Cilûbergên kurmancî yên jinên herêma Kobaniyê

Ev wêneyê di vê babetê de li gorî çavkaniyên herêmî tê xuyakirin ku di sala 1977an de li gundê Mezrê ya Kobaniyê hatiye kişandin.

Aras Hiso

Cilûbergên kurdî yên jin û mêran bi awayekî kronolojîk di destpêka dîrokê de hebûna xwe ya çandî û kevneşopî parastiye û heta roja me ya îroyîn jî hatiye. Her çendî kevneşopiya me ya folklorîk jî derbên mezin û giran xwaribin û di bin aşê sermayedarî û teknolojiyê de jî hatibe hêrandin, lê dîsa jî em dibînin ev mîrasa çandî li ser rûyê herêmên me kurdan dibiriqe. Gava ku mirov li nav xelkên herêmên kurdan bigere, dê rastî bi sedan cure û awayên cilûbergên jin û mêran were ku li her herêmekê taybetmendî, esalet û neqş û nimûşên wê herêmê xwe dide der. Li vir jî em ê qala taybetmendiyên cilûbergên jinan, bi taybetî yên jinên Kobaniyê bikin ku rengekî  xweşik û newaze dide. Di reng û afrîneriya wan cilan de dîmeneke xwezayî ya kurdewarî û folklorî dihate dîtin.

Li nava gundên Kobaniyê hîna jî gelek pîr û jinên temenmezin wan cilûbergan li xwe dikin û bêyî wan gavekê jî ji mala xwe navêjin û mîna eybekê yan izrekê ji xwe re dibînin. Heta gelek qewl, nifir û gotinên pêşiyan jî li ser cilûbergên jinan hene ku mirov dikare yekê ji wan şirove bike. ''Qîzê ma kofiya te xwar e''. Gava ku kofî yan taca keçekê yan jinekê xwar be, mîna ku eybeke mezin kiribe, jin ji ber vê yekê diketin ber fediyan. Bi gotineke din ku tê gotin, ''Kirasê dê yê qîzê ye''; ji ber ku dayîk navenda parastin û  kelepûra kurdî ye, çawa bike her wisa jî ew adet derbasî keça wê jî dibe. Mirov dikare bi dehan gotinên wiha li ser cilûbergên jinan şirove û pênase bike.

Li rex vê yekê cilûbergên jinan xwedî ciyawazî  û taybetmendiyên cuda ne ku mirov çendekan dikare li vir rêz bike. Cilûbergên neteweyî, yên şahiyan, yên şînan, yên razanê, yên paletî û cotkariyê û hwd. Her wiha ev cilûberg dikare li gorî temenên jinan were guhertin jî. Lê em li vir dikarin wan cureyan li gorî sê nifşan dabeş bikin ku ew jî ev in: Keçên biçûk (zarok), keçên ciwan, pîr û jinên temenmezin.

  • Keçên biçûk: Ji bo vê beşê taybetmeniyên wan yên cuda hene ku mirov dikare bêje temsîla cilûbergên jinên temenmezin dike. Li cem vê beşê kirasên xwedî xilçik û kinik tê li xwe kirin, di binî de jî bêcemeyekî fireh tê li xwe kirin û derling tev de bi xilçikên rengîn tê gerandin,  bi ser kiras de jî qutikekî kinik û bêpî tê li xwe kirin û li dora navê jî kembera ku ji cawê kerês hatiye dirûtin tê gerandin.
  • Keçên ciwan: Di vê beşê de jî jinan kiras û xeftanên dirêj li xwe dikirin û her wiha îşqur ku şibhê tacê dide, lê ne tac e li serê xwe digerandin û xilçikên rengîn bi ser de berdidan. Her wiha li dora navê jî kemberê zêrîn tê digerandin. Tiştê ku jinên zewicî û yên nezewicî ji hev du cuda dikir, jinên zewicî destmalên melesî di binê îşqur de didane serê xwe û bi ser milên xwe de berdidan, lê yên nezewicî destmal nedidan serê xwe. Temenê wan jî mirov dikare heta derdora 45an bihesibîne.
  • Pîr û jinên temenmezin: Di vê beşê de ku hêdî hêdî mezinbûn li rûyê jinan xuya dike, pê re jî dirûvê cilûbergên wan jî tê guhertin. Jinan xeftanên spî û carinan jî reş li xwe dikirin û kirasê wan bi piranî rengê gewrê girtî bû û bervanek ji navê û ber bi jêr de ku hêla pêşî girtibû li nava xwe digerandin. Taybetmendiyên vî temenî piranî rengên cilûbergên girtî bû, ango sor, kesk û zer nedihat li xwe kirin, mirov dikare bêje tenê di şahiyan de dihat li xwe kirin. Her wiha li kêleka vê jî jinan kofî li serê xwe digerandin û heta di malê de jî jin bêkofî û bervanek nediman. Mîna eyb û izrekê bû ku jinên temenmezin bêyî kofî bimana.

Lê îro ev adet piranî ji nav xelkê çûye û tenê di şahî û rê û resmên neteweyî de tê li xwe kirin, lê helbet mirov dibîne ku ev çand bêhtir di nav wan jinên temenmezin da maye. Ev rêzkirinên ku me li jorê gotî bi xetên stûr wê cudahiyê dihewîne. Dibe ku ev ciyawazî û taybetmendî li cem xelkên din cuda be.

Têbînî: Ev wêneyê di vê babetê de li gorî çavkaniyên herêmî tê xuyakirin ku di sala 1977an de li gundê Mezrê ya Kobaniyê hatiye kişandin. Li aliyê çepê jina bi navê Hedla Soreklî ye ku kulfeta Mihemed Elî Soreklî ye û ya li aliyê rastê jî keça wê Fayîma Soreklî ye, jinên di navbera wan de jî mêvanên biyanî yên ji Amerîkayê ne.

KURDŞOP
962 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!