Gotinên Pêşiyan û bandora wan li ser çanda Kurdî

Solîn Urmiye

 

Gotinên Pêşiyan beşek girîn ji wêjeya devkî ye û tê de şîret û pesin têne kirin. Ew gotin ji çend peyvan pêk tên, lê pir watedar in. Ji demeke gelek kevin ve kevtine ser zimanê Kurdî û çawahiya jiyan û reftara civakê behs dikin.

Gotinên pêşiyan ne yê takekê ne, ew yê neteweyekê ne. Çimkî xwediyê wan gotinan nexuya ne û ji aliyê gel ve hatiye parastin û sing bi sing hatine û gihîştine nifşa îro.

Gotinên pêşiyan, gencîneyeke wisa ye ku derbirîn û vegotinên wan bandordar in. Ew hem li ser endamên civakan têne gotin û hem jî tiştên pêwendîdar bi wan re.

Wek mînak: “Dijminê bavan nabin dostê lawan” an jî “rih dibe bihost, dijmin nabe dost”.

Gotinên pêşiyan tenê yê neteweyekê nîne, belkî di nav tev netewan de ew şîretane hene û her neteweyek bi awayekî bilêv dike.

Gotinên Pêşiyan rastiya jiyana neteweyekê ye. Ji ber ku ew di demên berê de li gor ezmûnên civakê hatine holê. Ji bo vê jî gotinên pêşiyan ji bo gelan û zimanê wan gelan bi nirx in.

Dîtingeheke aqilane ya neteweyekê bo cîhan û meseleyên roj di nav gotinên pêşiyan de kom bûne. Çimkî ev gotinane gelek ezmûn tê de hatine komirin ku mirov dikare bêje çîrokek li pey her gotinekê heye. Tê zanên ku netewa Kurd di warê gotinên pêşiyan de yek ji wan netewên dewlemend e, lewma netewa Kurd gelek girîngiyê bi gotinên pêşiyan dide.

Dema ku mirov têkelê xwandina gotinên pêşiyan dibe, mirov rastî sedan serpêhatiyên mirovatiyê tê, dersê ji wan werdigire û mirov dikeve nav şaxên zanistiyê û di nav wan de gelek tiştên bibandor û şîretan dibîne; di rastî de sûdeke mezin li ser ciwan û nemaze zarokan jî hene.

Gotinên pêşiyan li ser hişiyarbûna ciwanan gelek bandordar bûye; ev nesîhet û şîretên ku di nav gotinên pêşiyan de hene agehdariyek e bo kesekê ku hişiyar bibe. Di nav Kurdan de nexwendevaran zêdetir gotinên pêşiyan anîne ser ziman û ev yeka cewher û bingeha zimanê Kurdî nîşan dide.

Çend gotinek pêşiyan:

“Destê xebitî li ser zikê têr e

Cota bira neçin guran”

Gotinên pêşiyan bûye çavkaniyek bo wêjeya nivîskî û gelek nivîser, çîroknivîs  û helbestvanan sûd ji gotinên pêşiyan wergirtine. Gotinên pêşiyan karîne bibine beşeke qahîm ji deqên wêjeya nivîskiyê. Ev gotin ji peyvên resen ên kurdewarî pêk hatine û di warê ferhenga kurdî de gelek bi sûd in.

Ew gotinên pêşiyan bi awayî devkî hatine veguhastin û di dema veguhastinê de hin caran rastî guherînan hatine. Gelek kes hene ku wan gotinan bi şaşî bilêv dikin an jî dinivîsîn. Di rastî de gotinên pêşiyan tenê gotinek e û li hemû derê bi yek rengî tê bilêvkirin. Belkî peyvek di hevokekê de bê guherîn, lê naverok divê heman naverok be. Guherîna naveroka wan gotinan di eslê xwe de derbelêdan e bi çanda kurdî.

Di niha de herçiqas hin pirtûk li ser wan gotinan hatine nivîsîn û hin ji wan gotinan hatine berhevkirin, lê dîsan jî kêm e û di Kurdistanê de gelek kesên pîr û kal hene ku bi sedan gotinên pêşiyan ku nehatinî nivîsîn li cem wan ango di nav dilê wan de ne, û komkirin û nivîsîna wan jî li ser milê nivîser û lêkolerên Kurd e û divê nehêlin ew çand û kelepûra giranbuha bê windakirin û ji nav here.

KURDŞOP
670 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!