Naveroka stran û muzîkên Kurdî

Rojan Sofîzade

 

Ger em bi kûrî biçine nava dîroka muzîk, awaz û stranên netewa Kurd, renge netenê di gotareke wiha de, belkî bi dehan Pirtûk jî têra şiroveya zengîniya muzîka Kurdî nekin û divê vekolînên berfireh û dirêj li ser bandor û rola sitranên Kurdî bihêne encamdan.

Di dîroka hezaran salî ya derbasbûyî de awaz, muzîk û sitran bûne beşek ji jiyan û pênaseya civakên cîhanî û weke dîrokeke kevnar ji aliyê heçî neteweyekê li gor çand û kultûra wan hatiye parastin û bihagiranî pê hatiye dan.

Muzîk, miqam û awaza netewa Kurd jî bi hezaran sale dev bi dev û sing bi sing hatiye heya gehaye îro rojê, di qonaxên cuda de guhertin bi ser de hatiye, renge hin caran dewlemend bibe, hin caran kevtiye bin bandora asîmilasyona çand û muzîka netewên dagîrkar û welatn cîran. Lê a girîng heya niha şerê manê kiriye û berxwe daye û hatiye parastin.

Bi dirêjahiya dîroka civakan, stran û muzîk her tim deng û gotina nax û derûna mirovan bûye, bi awayek din em dikarin bibêjin me di çarçova stran û muzîkên xwe de kariye hestên xwe ji bo hevdu û yên paşî xwe jî biguhazin. Stran û muzîkên her civakekê rengvedan û şewqdana hest û baweriyên wane li hember bûyer, gerdûn û jiyanê. Em di gotinên stranan de dikarin bi hêsanî bizanin nerîna civakekê li barê ciwanînasî û wateyê ji bo jîngeha derdor çî ye û çawaye.

Naveroka stran û muzîkên kurdî jî hevdemî berhemên cîhanî li ser çendîn mijar û kategoriyên cuda dabeş dibe. Herçend hin taybetmendî di stran û muzîkên kultûra kurdî de hene ku wan bi şêweyek taybet cuda dike ji berhemên neteweyên din.

Nîgre:   Luqman Ehmed

 

Li wir ez dixwazim naveroka stran û muzîkên kurdî bi şêweyek gelemperî bi ser 4 beş û çarçoveyanda parve bikim:

Xem û keser

Evîn û sozdarî

Xweşî û şadî

Dîrok û bûyerên civakî

 

- Derbirîna xem û kesera hundir, beşek zêde ji sitran û awazên muzîka kurdî pêktîne. Ev berhem qala basên trajîk dikin, hin caran li ser jidestdana egîd û qaremanan, li ser bûyerên sirûştî weke agirpêkevtin, erdhej hwd têne ziman. Yan gelek caran jî qala kavilkariyên ku li pey şer, êrîş û dagîrkariyên dijmin çê dibin diken. Mînak ji bo wan bûyerên trajîk gelek in, komkujî û qirkirnên wek Helebce, dêrsim, geliyê zîlanê û hwd. Stranên Kurdî karîne beşek zêde j wan bûyeran jî wek naverok di nava xwede hilbgrin û bibine dengê netewa Kurd.

- Derbirîna evînê, berhemên ku li ser çîrok û hikayetên evîndarî hatine gotin û bi piranî beyt û sitran ji bo wan evîndaran hatine wehûnandin, piştî hejêkirinê negehştine hev û bi awayekî trajîk ji hevdu weqetiyane. Ez dikarim li wê derheqê de çend mînakan bînim weke: Xec û Siyaben, Mem û Zîn, Hesen û Asê, Heso û Nazê, Derwêşê Dewdî û Edûlê û hwd. Yan li gorî çand û kultûra kevnar dema Kur û Keç dibûne evîndarê hevdu, bi awaz û bend û beytên evîndarî ji gotin û peyama xwe hevdu agehdar dikirin ku gelek bi bandor bû.

- Derbirîna xweşî û şadî yê di awaz û stranan de; ev yek jî demsatên taybet ji xwe digire. Wek li govend û dîlanan de, li dema serkevtinan de, li dema bihevgehîştina du ciwanan û pêkanîna jiyana hevpar û hwd. Di dîroka hezaran saleya gelê Kurd de, li dema govend û şahiyê de gelek berî hindê ku alavên muzîk hebin, du kes ji stranbêjan bendê miqamê geryana dawetê bi dû hevde gotine û govend li ber çoye. Govend û daweta Kurdan jî felsefe û dîrokekî dûr û dirîj heye ku dikare di gotar û basek din de cih bigre.

- Derbirîna dîrokê bêtir bi awayê dengbêjî hatiye sitrîn, piraniya dîroka nenivîskî a mêrxwasî, berxwedana Kurdan, şoreş û serhildana Kurdan, serpêhatiya rêber û sergêrên Kurd, dev bi dev û sîng bi sîng hatiye gotin û nivş bi nivş hatiye veguhestin û heya îro rojê hatiye. Bi taybetî dengbêjan li demekê de ku xwendewarî tune bûye, yan kêm bûye di dîwanxane û meclisan de stranên xwe weke dîrok anîne ziman. Li wê derheqê de îro rojê em ji bo ku ji dîrok û bûyerên berê bizanin, em di naxê wan sitran û kilaman de li du zanyariyan digerin. Herwisa ev berhem wek bingeh û jêdera gelek vekolînan tên hijmar.

Di dawiyê de dibe bêjim ku gelê me dewlemende bi dîroka awaz û muzîka xwe û bi taybetî niha di serdemê pêşkevtina amûrên muzîkê, ev nirxên netewiyê me dibe bête dewlemend kirin. Xemxwarên muzîk û awazên Kurdî û bi taybet hunermend, dive bi pêşkevtina serdem ne tenê nehêlin ev nirx bihêne jibîrkirin û jinavçûn, belkî erkê netewiye ku di xema zengînkirin û bêtir berfireh kirina wê beşa giring ji çanda xwe bin.

KURDŞOP
503 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!