Aras Hiso
Her sal di dema havînan de xelk ji bo xwarina demsala zivistanê, bi dehan xwarinên cuda cuda çêdikin ji wan; Hişkahiya salê ya mîna bacan, kundir, qilî, îsot, tirî, hejîr û hwd. Her wiha ji xwarinên mîna penêr, tirşî, dims, mireba, birxur bi awayên xwe yên cuda û hwd. Ev bi hemû xwarina jî bi tehm û çêjên xwe yên cuda her herêmeke kurdan tiştekî lê zêde dike yan kêm dike. Lê divê were zanîn ku ev xwarin ne tenê li cem kurdan, li cem miletên mîna ereb, tirk û farisan jî tê dîtin. Lê ji ber girêdana kurdan a bi xwezayê re ev xwarin ji kurdan re gelekî nêz e û her sal tê çêkirin.
Ji wan xwarinan babeta me li ser cureyê çêkirina mireba (Şîraniyan) e. Ev cure şîranî ji keresteyên cuda cuda yên mîna hejîr, tirî, mişmiş, bacanê reş, gul, kerez, virêz û porteqalan têne çêkirin. Xwarina wan wek hev e, lê her yek ji wan şêwaz û çêjeke xweş û cuda dide.
Awayê çêkirina mireba (şîraniyê):
Hemû cureyên me gotî hema hema bi yek şêwazî têne çêkirin, lê her yek ji wan bi awayê xwe yê cuda têne çêkirin. Di van hemû xwarinan de madeya herî sereke şekir, av û xeşûlk e.
Mireba Hêjîran: Bo nimûne mireba hejîran, gava yekemîn ji darê têne qut kirin û şûştin, wan hejîran bi kêrê birîneke çûk lêdixin. Di peyre biroşek av li ser sê kuçan û bi agirê daran dikelînin û bi destan şekir li gorî pirbûna hejîran pê re dikelînin. Gîhayek heye ku jê re dibêjin Xeşûl, ew jî li çolan di nav zeviyan de derdikeve, wê gîhayê tînin û dixin nav ava şekir û pê tev didin. Sûdê Xeşûlê ew e ku çêjeke xweş a hingivîn dide wan hejîran. Paşê jî hêjîran dixin nav û pê re dikelînin, gava ku êdî kel temam dibe xeşûlê jê davêjin û dixin nava sênîkên gilover ên mezin û bi qasî heftiyekê li ser banên xaniyan li ber rojê dimîne û bi ser wê sênîkê de paçikekî qulqulikî lê tê gerandin da ku gemar nekeve nav de. Piştî heftiyekê êdî dixin qetremîzan û ji zivistanê re dihêlin.
Mireba Tiriyan: Mireba tirî wekî awayê jorî yê me gotî ye tê çêkirin, lê ji ber ku di nava hebên tiriyê de bizir heye, hinek mal wî bizirî ji nava tirî davêjin û hingê çêdikin. Mireba tiriyan bi taybet ji tiriyên zer ên baxan têne çêkirin.
Mireba Mişmişan: Ev cure jî bi heman awayî ye, berê wan dendikan jê davêjin, lê berê çend deste şekir lê direşînin da ku ew mişmiş sist bibe û ji kelandinê re guncav bibe û di ava wê de were kelandin, ne ku av ji derve têkeve nav de.
Mireba Kundiran: Ev cure bi taybet ji cureya kundirên qiş (Kundirên gilover û mezin) tê çêkirin û bi du awayan çêdibe. Hinek kundir tînin û jê bi awayekî kapikî dibirin û hinek jî kundir diqeşêrin.
Mireba Gulan: Ev cure berê gulên rengorengo ku em jê re dibêjin (Gulên Hemedî), perên wê ji şitlan têne qutkirin, bijartin, baqijkirin û şûştin. paşê şekir tevî ava lêmûnan bi ser de dirşînin û bi destan tê eciqandin. Peyre ava wê ji gulan tê parzûnkirin. Piştre di tencikeke mezin de bi qasî her kîloyek pelên gulan bi qasî du litir av dikeve nav de û bi şekir re tê kelandin. Her pênc deqan carekê bi kevçiyeke mezin tê tevdan û bi qasî saetekê kelandina wê temam dibe. Herî dawiyê ew ava gulan bi ser de tê berdan û êdî piştî sarbûnê ji xwarin û dagirtinê re amade dibe.
Ji bilî van cureyên mirebeyên me gotî bi dehan cureyên din jî hene ji fêkiyan gelek cureyên şêraniyê têne çêkirin. Ji wan yên virêz, kerez, zebeş, tû, purteqal, sêv û hwd. Lê hema hema awayê çêkirina wan pir nêzî hev e û herêmekê heta herêmekê dikare were cuda kirin.