Koma Teziyê

Li bajarê me komeke teziyê heye. Melayê wan melayê kumsor e. Koma herî bi nav û deng e li Hezexê. Hema bêje hemû gundiyên me ne. Bi hev re dimeşin, bi hev re digerin, bi hev re dixwin û bi hev re vedixwin.

Resûl Bafeyî

Hûn jî dizanin tezî cihê şîn û girî ye. Li aliyekî dengê qêrînan, li aliyê din hizn û bêdengî, li aliyekî êş, li aliyê din keder. Carna jî kenekî sar heye. Lê ew ken jî bi yek carê cihê xwe dide girî.

Dixwazim li vir behsa teziyên me kurdan bikim. Li ku derê be, dema mirovek dimire, xwedî û nas , dost û heval, gundî û rêncber û carna jî neyar ji bo sersaxiyê ref bi ref diçin teziyê. Bi gelemperî dê û bav diçin. Ciwan vî barî danaynin ser milê xwe. Yê koliyek şekir bibe, yê tenekeyek rûn, yê kîsek birinc, yê çend kîlo çay, hema çi be jî kes destvala naçe. Ev êdî bûye çandek.

Li bajarê me komeke teziyê heye. Melayê wan melayê kumsor e. Koma herî bi nav û deng e li Hezexê. Hema bêje hemû gundiyên me ne. Bi hev re dimeşin, bi hev re digerin, bi hev re dixwin û bi hev re vedixwin. Ez jî dixwazim tevlî koma wan bibim lê min nagirin nav xwe. Xelk dibêjin ku torpîla te nebe an jî nasek û dostekî te nebe tu nikarî bikevî nav wan. An jî divê ez tiştekî, pereyekî bidim yekî ji wan heta ku min qebûl bikin.

Min feqîrî pere nînin, lê apê min di nav komê de ye. Bi kotekî heftê bela (biwêjeke li ba me ye, sibhanellah kurdî çend dewlemend e) min bi wî da qebûlkirin, şikir ji Xwedê re ez jî tevlî vê koma navdar bûm. Ya rastî ew zêde naxwazin ciwan tevlî wan bibin. Dibêjin, “wê rojekê dev ji me berdin û me bi tenê bihêlin.” Lê apê min soza mayina min da. Got, ez kefîlê biraziyê xwe me. Yê herî mezinê me heştê salî ye. Dîsa biçûkê komê û kûçikê komê Resûlo ye. Her dema em diçin teziyan, şekir di destê min de ye.

Carê xelkê bi hesp û dewaran xeber dişand ji hev re. Paşê cihê hespan telefonên malê girtin. Paşê ev telefonên berîkan derketin.  Niha jî komên whatsappê hene. Li ku derê yek bimire di wê gavê de wênêyê wî dikin profîla komê û yek ê  bêje, “Filankesê/a kurê/keça filankes rehma Xwedê kiriye, sibê saet nehan de herkes li ba qehwa Birahîmê Feqe Hemed amade be.” Hemûyê di komê de dibêjin, “Xwedê efû bike.” Gelek ji wan jî nizanin binivîsin, deng dişînin. Xalê Emîn heye, her cara ku em deng dişînin, dibêje qey em ji wî re dibêjin, camêro radibe yeko yeko bersiva me hemûyan dide. Gelek caran jî di komê de ji min re deng dişîne: “Resûl, bavê xalê xwe, tu siviktir î, li şûna xalê xwe here pereyê ceyranê razîne, here pereyê avê bide, here ba filankes qewîtiyek heye.” Ax xalê Emîn, ax. Qurbana te.

Ew dibêjin saet neh, lê apê min di saet heştan de telefonî min dike: “Resul em çûn, tu li ku derê  mayî?” La hewla wela quweta! Hê saetek ma ye! (Di ber xwe de dibêjim helbet.) Her şeveq wisa li min dike.

-Bila apo va ez hatim.

-Zû, em dereng man.

Ku berê wî li cihekî be xewa apê min nayê, nahêle em jî razin. Dibêje tu caran kes li hêviya min nesekiniye û ez nahêlim bisekinin jî. Felsefeya apê min super e Xwedê wekîl. Dema em digihîjin ba hev, xalê Ehmed yek bi yek silavê dide me, lê dinêre ka kî kêm e . “Eloo, waa Elî, ev du car in tu dereng mayî, cara sêyan em ê te ji komê derxin, te hay jê be.’’ Heqê koma me sê car in. Apê Elî ji tirsa komê, bi wê extiyariya xwe bi çargavî bezî û hat.

Dema em diçin, em xemgîn diçin lê dema vegerê piçekî em henek menekan li hev dikin. Ya rast ew li hev dikin, ez li wan dinêrim. Ew extiyarên heftê heştê salî devê xwe yê bêdiran vedikin, dikevin kirê hev, bela xwe li hev dixin. Ew dibêje “dora te ye”, yê din dibêje “na weleh, xalê Emîn ji me hemûyan mezintir e, dora wî ye.” Carekê yekî ji min re got, “Xwarzî em filîm milîmkên te dibînin. Tu diçî nav êzidiyan, carna were nav misilmanan jî. Hê xalê te Emîn nemirî wî jî bike filîm.” Tev keniyan. Carna jî behsa hecê dikin. Hecî Birahîm dibêje “ez şeş caran çûme hecê, Xwedê tu dîsa bikî nesîb û bikî nesîbê yên neçûyî jî.” Xalê Ehmed got, “weleh tu min bikî qet û qet jî, nahêlim yek perçeya min biçe.’’

Aniha em tev dîsa diçin teziyê. Ve carê li ser profîla koma me, wêneyê xalê Emîn heye.

KURDŞOP
3339 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!