Bûka Baranê di çanda kurdî de

Bûka Baranê navê rêûresmeke çandî ye di çand, kevneşopî û bîrdanka kurdan de rûniştiye ku her car ji aliyê zarok û civata mezinan ve tê lîstin.

Aras Hiso

Hîn jî tê bîra min gava ku em biçûk bûn û me koma zarokan bi hev re bang dikir ''Şûl Şûl Şûlikê, Tasek avê rehmanê, Berda binê leganê, Legan qul bû av tê çû, Tasa hecê di ber re çû''. Çi sala di zivistanan de ku ewr û esman xeniqî bûya û baran nebariya, kal û extiyarên me êş dikete çongên wan û dest bi gazin û hawaran dikirin. Me jî ji bo ku em dilê wan rihet bikin û hem jî mîna hêviyekê di dilê mezinên xwe de biçînin û hem jî me dixwest em derkevin kolanan û vê lîstokê bilîzin.

Bûka Baranê navê rêûresmeke çandî ye di çand, kevneşopî û bîrdanka kurdan de rûniştiye ku her car ji aliyê zarok û civata mezinan ve tê lîstin. Ew rêûresma çandî li hemû deverên kurdan jî tê bikaranîn, her sala ku baran nebare yan jî hişkesalî bi ser herêmek ji herêmên kurdan de were. Ceh, genim û zevî ji tîbûnan re diçilmisîn, şînkahî,  gul û kulîlk melûl û mezlûl dibû, pê re jî dil û hêviyê cotkaran jî diçilmisî. Çiku debara milet li ser zevî û çandiniyê bû, ji xwe heta roja îro jî wiha ye. Piraniya miletên kurd ji ber ku bi çandinî û axê re têkildar in, debar û dahata wan jî vê ax û çandiniyê dihat.

Hingê di wan demên berê de mezin diçûn talanan û zarokan jî ji xwe re bi rêya rêûresmeke ji aliyê zarokan ve Bûka Baranê çêdikirin û daxwaza barîna baranê tê kirin, çiku tê gotin dua û daxwazên zarokan tê qebûlkirin û dibe sedem û bador dike    ku baran bibare. Lê di ola îslamê de ev daxwaz bi awayekî din tê kirin ku cimaeta zilaman û ya jinan ji hev cuda dest bi nimêja daxwaza baranê dikin.

Di warê navlêkirinê de ji Bûka Baranê re Keskesor, Kevana Dawid an jî Qozeqer tê gotin, piştî ku baran dibare li asîmanan keskesora heftreng derdikeve ango rengên sor, porteqalî, zer, kesk, şîn, mov û şekerî,   bi erebî jî re tê gotin Qews Quzeh. Li herêma Cizîra rojavayê Kurdistanê jî xelk jê re dibêjin Zêw.

Çawaniya rêûresma Bûka Baranê

Destpêkê ji aliyê koma zarokan bûkekê ji dar û paçikan çêdikin, bi stûneke dirêj ji jor ve hilididin û li kolan û gundewaran digerin û dest bi duayan dikin. Bi bangkirin û gazîkirinê re li deriyên malan didin, xwediyê malan jî tasek av diavêje wan an jî li pey wan direşîne û xelatan wekî diyarî didin wan, ji xelatên mîna    bulxur, nîsk, savar, zeyt, rûn, pere, fêkî û hwd. Piştî ku gera zarokan li gel Bûka Baranê bi dawî dibe, ew zarok li hev dicivin û wan tiştên ku ji malan kom kirine li hev parve dikin û dîsa jî dest bi duayan dikin.

Di bîrdanka me tevan de ev xweşiya kolanên teng, rev, bang û qîrkirinê   heye.

Sirûdên Bûka Baranê

Taybetmendiya her herêmekê ji bo sirûdên Bûka Baranê cuda ye. Bo nimûne li herêma Kobaniyê wiha dibêjin:

Şûl Şûl Şûlikê

Tasek avê rehmanê

Berda binê leganê

Legan qul bû av tê çû

Tasa hecê di ber re çû

***

Baranê bibar bibar

Çivîka gemê te xwar

Sêwîka serê hev xwar

Lê divê neyê    jibîrkirin ku ew rêûresma zarokan ne tenê di dema hişkesaliyê de têne çêkirin. Ew yek mîna kevneşopiyeke çandî di nava kurdan de rûniştiye û her sal di dawiya zivistanan û destpêka biharan de têne    lidarxistin. Her cara ku qiyametek yan jî derd û bobelatek bi ser gundekî tê, dîsa jî ev rêûresm têne lidarxistin.

Hingê bi van lîstokên mîna Bûka Baranê û gelekên din, mirov tê de rastî gelek tiştên xweser û newaze tê. Çiku di van lîstokan de; perwerdehî, ziman, çîrok, bîranîn, kêfxweşî û jiyana    xwezayê bi hev re têne meyandin û di bîrdanka me de têne tevdan.

KURDŞOP
583 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!