Tevgera olî-civakî ya Heqe di Kurdistanê de

Diyako Şasiwar

Piştî wê ku terîqeta Neqşebendî li ser destê Mewlana Xalid Neqşebendî li Kurdistanê berfireh bû, Mewlana hewl da wê terîqetê, awayê bîrkirina wê, pêwendiyên olî û civakî yên wê ku ew terîqet pênase kiribûn, tenê li cem wî nemîne. Her lewma kesek bi navê Şêx Ehmedê Serdar raspart ku ji bo belavkirin û geşepêda wê terîqeta Neqşebendî di Kurdistanê de hevkariya wî bike. Piştî Şêx Ehmedê Serdar, ew kesên ku bûne rêberên wê terîqetê ev in: Şêx Qadirê Sor, Şêx Rizayê Eskerî, Şêx Mihemedê Êlelah, Hecî Şêx Mistefa û Şêx Mela Ehmedê Gelnêrî. Her yek ji wan di yek ji navçeyên Kurdistanê de çalak bûn û peyrew ji bo terîqeta Neqşebendî zêde dikirin. Piştî wan hemûyan, Şêx Ebdulkerîmê Şedele terîqeta Neqşebendî werdigire û dest diavêje bi berfirehkirina wê terîqetê di navçeyên cuda yên Kurdistanê de. Şêx Ebdulkerîm bîr û baweriyên wê terîqetê li navçeyên Dukan, Bekireco, Çiwar Qurne, Jarawe, Sengeser, Baziyan û di gelek navçeyên dinê de berfireh kir û heta parêzgehên Kerkûk û Hewlêr jî dibine pantahiya çalakiyên wî.

Şêx Ebdulkerîm Şedele

 

Lê Şêx Ebdulkerîm tevî vê ku beşeke zêde ji prensîpên terîqeta Neqşebendî û bîrkirinên wê terîqetê diparêze, li gor cîhanbîniya ku bi xwe hebûye, hin guherînkariyan di awayê bîrkirina wê terîqetê de çê dike û rêbazek nû ya hizrî û cîhanbîniyeke nû ava dike. Ew cîhanbînî û rêbaza nû, navê rêbaza Heqe li ser danî.

Şêx Ebdulkerîm Şedele

 

Rêbaza Heqe tenê rêbazeke olî nebû, her çiqas wekî berê hate gotin jî, rêbaza Neqşebendî hewl dabû di hin beşên bîrkirina xwe de, mijara nîştiman û cihê jiyanê bo alîgirên xwe bi girîngî bide nîşandan, lê Şêx Ebdulkerîmê Şedele hewl dida ku wê rêbaza olî têkelê şêweya bîrkirin a civakî û jiyana rojane ya xelkê bike. Wate girîngiyek ku rêbaza wê heq e û şêwaza bîrkirina Şêx Ebdulkerîmê Şedele bû û cudahiyek ku bi terîqetên dinê re çê dikir, ew jî ev e ku terîqetên din zêdetir pira pêwendiya di navbera jîngeha mirovên oldar digel cîhana aliyê din ê sirûştê de bû. Wate rûyê terîqetên din ji esman bû. Hemû terîqetên beriya terîqeta Şedele, mirov amade dikirin bo wê ku pêwendiya xwe bi serwe û esman re qahîm bikin. Ji aliyekî dinê ve mirov ji ew aliyê dinyaya ku tê de dijîn ji bo jiyanek tijî bextewarî û bedewî amade dikir. Ew aliyê sirûşta ku em nas dikin.

Bawernameya melatiya Şêx Ebdulkerîm Şedele

 

Her çiqas rêbaza Heqe wê pêwendiya ruhî ya di navbera mirov û Xwedê de diparêze, lê beriya wê ku mirovan ji bo jiyanê li cîhanek dinê amade dike ku ti mirovek bi wê nagihîjin, wek hemû felsefe, rêbazên hizrî yên erdî û sekularan, hewl dide mirovan ji bo jiyanekê di nav civakekê de amade bike ku mirov destê wan pê re bigihîje û tê de jiyanê bikin. Li ser wê bingehê, Şêx Ebdulkerîm hin navendên wek navenda lêborîn ji bo bîr û hizrên mirovan pênase dike, ku hemû ew navendên bîrkirinê li xizmeta dabînkirina jiyaneke aram û yekgirî ya civakî li ser erdê bin. Wate rêbaza Heqe ku alîgirê bidestveanîna heq û rastî ya jiyana mirovan e, pêyê wê li ser erdê hatiye girtin û li ser dinyaya sirûştî jî dijî.

Şecereya şêxên Heqe

 

Bingeh û prensîpên bîrkirina rêbaza Heqe ev in:

Yekem: Di civakeke mirovî de ku mirov li du komên serdest û bindest têne dabeşkirin, wek hemû felsefeyên mirovî yên din ku behs dikin, mimkûn e ku serdestan dest bi ser mafê bindestan de girtibe. Li ser wê nêrînê û pêka wê cîhanbîniya ku civak ji tex û qatên newekhev pêk hatine, rêbaza Heqe alîgirên xwe han dide bo wê ku di navbera serdest û bindestan de, alîgirê bindestan bin û berdewam tekeziyê li ser maf û daxwaziyên wan tex û qat û kesan dikin ku zilm ji wan tê kirin û mafê wan tê zevtkirin. Wate ew bi awayekî di navbera diyarde û pêwendiyên mirovî yên civakê de, dadweriyê dikin û aliyê rast hildibijêrin û pêşiyê didine aliyê naheq.

