî ve dihat hezkirin û di nava xelkê dibû rojeveke germ, çiku bi rastî qalîteya dengî, dîmen, muzîk, kamîre, drama, ronahî, peyv û qablibên gotinan, cilûberg û hewaya çandî bi hev re di yek teşeyî de dikelijn û têne pêşkêkirin. Ji vê yekê zêdetir jî ew devokên ku bi salan ji devan heta devan tê veguhestin û qalibekî zelal têne neqilkirin ku mirov pir bi xweşikahî dikare têbighêje.

Di nava wî xaniyê kerpîşan a li herêma koçeran, navendeke wiha ye ku bi derdora 12 xebatkar tê de dixebitin û xebatên li ser kemera û dîmen, cilûberg, prodakşin û belgekirinê dikin. Ev sazî hem bi rêya bername û kilîpan û hem jî bi rêya dîmenên kurt yên li ser çand û kevneşopiya herêmê bi xebateke hostane dem bi dem pêşkêş dike. Her wiha ji wan karên hêja diyare ku ew ê di demên pêş de kariye hîn bi qalîte di warê dramayê de pêşkêş bike.

Berhemên Pargînê çi ne?

Di nava xebatên sê salan gelek çîrok, stran û adatên herêmê bi karên curbicur hatine pêşkêşkirin. Ji kilam û stranên mîna:

Keçka Koçer 1, ji dengê Qhreman Şîmo

keçka koçer 2, ji dengê Qhreman Şîmo

Darê Landanê, ji dengê Qasimê Şero

Delalê Min, ji dengê Xedîce Yûsiv

Dunyayê, ji dengê Besna Qasim

Hey Lê Narê, ji dengê Qasimê Şero

Hîzane, ji dengê Qasimo Şero

Lavij (E`fn û Hejal), ji dengê Qhreman Şîmo

Meşkînê, ji dengê Qasimê Şero

Narê, ji dengê Fatme Se`edûn

Şahîno, ji dengê Hacî Mûsa

Tevn, ji dengê Hacî Mûsa

Zeynebê, ji dengê Şêx berekat Xelîl

Siwaro, ji dengê Hisên temir

Payizok, ji dengê Sewsen Se`dûn

Rawê, ji dengê Gîwregîs Selmo

Cerr, ji dengê Qasimo Şero

Mendel, ji dengê Ehmed Omer (Hêjayê gotinê ye ku ev stran bi zimanê erebî ye).

Ji bilî stran û klaman jî bi dehan bername li ser Teşî, Tevn, Pez, Meşk, Kun û Hîz, Xwestin, Zozan, Dayîna Zarokan, rojên hesêp, Textorî, kulav, Parastin û hwd têne pêşkêkirin.

Heta niha ev berhem û stranên me navbirî ji hêla saziyê ve hatine berhemdan, herwiha li kêlek van stranên bi kurdiya kurmancî em dibînin ku gelek stranên kevnare yên bi devoka erebiyê ya li herêma Reqayê û wan derdoran jî tê tomarkirin û pêşkêşkirin. Lewma em têdgehin ku yek ji pilanên din yê saziyê nirxandin û buha dane bi çand û kultûra netwên cîran, hevdemî kelepûra kurdî.

Ji nava van berhema çîrok û strana Cerr e

Strana Hoy Cerr e Cerr e, yek ji wan stranên kevnare ku bi sedan salan di bîra kurdan de maye û heta roja îro jî bi awayekî devokî tê gotin û neqilkirin. Ev stran li herêma Koçeran a Rojavayê Kurdistanê û li herêma Botanê ya Bakurê Kurdsitanê û li herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê jî berbelav e û hîna jî bi awayekê devokî tê gotin.

Strana Hoy Cerr e yek ji stranên bi rîtim û muzîkî ye, di rojên dawet û şahiyan de bi dengan tê gotin. Herwiha ev stran di demên karên komî yên di karên civakî ya herêman bi awayekî rîtim, selîqe û tevî xweşiyeke bi mil, sing û çong hejandinê re tê gotin. Ev stran ji hêla gelek hunermend û koman ve hatiye gotin, û li herêmên din jî, ji bilî ew herêmên ku hatin destnîşankirin, ev stran bi celebine cihêreng cihê xwe di nava rêze-stranên kelepûrî de girtiye. Herwiha li ser vê vidyo kilîpa cerr e, bi dehan gotar, şirove û nêrînên cihêreng hatine gotin û nixandin.

Gotina Stranê

Hoy cere û cere û cere û kanê cer hoy kanê cer

Hoy cere û cere û cere meşkên cer

Tijî penîrê ter e kanê cer hoy kanê cer

Tijî penîrê ter e û meşkên cer

Ew bara xêr û şer e

Kanê cer hoy kanê cer

Ew bara xêr û şer e

Û meşkên cer

Cer ji axa zeviyê

Kanê cer hoy kanê cer

Cer ji axa zeviyê

Meşkên cer

Wê li ser milê zeriyê

Kanê cer hoy kanê cer

Wê li ser milê zeriyê

Meşkên cer

Da şil neke kefiyê

Kanê cer û hoy kanê cer

Da şil neke kefiyê

Meşkên cer

Cer ji axa dibanê

Kanê cer hoy kanê cer

Cer ji axa dibanê

Meşkên cer

Wê li ser milê sultanê

Kanê cer hoy kanê cer

Wê li ser milê sultanê

Meşkên cer

Da şil neke kitanê

Kanê cer hoy kanê cer

Da şil neke kitanê

Meşkên cer

Ew bara xêr û şer e

Cêrik goto kulindo

Kanê cer hoy kanê cer

Cêrik goto kulindo

Meşkên cer

Tu heft salan bilindo

Kanê cer hoy kanê cer

Tu heft salan bilindo

Meşkên cer

Wez gel te nayîm gundo

Kanê cer hoy kanê cer

Wez gel te nayîm gundo

Meşkên cer.

 

Çavkanî:

Ji rûpela Saziya Pargîn ya lêkolînên Çandî û Kelepûrî.

KURDŞOP
605 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!