Xişrên jinên Mukriyanê - Beşa 13em

Leyla Nûranî

 

Morika Ceh

Morikeke şîn e, weke dendika ceh e, bo gerdenbendê tê bikaranîn. Ev gerdenî dikeve stûyê jinan û pê de xwar nabe. Jinên bi temen mezin morika ceh dikine "bin çene". 

Morika Çav

Morikeke reş an jî şînê tarî (sûrme) ye. Yên hûrik û mezin hene, xaleke spî tê de ye ku orta vê reş e. Her du aliyên vê morikê ew wêne hene, bo nezerê dibe û bo gelek xemlan tê bikaranîn. 

Morika Nezerê

Cureyeke morika xir an jî pehn e ku rengê wê şîn e, bi her du cureyên hûrik û mezin hene, tevî "bermûr, pawane, niqêma xişir" an jî bi tevlihev tê bikaranîn. Eger dohn bi ber vê morikê bikeve, rengê wê tê guhertin, rengê wê kesek dibe û dibêjin ev morik miriye û nayê bikaranîn.

Baweriya xelkê navçeyê weha ye:

Ev morik bo nezerê baş e, sedeqe ye û belayan ji xwediya xwe dûr dike, li şûna xwediya xwe wan belayan li xwe digire û wê diparêze.

Eger mar vê morikê bibîne, êdî nikare tiştekî bibîne û bêbandor dibe, ji ber wê ji bilî jin û zarokan, mêr jî weke niqêma gustîlka xwe bi kar tînin û dema diçin çiya wê bi xwe re dibin. 

Morika çort

Cureyeke morikê ye ku 4 rexên wê hene, du kun tê de ne ku gelek caran dikin destbend, piranî hecî dema diçin hecê wan morikan weke diyarî bi xwe re tînin. 

Baweriya Xelkê Herêmê:

Vê morikê dikin zenda xwe heta zû bi zû lê binêrin ku xem û kovan di dilê wan de nemîne.

 Morika çûkê

Ev morik berhemê darekê ye, di nava bax û daristanan de dikeve, tevî "bermûr" tê bikaranîn.

Baweriya xelkê wisa ye ku morika çûkê bo bext û şansê mirov baş e.

Morika bi rûn û şêrîn

Cureyeke yaqût a çend reng û gelek buha ye, xeteke spî tê de heye an jî hilmeke spî tevlî wê yaqûtê kirine, tevî morikên din tê hûnandin. Cureyên gerover, pehn û dirêj hene. Bo ser desteya ristika morikan dibe. Hin caran kun dikin an jî dora wê digirin û helqeyekê pê ve dikin. 

 Baweriya Xelkê Herêmê

Rûnê vê morikê dibe sedem ku destê te bi xêr be û rizqê te zêde bibe, ji ber şêrîniya wê morikê tu yê li cem xelkê ezîz bî, wê ji te hez bikin.

1. Her kesê ku ev morik hebe

2. Rizqê wê zêde dibe

3. Li cem xelkê û xwedê û mêrê xwe ezîz dibe û bi gotina wê dikin

4. Bextê wê baş dibe

Morika bi Rûn

Cureyeke morika hilû ya çargoşe û pehn e, diçiriske û wisa xuya dike ku rûn pê ve ye.  Kesên ku “Şewe” hebin dema vê morikê dikin stûyê xwe, rengê vê morikê sivik dibe (kal dibe).

Baweriya Xelkê Navçeyê:

Kesên ku “şewe” hebin dema ku vê morikê dikin stûyê xwe, dê ew nexweşî were ser vê morikê û dê rengê wê kal bibe. Bi wî awayî ev morik dimire û êdî nayê bikaranîn.

Morika Heciyan

Cureyeke morika sedefî ya biçûk û dirêj e.  Çar çar bi hev re pê ve dikin (rûyê wan li hev du ye). Serê wan jî morikeke weke teşiyê pê ve dikin, herweha "rebnawik û mîxek”an jî pê ve dikin, herweha li gel "kure meke" jî tê bikaranîn. Herweha pêçulk û landika zarokan jî pê dixemilînin 

Morika Xwînê

Cureyeke morika sor a kal ku kirine destbend, ev morik heciyan ji hecê danî û xelkê weke emanet didane hev.

Baweriya xelkê Herêmê

Her birîndarek ku xwîna wî hişk nebe vê morikê dikin destê wî û xwîna wî hişk dibe.

 

Çavkanî:

“Ferhenga Cilûberg û Xişrên Jinên Mukiryanê", Leyla Nûranî  - Selah Payanî.

KURDŞOP
651 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!