Duyem: Xwîşk û birayetî û yekgirtin girîng e. Eşkere ye ku li gorî xwendina me ya piraniya dibistanên hizbî û olî yên kevneşopî, em digihîjine wê encamê ku berdengên zêde yên wê rêbazê, ji regeza nêr bûne. Lê di wê rêbazê de tekezî li ser wê mijarê tê kirin ku tev endamên civakekê ji jin û mêr ango nêr û mê, divê pêwendiyek dirust û hevsengiyeke wan hebe. Di vê derbarê de ti regezek bi ser regezek dinê re serdestî nîne.

Xaneqaya Kelkesimaq yek ji girîngtirîn xaneqaya Heqe ye

 

Sêyem: Bawerî bi tinekirina “tesnîfkirina” civakê. Di wê şêwaza bîrkirinê de girîngî bi qatan re nayê dan. Wate qata zana, beg, mela, axa, şêx, mamoste, kedkar, cotiyar û hwd, tev ew tex û qatên civakê, divê bêne tinekirin û hemû mirov wekî hev bêne mêzekirin. Her lewma gelek ji endamên ser bi wê rêbazê û heta xwedan milk û ew kesên ku di qata bilind a civakê de bûne, destên xwe ji serweta xwe şûştine û bi ser xelkê de parve kirine.

Çarem: Hevkariya civakî. Alîgirên rêbaza Heqe li ser wê bawerê ne ku tev endamên civakê di pileya yekem de asta şiyana madî û heta menewiya wan wekî hevdu nîne. Her pêka wê yekê hin ji endamên civakê pêdiviya wan bi hevkariya zêdetir e û pêdivî ye ku hevkariya wan bê kirin da ku asta jiyana xwe bibine asta rewşa asayî. Hemû ew kesên ku di civakê de dijiyan li ser wê nêrînê hewl didan da ku endamên wê rêbazê beşek ji serweta xwe paşkeft bikin û ji bo hevkarîkirin bi kesên destkurt û hejar re bi kar bînin.

Pêncem: Girîngîdan bi pirs û şêwirmendîkirinê, yan ewa ku jê re dibêjin “bîra bi kom”. Eger di rêbazek dinê de giraniya raman û bîrkirinê li ser milê rêberê terîqetê û pêşengê rêbazê bûbe, li gorî vê yekê, piştî wî xelîfeyê û kesên raspartî yên wî girîng peyda dikirin û dîsan di nav van nêrînan de şêwazeke çînayetiyê pêk dihat. Di rêbaza Heqe de li ser wê bawerê ne ku tev endamên civakê û tev ew kesên ku bawerî bi rêbaza Heqe hene, divê di mijarên girîng ên civakê de bi wan re bişêwirin. Ewa ku paşê wek projeya praktîkî di civakê de tê lidarxistin, divê bi awayekî sentezeyî şêwirmendî û guherînkariya nêrînan bi tev endamên civakê re hebe.

Şikefta Meme Rizayiyan ku şaxeyekî Heqeyê bûn. Li ser bilindahiya gundê Topzavayê ye û peyrewên wê ji bo bêhnvedan û nihênîparêziyan çûne wir.

 

Şeşem: Parastina nihêniyên wê rêbazê girîng e. Ev prensîb li gorî berçavgirtina rastiya civaka kurdewarî, civakên olî û Rojhilata Navîn, li ser wê yekê hatibû avakirin ku ger wan ji ber cudahiyeke zêde digel nêrînên dinê hene, bi awayê eşkere nêrînên xwe nîşan bidin û bangewaziyê bo dikin, dibe ku dijberên wan êrîşî ser wan bikin. Bi vî rengî ew pêbendê wê yekê bûne ku gelek nihêniyên di nav alîgir û endamên wê rêbazê de biparêzin. Her lewma em dikarin bêjin ew civaka ku wan pêk anîbû, civakek heta astekê daxistî bû.

Heftem: Girîngiya rola jinan: Her wek me di prensîp û bingehên dinê de behs kir, rêbaza Heqe ji gelek şêwebîrkirinên dinê re cudatir e. Jin li gorî wê bîrkirinê dikarin nêrînên xwe bêjin. Bi awayê azad hevjînê xwe hilbijêrin. Bi şêweya azad ji bo xwe kar peyda bikin û di civakê de mafekî wan ê wekheviyê hebe.

Heştem: Berevajî hemû şêweyên dîtingehên olî yên li Rojhilata Navîn, ew rêbaz li ser yekgirtin û tevhilgirtinê hatiye avakirin. Wate li ser hizra dijetundûtûjiyê tekeziyê dike.

Şikefta Meme Rizayiyan ku şaxeyekî Heqeyê bûn.

 

Nehem: Her çiqas ew rêbaz arasteyeke kevneşopî bû, lê wekî saziyên modern, alîgiriya rêbaza Heqe di warê karûbarê rêkxistiniya civakî de baweriya wan bi hin navendên birêveberiya civakî hebû. Her lewma tekiye û xaneqayên wan ji bo birêxistinkirina karûbarên xelkê li gund û deveran dihatine terxankirin.

Dehem: Rênimayiyên rêbaza Heqe ji bo saxlemiyê balkêş in. Lewma dehemîn prensîp û bingeha wê bîrkirinê bingehek e ku behsa perwerdehiya laş yan laşsaxî dike û li ser nekêşana cigare û nexwarina çayê tekeziyê dike.

Yazdehem: Dawî beşa rênimayiyên rêbaza Heqe, tekeziyê li ser zayîn û zaroknebûnê dike. Wate wan bawerî bi kontrolkirina heşîmet û pêşîgitina zayînê hebûye. Ew li ser wê mijarê li ser rohnkariyên olî piştstûr in.

KURDŞOP
633 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!