Tevnkirin di nav kurdan de - Beşa 10emîn

Leyla Nûranî

 

Du Bi Dane

Derbasbûna du rayelan di nava qulabekê re, wate du hewdan (tayên ben) ên rayelê di nava diranên şe re derbas dibin. Cacim û Bermal "du bi daneyek" in ku dane bi wateya "şe" ye.

Dezgehê Tevnkirinê

Dezgehê taybet bi hûnandina "Caw, Xam, Sicad, Cacim, Popeşmîn û Bûzû" hin amûrên weke dar, texte û ben in kubi rêkxistineke taybet û rêkûpêk hatiye çêkirin û hostayê tevn li ser kar dike.

Metelok

"Ewe çê, asin û ben û golole/ wêm xist reşî dû la/ lêm xurrî kirdê qûle"

Bersiv: Dezgehê Tevnkirinê

"Sê mûr le likî darê/ Xoy hawîşte çinarê/ta çinare debziwê/ sê mûre degrê berê?!"

Bersiv: Dezgehê Tevnkirinê

Rayel: Tan

Rayelkirin

Dema ku gulolika ben vedikin û dikin tayên ben ku di navbera du an jî çend gêreyan de. Herweha "rayelkirin" bi wateya çûnûhatina zêde an jî çûn û hatine bilez e.

Rengkirin

Dema ku rengê ben bi dest tê guhertin.

Têbînî: Ben ji bo ku rengê xwe yê dilxwaz weke sor, şîn, kesk, zer hwd bigire, wan dikin maser (guloleyên li ser çoka mirov tên komkirin) û dişînin cem kesê ben reng dike. Ben an bi hibir an jî bi giya tê rengkirin. Cewher an jî hibir maddeyeke kîmyayî ye û tê çêkirin. Rengkirin bi giyayê "ronyas" bo rengê sor û pembe yê tox, "qalikê gûzê" bo rengê sor ê xeneyî, "talik" bo rengê reş ê ku hinek bi ser zer ve biçe, "zertik" bo rengê zer ê geş û ew reng bo benê spî yê vekirî tên bikaranîn.

Lê dema ku benê rengkirî careke din bi giya bê rengkirin, gelek rengên din têkel dikin û hin rengên nû tên çêkirin. Weke mînak: benê sor dixin nav ava kelandî ku qalikên gûzan tê de be û dibe rengê "sor ê gûzî". Ben piştî ku hate rengkirin tê “axşerkirin" heta ku rengê wê neyê guhertin û bêhtir bimîne. Reng tenê ji bo ben e. Merez nayê rengkirin, lê ji bo ku rengê wê yê dilxwaz çêbe, tevlî reng dikin.  

Rîs

Her cure hirî an tiştên ku bi teşî an jî xerekê hatibe hûnandin.

Zincîre

Cureyeke hûnandinê ye ku taybet e bi sicadê, lê ne bi wê wateyê ye ku bi Cacim û Popeşmînê zincîre neyê çêkirin, di wê şêwazê de binê rişiyan weke pirçê tê hûnandin û piştre wan rişiyan deste deste dikin û binê wan girê didin. (Binêre, dîmen 80)

Sift

Ew "Kir" Qumaşê ku (po - tayên bi  panî) yên wê gelek qayîm hatine qutan û li gel "tan - tayên bi dirêjî" tevlihev bûne.

Serdir

1. Berhemeke (Qumaş – Kir) ji  pembû ye ku cureyeke kincên erzan bi wê tê çêkirin û di dema kar de bi ser kincên sereke de li xwe dikirin ku ew xerab nebin.

2. Heqê şagirtê hostayê tevn dike .

3. Heqê hostayê tevn lê ne pere ye, ew qumaş an tiştekî din be. "Weke Colla be serdirî xoy razî niye" Wate bi tiştên xwe ne razî ye û bi sivik li wan dinêre.

Serdirû

Dirûna bi hev re ya du texteyên qumaş "kir" bi awayê kêlên asayî û sade.

Sereteşî

Hin caran bo hêsankariyê, ew benê ku ser teşiyê hatiye hûnandin û bûye gulole, jê ve dikin û bi kar tînin, wate sereteşî gulola benê ku bi dest nehatibe topkirin lê ew ji teşiyê ve jê ve kirine. Herweha bi serexirîle – serexirîlke jî tê gotin. (Binêre, dîmen 81-82)

Sê Be Dane

Dema ku sê rayek di nava qulabekê re derbas dibin, wate sê tayên rayelê di navbera diraneke şe re derbas dibin. Bûzû, sê bi dane ye. Ça, du bi dane ye.

Şaş

Ew qumaşê ku "po - tayên li ser panatiyê" baş nehatine kutan û hin dûrî di navbera wan û "tan – tayên li ser dirêjiyê" de heye

Şepîtke

Hosta bo ku qumaş qahîm bibe, di navbera her carekê anîn û birina Mekûkê de, yek an du caran defeyê li wî qumaşî dide ku qahîm be, ji wî karî re dibêjin “şepîtke pêwedan – şepîtke lêdan – şepîtke”.

Di nava gotinên bav û kalan de bi karekê ku hêj nehatibe amadekirin lê axaftin li ser bê kirin dibêjin, "nehatiye rêsan, nehatiye pêçan, lê şeqeşeqa wê tê".  Li vir şeqe bi wateya "şepîtke” ye. 

Şeş Teqel

Ji bo ku texteyên qumaş ji ber hev neçin û xerab nebin, hosta li sê cihan wan bi hev re didirû (kêlan lê dide) navbera wan nadirû. Ji wî awayê bi hev re dirûna texteyan dibêijn "şeş teqel". “Şeş teqel” û “heyveşev”, wate karê bi lez û xerab (nuqsan).

Qurxû

Cureyeke qamîşa rêk, saf û qahîm ku diranên şeyê tevnkirinê jê çêdikin. Her diranek nîv santîmetran pehn û 15 heta 20 cm dirêj e. Diranên ku ji vê qamîşê tên çêkirin tevî ku gelek hişk û qahîm in lê weke plastîkê xwar dibe. (Binêre, dîmen 83-84)

Kol

Du dar (texte) an jî du perçe hesin ku bûzû dixin nav wê de û bi hev re dizeliqînin heta ew qumaşê (şal û şapikan) saf bibe û deq bigire. Niha ev kar bi ûtiyê tê kirin. (Binêre, dîmen 85)

 

Çavkanî:

Ebdula Semedî, Gera di nava kargeha tevnkirinê de.

 

KURDŞOP
510 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!