Pêlavdiz

Resûl Bafeyî

Ji bo her însanî    tişteke bi qîmet heye. Ji bo hinekan pere, ji bo hinekan erebe, ji bo hinekan xanî, hinekan malbat, hinekan dost, hinekan yar. Hema çi were bîra we. Ji bo min jî pêlav bi qîmet e. We şaş nebihîst. Pêlav, sol, şekal. Lê heta tê bîra min, di aliye pêlavan de siûda min nîne. Ti caran ya bi dilê xwe nabînim. Dema dibînim jî, xêrê jê nabînim. Belayek tê serê    min.

Berê feqîrî bû, neyînî bû, pêlav gelek kêm û bi qîmet bûn. Hema te çi dîtiba, çi li ber destê te ketiba, te dixist piyê xwe. An jî dê û bavê te çi bida te, mezin an jî biçûk ferq nedikir. Ku mezin ba digot, ‘xem nake kurê min, tê saleke din jî têxî piyê xwe’. Ku biçûk ba jî digot, ‘îdare bike heta me yeka nû ji te ra kirî.’ Heqê me yê gazindê nebû lê pirsa di sere min de jî ev bû ‘Kengî?’  Heta etar hatî gund an heta wextê cot hatî an heta wextê firotina berxa hatî, an jî heta kulîlkên welat sor bin. Kengî! Kengî? Min nizanîbû. Kesî nizanîbû.

Ew şansê me nebû ku em herin bajêr yekê bikirin. Çûna me ya bajêr jî salê du car bûn. Carekê payîzî, carekê jî biharî. Weke din derketina ji gund nebû. Bê gazind û bê çare li benda pêlava xwe bûyî.

Pêlaveka min ya reş hebû. Lastîk bû. Me digot ‘ermenek’. Pêlaveke gelek saxlem bû. Hingî qaîm bû, te bi kêrê jî nikarîbû biqetîne. Ji bo tu qetekê jê bikira, divê xencereke ji ya mîrê Botanê bi te re heba. Xencera Salih begî. Ne pêlaveke rihet bû  lê îdareya me pê dibû. Kar û barên gund hemû me pê wê dikirin. Lê qisûreke wê ya mezin hebû.  Zû bêhn pê diket. Bêhneke pîs. Bêhneke xirab. Bêhna miraran. Ji bêhna wê tîmor di sere mirov de derdiket. Li gund (Bafê) te ji linge xwe derdixist li bajêr xelkê digot, ‘Îco fe kê ev çi bêhn e.’ Dema tu di ber goristanê re diçûyî, weke Şefîqê Tembûrvan gotî ‘mirî ji gorên xwe radibûn’. Dema radibûn jî nifir li me dikirin. Lê bila ji bîr nekin, berê  ev pêlav di piyê wan de jî hebû.

Paşê hêdî hêdî  weke mezinên me gotî, ‘halê dinyayê xweş bû.’ Modelên nû hatin derdora me. Piçek pere jî ketin berîka dê û bavên me. Êdî me dikarîbû pêlaveke bi dilê xwe kirîba. Ji bo me (bi taybetî ji bo min) çûyina bajêr û pêlaveke nû luksa herî mezin bû. Min jî weke dinya nedîtîyan qondereyeke serê wê tûj ji xwe re kirî. Kesî tiştên wilo li vî welatî nedîtibûn. Dema min pê li erdê dikir, dengê wê ji vir diçû heta ka ku derê. Ji teq reqa wê xelkê li derdora xwe dinerî, digotin ka ev kî ye tê. Mamosteyekî min hebû, digot ‘nalên te yên nû ser xêrê bin.’ Ew nalên min li ber çavan ketin (li gorî analîza dê û bavên min), deh rojan îdare nekirin.

Piştî wê gelek pêlav çêbûn. Hemû jî ji hev xweşiktir û delaltir. Lê yek hebû  tu caran ji bîr nakim. Yeka spî bû. Du xetên reş li ser hebûn. Min jê re digot Gewrê. Te digot qey jineke bedew rûyê wê  weke heyvê, bejna wê weke spîndarê, pora wê weke mircanê bi hêst û evîna xwe ev pêlav dirûtiye. Dema çavê min pê ket, weke Arşîmet min jî da ber qîran, min got ‘Eureka, Eureka’ û bi nava dikanê ketim. Xwediyê dikanê got, ‘evê dîn çi dibêje’. Min got, ‘min dît min dît.’ Ew pêlava ez lê digerim, min dît.. Ew pêlav, ew pêlav bû lê ew pereyê bi min re ne pereyê wê pêlavê bûn. Gelek biha bû û ez xwendekar bûm. Min jî ew bi şeş taksîtan kirî. Şeş taksîtên ne şikestî.

Min ji mal dernedixist. Şeva pêşî di berê min de raza. Cihê wê her tim li ser serê min bû. Diçûm mêvandarî, min li devê derî nedihişt. Ew ne ya devê deriyan bû. Hêja bû ku bi min re bigere û bi min re rûnê. Ji ber ku spî bû, eşqî qirêj bû.  Rojekê dîsa xwe li nava toz û qirêjê dabû, ez jî ketibûm xewa xefletê, hiş û aqilê min ji serê min çû pê de aciz bûm.  Min got, ‘tê îro li deve derî bî.’ Hê min devê derî negirtî, hinekan dizî. Li pey ketim, min kir hawar. ‘Ka we pêlava min nedîtiye? Kê pêlava min diziye?’ Li pey xelkê çûm, min li lingê wan dinêrî ka ya min e an ne ya min e.  Lê ew pêlav çû, hê min taksîta pêşî nedayî çû. Qey mirov wisa li hev dike. Hema heta taksît xilas bûyî tu bimaya.

Îro bi şimika sor ji nimêja înê vegeriyam. Dîsa hinekan pêlava min diziye. Lê ev pêlav ne li  xema min e. Hê jî li hêviya Gewra xwe me…

KURDŞOP
3596 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!