Amûrên jiyanê li Kurdistanê – Tenûr

Tendûr

Tenûr an jî tendûr amûreke girovir e ku ji heriyê tê çêkirin ji bo patina nan, û çêkirina xwarinê kelandina dew û karên din ên bi wî awayê tê bikaranîn. Tenûr piranî ji heriya sor, an jî heriya madenê û heriya têkel tê çêkirin. Mûyê bizinê dixin nava refên binî û qeraxên wê heta ku xerab nebe, mûyê reş tevlî vê tenurê dikin û dibêjin ku mûyê spî ji ber şex û kesên mezin û navdar guneh e.

Pişta Tenûrê

1 - Ev beşa tenûrê ye ku nan li ser dipêjin

2 - Weke mecazî (hêz û şiyana nan patinê)

Tenûra biçûk

Cureyeke tenurê ku ji tenûra mezin biçûktir e û piranî bo çêkirina xwarinê û kelandina dew tê bikaranîn

Tenûra Kûpik

Dema ku kûpik (Kûzik) ji erdê derdixînin û weke tenûr bikar tînin (Kûpik ev firaxa ku ji heriyê hatiye çêkirin û mezine û du qulpên wê hene) "Hin kes kûpikan ji erdê derdixin, amade ye, darikan dixin nav de û nanê xwe pê dipêjin"

Tenûra Yekdest

Tenûra taybetî ku tenê malek pê nan dipêje

Giwê Tenûr (Ber tenûrê)

Derdora Tenûrê " Qet çîrokên me temam nedibûn, piraniya şevan em li dora agir û ber tenûrê kom dibûn û dest bi gotina çîrok û serbihoran dikirin"(Mela Kerîm Sardekosanî  - Şeware)

Qûn Tenûr

Çardora tenûrê

"Derwêş hêdî kete hundir û li rex tenûrê rûnişt" (Fetah Emîrî- Zîndexew)

Dagirtina dora tenûrê wate siwax kirin û dagirtina derdora tenûrê

Çawî – Çayî

Çayî ya ku bi tenûrê ve çêdikin – Qula ku di tenûrê de çêdikin

"Te pêşiya çayî yê girtiye te ewqas hûrik tê kirine"

Kwêre Mire wate agirê ku guriya wê kêm be

Tenûra Kwêremre = Wate tenûra ku agirê wê kêm be

Gulwêne / Gulbêne, Guluwêne

Hewakêşa Tenûrê

Bawerî:

Dema ku du Kelan şer dikirin jinan hevalkirsa xwe dixistin nava çayîya tenûrê digotin bila Kelê me bin nekeve (neşkê)

Gulwên Axin – Gulwên Gire

Topeke qumaşê ku çayî ya tenûrê pê digirtin.

Piştçûnî Tenûr / Sarbûna Tenûrê

Dema ku êdî tenûr xerab bûye bi kêrî wê yekê nayê ku nan pê bipêjin, yan jî sar bûye û bo nanpatinê nabe. Eger ew ji ber sarbûna tenûrê be, wê demê bi darên hişk, qirşik û tiştên din careke din tenûrê gerim dikin. Lê eger sarbûna tenûrê ji ber şikestin an xerab çêkirina wê be, bi dohnê pez an jî av û xwê dişon ku weke dibêjin (Pişta wê bê)

Dest bi pişt

Taybet bi wî/ê kesî ku tenûrê çêdike û dereng sar dibe û zû nan dide

Jina ku bi ducanî be (Pêgiran e – Du canî ) eger heriya tenûrê bişêle tenûra wê baş nabe

Bawerî

Dema ku bûk tanîn sê caran li dora tenûrê digerandin digotin ev tenûr bextê wê baş e (Şîr û Av li ser tê kelandin û Xwarinê li ser çêdiki) îşala bext (Şansê) wê weke yê wê tenûrê be.

Dema ku tenûr diqilqile (Wate pelên agir xwe hildavêjin) baran dibare

Dema ku zarok derdora tenûrê gêzî bikin dê mêvan bên

Dermankirin

Bo birîna balokeyan ceh û xwê dixin nava tenûrê lê agir têde hil nakin

Eger kesekî ba kiribe dixin nava tenûrê ku hinek sar bûye du kêle (Tepale - sergîn) dixin nava tenûrê û derê wê digirin heta ku di nava tenûrê de xwîdan bide

Danîna Tenûrê

Danîna tenûrê di vê çalê de ku bo tenûrê hatiye kolandin

Roja ku tenûrê datînên eger sor nebe divê agirekê têde hilkin û dûkêl têkeve û eger bê agir bimîne û şev bi ser de were

1 - Dê pişta tenûrê hilkişe, wate dema nandipêjin wê bi nan re biherife

2 - Cin dê têde nanê xwe bipêjin

3 - Dê guriya wê derkeve

4 - Şeytan (Ehrîmen) pêde dimîze

Ji ber wê eger nekarin tenûrê sor bikin, wê demê hinek gêziyan têde dişewitînin yan agireke biçûk têde hildikin heta roja piştî wê sor dikin.

