Felsefeya dîlan û govendên kurdî - Beşa 5em

Keyhan Mihemedînijad

Em ê li vir çend mînakan    ji felsefeya dîlanên deverên naverast û başûrê Rojhilatê Kurdistanê ji bo we behs bikin.    Yek ji wan dîlanan a “Qire Pîrejin” e ku du felsefeyên taybet heye. Li gorî gotina şarezayên dîlana kurdî, felsefeya yekem a dîlana Qire Pîrejin wiha ye: Dema ku leşkerê kurdan di dema desthilatdariya medan de li meydana şer li hember dijmin rawestabû, wê demê tev hêzên kurdan bi şêweyê grûp bi grûp destê hev digirin û çend caran xwe li ser erdê bilind dikin û bi hev re “hey” dibêjin  û bi nimayişên pê û dest ber bi hêzên dijmin ve diçin û ev yeka dibe sedema çêbûna tirsê li cem hêzên dijmin û ev jî paşekêşeyê dikin. Yan jî hin rezm tê de ne ku hemû bi hev re rûdinên û hey dibêjin û pêngavekê ber bi paş ve vedigerin û du pêngavan jî ber bi pêş ve diçin, wate axa xwe bicih nahêlin.

Felsefeya duyem jî wiha hatiye zanîn: Lêkoler dibêjin, felsefeyek din a dîlana Qire Pîrejin heye ku vedigere li ser çandiniyê. Ew xwe destpêkê amade dikin bo berhevkirin û hilgirtina çandiniyê û laşê xwe ji bo vî karî amade dikin û ew bi dîlankirinê ber bi cotkarî û çandiniyê ve diçin.

Felsefeya govenda “Sê Pê”: Ev govenda şêwaza şerê kurdan digel dagîrker nîşan dide, ev govenda leşkerî ye û serkeftin, pêşveçûn û qehremaniya kurdan nîşan dide. Li Rojhilatê Kurdistanê çendîn şêweyên govendkirina Sê Pê hene û her yek ji wan wate û felsefeyek taybet bixwe heye. Hin ji şarezayên warê govenda kurdî şêweya Sê Pê vedigerînine serdema Zerdeşt û tê zanîn ku bi wateya sê gotinên wek “gotina baş, hizra baş û kiryara baş” e. Sê Pê tenê di navçeyeke Kurdistanê de nayê kirin, belkî di piraniya navçeyên Kurdistanê de ew govend     heye, lê her yek ji wan bi cureyekê diçin.

Wek tê zanîn govend û dîlanên kurdî tenê ji bo şer nebûne, belkî hin ji dîlanên kurdî di dema jidestdana kesek ezîz yan şoreşgerekê de kirine. Ev şêwe dîlan    jê re dibêjin “Çemerî”.    Ew dîlan    zêdetir di navçeyên Îlam, Kirmaşan û Luristanê de bi rê ve diçe. Rêûresma Çemerî ji bo yad û rêzgirtina kesayetiyên mezin, navdar û serokeşîran tê lidarxistin.    Dema ku kesayetiyek navdar û mezin diçe ser rehma Xwedê û mirina wî li ser jiyana eşîret yan jî kesûkarên wî bandordar dibe, ew rêûresma Çemerî bi awayekî mezin û ecêbgirtî û pir ji nîşane û remz ve tê lidarxistin.

Di nav Çemerî de dîlaneke aram û xemgîn bi rê ve diçe û ew dîlana xemgîn jî li stûyê hin kesên taybet e ku digel hev hevaheng in û hin ji wan zirne    û daholê lê didin û hin ji wan jî digel şîn û giryana jinan de pêwendiya melodiyê hene. Çemerî dîrokeke dûrûdirêj heye û hin çavkanî dibêjin, ew şêwe şîn û taziye vedigere li ser 10 hezar sal berî niha.

Cura “Kuwêstanî” jî yek ji dîlanên kurdî ye ku taybet bi bajarê Baneya Rojhilatê Kurdistanê ye û bezmeke çiyayî ye. Tê zanîn dema ku xelkê wê deverê çûne bo zozanan û bêrî çûne nava pez, wê demê şivanan stran gotine û bêriyan jî dîlan kirine û eva zêde wek govendeke çiyayî tê nasîn.

Geriyan yek din ji govendên kurdî ye ku melodiya vê govendê di paraniya deverên Kurdan de bi awayek wekhev tê jenîn. Geriyan di zimanê kurdî de bi wateya geşt û seyranê tê.  Ev govenda bi nermî û hêdî hêdî dest pê dike û hêdî hêdî bileztir dibe. Di vê dîlanê de bandora seyranê di jiyana kurdan de tê xuyakirin û cureyên melodiyên vê dîlanê nîşana serpêhatiyên ku di seyrangehê de bi dest dikevin nîşan dide. Di vê dîlana sirûştî de jiyan hevraz û nişîv a kurdan nimayiş dike û serpêhatî û ezmûnê wan radixe ber çavan.

Cure û şêweyên dîlanên kurdî zaf in û pêwîst e ku lêkolerên vî warî zêde lêkolînê li ser wan bikin û felsefeya wan rohn bikin. Gelek dîlanên kurdî hene ku dîrokeke veşartî li pişt wan e û nabe em wan ji bîr bikin û tevî birêvebirina wan, divê ew dîrok û felsefeya hatî veşartin û nehatî gotin ji bo takê kurd bê eşkerekirin.

Folklora me kurdan dewlemendtirîn folklora Rojhilata Navîn e û gelê kurd koçer nebûye û yekem netewe bûye ku di Zagrosê de şaristaniyet afirandine û dahînerê keresteyê jiyana mirovayetiyê bûye û pêdivî ye ku çanda neteweyeke wiha kevnar neyê jibîrkirin û giraniya vê yekê jî dikeve ser milê lêkoler û dîrokzanên kurd ku xwe pê ve mandî bikin.

KURDŞOP
651 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!