Hore kevintirîn besteya welatê me ye

Solîn Urmiye

 

Em ê li vir behsa awazeke kevnar a kurdewarî bikin ku ev jî wek wêjeya devkî tê hesibandin ku jê re "Hore" tê gotin; Hore awazek kevnar û pir watedar e, ev awaze kevintirîn besteya welatê me ye û temenek gelek dûr û dirêj heye ku berê sing bi sing hatiye wergirtin da ku gihaye nifşa nû. Ew cure awazane kêmtir bi awayê nivîskî ji ber dest bûne, ew zêdetir bi wêjeya devkî têne naskirin.

Hore bi giştî xwdiyê meqam û şêwazek cuda ye ku di nav civakê de tê çirîn. Tê zanîn ku dîroka Horeyê vedigere li ser zêdetir ji 4 hezar sal berî niha û ji serdemê Zerdeş ve hatiye û yek ji awazên kevnar ên Kurdî ye.

Dîroka Hore zêdetir vedigere li ser ola Zerdeşt; Di beşeke pirtûka "Avêsta"yê de nivîsek bi navê "Gata" hatiye ku curek ji helbestê bûye û ew awaze bo hêvîkirin û duakirin ji "Ehûra Mezda" û "Yezdan" (Xwedayê Zerdeş) hatiye sûdwergirtin. Tê zanîn ku Hore ji Ehûra Mezda ve hatiye. Li gorî dîrokzanan, Hore di serdema ola "Mîtrayîzm" de jî hebûye; Hin lêkolerên din jî li ser wê bawerê ne ku dîroka Horeyê zêdetir ji 5 hezar salan e. Her çawa ku me nikariye bêjin Hore yekem helbest an awaza Kurdî ye, em nikarin bi serastî jî dîroka wê bipejirînin, ya ku diyar û rohn e Hore awazek kevnar û resen a Kurdewarî ye û bingeha mûzîka Kurdî li deverên başûrê Rojhilatê Kurdistanê ye; Belkî her wê dema ku mirov ziman nas kirine û di Zagrosê de cihgir bûne, Hore jî li cem wan hatibe geşekirin û bo nîşandana xem û xweşiyên xwe ev yeka gotibin û ya ku diyar e Hore mîrata giranbuha ya bav û bapîrê me ye.

Hore li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê yên wek parêzgeha Loristan, Îlam, Kirmaşan, Sine û li Başûrê Kurdistanê jî bajarên wek Xaneqîn û devara Germiyan û hin deverên dinê tê çirîn. Lê ew awaza kevnar bi sedema zaraveyên cuda ên Kurdî û hebûna awazên taybet bixwe di navçeyên Kurdistanê de, wek awazên din ên Kurdî nekariye zêde erdnîgariya xwe berfireh bike.

Hore berê ji bo ol dihate gotin, ola serdemê Zerdeşt; piştre Hore bo xwediyê çendîn şêwaz û meqamên cur bi cur. Di nav Horeyê de "Sarûxanî", "Sehrî", "Serkuweçer", "Qetar", "Sivar Sivar", "Du Dengî" û…hwd têne gotin. Naveroka Hore behsa evîndarî û dildarî dike û gelek caran jî bo xem û xweşî û hemasî tê çirîn. Awazek din jî wekî Horeyê heye û şaxeyek ji awaza Hore ye û jê re "Mûr" tê gotin. Ew awaze li ser miriyan tê gotin, gelek caran bo kesên navdar ku canê xwe ji dest didin tê gotin.

Çirînerên Hore tenê mêr û kal nînin, belkî jinên Kurd jî vê awazê diçirin (li deverên Hewreman û Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê yên ku Siyaçemane û Hore dibêjin jê re nabêjin stranbêj, dibêjin "Horeçir" yan "Siyaçemaneçir", )çirînerên Hore û Siyaçemane). Jinên wek "Aho", "Nîgar", "Reyhan" û "Esrîn” (jinên Horebêj in û xelkê bajarê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ne), mînaka jinên Kurd in ku nahêlin ew folklora kevnar bê windakirin.

Hore dîroka Kurdan bi devkî gihandiye nifşa nû. Hekî me dîrokek ji deverên ku Hore tê de hatiye çirîn ber dest hebe, ev jî ya ked û zehmetiya wan kesan e ku di demên berê de bi çirîna Hore, karîne wê dîrokê sing bi sing bînine ber destê lêkoler û dîroknivîsên Kurdan û serhev bikin. Hore rûbarek ji remz, vîn û peyv e û ji dilê dîrokê herikiye nav dilê nifşa nû. Hore dengê lêdana dilê netewa Kurd e. Wêjeya nivîskî deyndarê Horeyê ye û wêjeya nivîskî gelek ji Horeyê sûd wergirtiye. Di demên berê de nivîsîn di nav gelê Kurd de gelek kêm bûye û ev kesên ku Hore çirîne bi awayê hostayane peyvên resen ên Kurdî parastine da ku gihandine ber destê nivîseran.

Di rastî de mirov dikare bêje, eger îro rojê zimanê me zîndî ye, divê em qedrdarê wêjeya devkî û çanda resen yên wek "beyt, siyaçemane, lavik û hore"yê bin ku sing bi sin hatine û nifşa nû nehêlane ku zimanê me ji nav here û anîne ser pirtûkan.

Di niha û nav civakê de gelek awazên folklorî ên Kurdewarî lawaziyê bi xwe ve dibînin û gefa lawaziya zêdetir li ser wan e. Tê zanîn ku nifşa niha gelek girîngiyê bi wan awazên folklorî nade.

Mirov dikare bêje tevî vê ku hatina teknolojiya nûjen hem aliyê erênî hebûye û hem jî nerênî, lê hin caran ew teknolojiya ji bo çanda cîhana sêyem wek nexweşiyekê bûye, çimkî îro rojê em dibînin ku eger zarokên Kurdan di nav malên xwe de li cem kesûkarên xwe bi cihê vê ku guhdariya Horebêjan û wateya wê bikin, guhdariya mûzîkên Tirkî û Farsî dikin; Belkî piraniya zarokên Kurdan aghdariyek baş li ser hunermendên bîhanî hebin, lê bi rastî heta navê gelek ji hunermendên navdar ên Kurdî jî nizanin. Eva erkê hemû takeke Kurd e ku wê resentî û çanda kurdî ya kevnar biparêzin.

KURDŞOP
629 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!