Nerît:

Eger tenûr danîn

1 - Berî ku nan têde bipêjin helwa (Şêranî) li ser çêdikin dibêjin bila tenûra me şêrîn be

2 - Dahniyan li ser dikelînin û bo 7 malan dişînin

3 - Kadeyan têde dipêjin û bo 7 malan dişînin

4 - Heft kesan bang dikin ku tenûrê deynên

5 - Wan kesan bang dikin ku destê wan xêr be

6 - Diçin li 7 malan xweliya şîn a tenûrê tînin û dixin tenûra xwe

Dubare danîna tenûrê

Eger ji nû ve tenûr bê danîn

Fetisîna Tenûrê

Deme ku agirê tenûrê geş nabe, ji ber ku an agiri dû xerab têxistine, an ter in an jî çayî ya tenûrê hatiye girtin. dibêjin tenûr fetisî ye

Tenûrçûn

Dema ku tenûr sar dibe, dibêjin ev tenûre çûye, nan nagre û weke nanpêj dibêjin nan nade

Tenûr xweşkirin wate hilkirina tenûrê

"Towî daçênin hewraz û newî/ şukrane piken bûme qatilî wî/ îdî boy neken hîç heyf û daxan/ goştî weser nên, tendûran daxen/ malê bimalin, wetaxan raxen"(Ehmed Lutfî – Beyta Kel û Şêr)

Tenûr Damiran  - Dema ku agirê tenûrê namîne

Hergîz mehêlle damirê tendûreket/ le girr be û tînî germî wî, dillî dujmin debê twê

Wate (Ti caran nehêle ku agirê tenûra te bitemire, bila herdem germ be, ji ber ku wê dilê dijminên te bihele) (Awat)

Tendûr danan

Du wate heye 1- Çêkirina Tenûrê   2- Danîna Tenûrê

Derxistina Tenûrê – avêtina Tenûrê

Derxistin û avêtina xweliya şîn a tenûrê berî ku ji nû ve tenûrê hilkin

"Nû birê wî miribû, li ber deriyê mala birayê wî xweliya tenûrê avêtibûn ku di nav de pelên agir hebûn"  (Resûl Nadirî – Vegotin)

Xweşnebûna tenûrê, wate dema ku tenûr dûkêlê dike

Hilweşiyana Tenûrê  / dema ku pişta tenûrê sar dibe û diherife.

Eger tenûr biherife, germahî têde namîne û nikarin pê nan bipêjin.

Serê Tenûrê danê bila sar nabe û neherife.

Reşbûna Tenûrê

Dema ku tenûr dûkelê bike û agirê wê xweş nebe" Dema ku tenûr reş bibe agirê wê geş nabe û nan lê nayê patin nan nagre"

Paqijkirina tenûrê

Vemirandina yekcarî ya tenûrê

Sorkirina Tenûrê

Germkirina tenûra ku nû hatiye danîn bi agirekê nerim

Eger tenûr sor bû divê biqelişe û eger ne wesa be dê xwediyê tenûrê biqelişe

Berawêje/ Berawêjkirina Tenûrê

Dema ku sergîn û kêle û darên hişk û qirşikan dixin nava tenûra sar de

Box bûna Tenûrê

Dema ku tenûr dûkêla şîn û tûnd bike dibêjin ev tenûr boxê dike û diteyîse

Vemirina agirê tenûrê

Dema ku agir di tenûrê de namîne dibêjin ev tenûr miriye.

Avêtina nava tenûrê

Dema ku qirşik û darikan dixin nav tenûrê

Nan dana tenûrê

Eger tenûr baş sor bibe û pişta wê qahîm be, nanê vê dê baş sor bibe û bi başî jêvebe, lê eger sar be û pişta wê nebe dê nanê wê perçe bibe û dibêjin nan nade.

Ranegirtina nan, Avêtin/ Li xwe negirtina Tenûrê

Tenûr eger gelek sar be û an jî agirê wê xwe negre, nan nagre û dikeve, bo ku tenûr aram bibe yan helebiyekê dixin nava tenûrê, yan jî avê lê didin an jî nan ter dikin.

Nan bi Nan nakeve

Eger tenûr baş be û zû zû nan bide dibêje nan ber nan nakeve

Kil Bûn/ dema tenûr dikeve ser pelan

Dema ku agirdûyê nav tenûrê dişewite û dibe pel, û çirîskan dide, dibêjin ev tenûr kil bûye, li hin cihan 2 sergînan dixin nava tendûrê heta aram bibe û bikarin nan bipêjin

Hatina bo nan

Dema ku tenûr xweş dibe û dikarin nan têde bipêjin, wate ew tenûr bo nan patinê dibe

KURDŞOP
606 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!