Di çanda Kurdî de Cejna Beran Berdanê

Şadî

Kurdshop – Cejna Beran berdanê mêhrîcaneke kurdane û pîrozbahiyeke ne olî ya Kurdan e ku di payîzê û di hefteya dûyemîn ya meha Mijdarê de pêk tê.

Di dema destpê kirina mêhrîcana beran berdanê de, beran bi boyaxên renga reng tên neqişandin û sembolên bereketê yên weke hinar, sêv, şekirokan li qirik û qoçên wan beranan ve tên girêdan û helwesandin.

Beran berdan di nava kurdan de weke kevneşopiyeke bereketê tê pênase kirin. Herwaha  Li hindek deverên Kurdistanê jê re cejna beran berdanê tê gotin, li hindek deverên din yên Kurdistanê jî weke cejna şivanan tê binav kirin. Herçend vê gavê ev kevneşopî kêm bûye yan jî hema bêje nemaye, lê li hindek cihê Kurdistanê hîn jî ew kevneşopî berdewamin.

 Xwediyên keriyên pez bi giştî di dawiya havînê de beranan ji keriyê pez cuda dikin û heta dema cejnê, wan beranan bi giyayên guncav û ceh, têr dikin. Dema ku êdî dibe demsala cejin girtinê, di wê rojê de beran bi rengên cuda cuda dihatin xemilandin ku bi kurd di nava xwe de dibêjin heftreng. Herwaha ji ber ku di nava kurdan de hejmara heft pîroze, hertim ev xemla heftrengî hatiye bikar anîn. Ji bilî xemlandina stûyê beranan, eynik û glok jî bi wan ve dihatin daliqandin û dûvikê beranan jî bi hindek tiştên dekoratîf yên ku bi destan hatibûn vehunandin, dihatin xemilandin ku jê re digotin ‘’Xemla beranan’’. Di roja pîrozbahiyê de xwedanên keriyê pez yan jî sewalkar û xwediyên ajalan, beran û li gel wê jî diyariya şivan ku pere jî di nav de hebû, jêre şiriniya şivan dihate gotin. Herwaha di nava wan diyariyan de Bişî, kiloçeyên kurdî, kade, goreyên rîs ango bi desthatî vehunandin û kulav hildigirtin û berê xwe didan keriyê pezê ku li çolê diman. Dema ku xwedanê keriyê beranan ber bi keriyê pez ve diçe, şivan pêşî li keriyê beranan digre, heta ku xwedanê beranan xelata şivan nede, şivan nahêle ku beran tevlî keriyê pez bibe. Piştî ku xelata şivan tê dayîn, ango pere, kulav, Bişî, kade û gore, piştre destûr ji beranan re tê dayîn ku bikevin nava keriyê pez. Di pîrozbahiya beran berdanê de jî govend û dîlan, performansên muzîkê, çêkirina xwarinên herêmî, pêşbirka beranan yên herî jîr û jêhatî, lîstikên herêmî û gelek çalakiyên din têne bi rêvebirin. Herwaha piştî pîrozbahiya beran berdanê, şahiyeke din jî ku bin avê bereketa ji nû ve, ji bo hilberandina zêde tê pîroz kirin ku weke ‘’Pêmeh’’ jî tê bi nav kirin. Şêniyên gund cejna beran berdanê di demsala cotbûna pez de û Pêmehê jî di dema zayîn û çêbûnê de pêk tînin.

Ev kevneşopiya beran berdanê taybetî li herêmên Serhed yê Bakurê Kurdistanê û li derdora bajarê Makuyê yê Rojhilatê Kurdistanê û herwaha li gelek herêmên din jî hîn berdewam dikin.

KURDŞOP
738 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!