Navenda rewşenbîrî ya Mem û Zîn li Hewlêrê

Kurdshop - Mem û Zîn projeyek edebî û kultûrî ya Kurdî bû ku di sala 2019an de ji aliyê çend ciwanên Hewlêrê ve hate damezrandin û piştre gav bi gav mezin bû û bûye yek ji berçavtirîn navendên rewşenbîrî û çalakane li Herêma Kurdistanê, ne tenê li Başûrê Kurdistanê heta parçên din jî deng û pêgeh û cihê wê di warê wêje û çandê de û kariye bibe cihê serbilindî û baweriya rewşenbîrên kurd.

Buxarî Wişyar nivîskar û yek ji serperestên navenda Mem û Zînê derbarê armanca avakirina vê navenda çandî de ji Kurdshopê re got: Mem û Zîn ji destpêkê ve weke navendeke netewî hatiye avakirin û her tim peyameke netewî hildaye. Mem û Zîn bi armanca pêşxistina çand, wêje û rewşenbîriya kurdî xebat û çalakiyên xwe berdewam kiriye û heta naha rastî gelek astengî û pirsgirêkan bûye.

Ji ber ku bo xizmeta edebiyata kurdî bê cudahî xebat kiriye û ti carî alîgiriya siyasî û bîrdozî nîşan nedaye. Mem û Zîn di wê baweriyê de ye ku divê navendên edebî û çandî yên kurdî bêyî ku alîgiriya siyasî û bîrdozî bikin xizmeta edebiyata kurdî bikin û di vê peyamê de jî bi serbilindî pêşeng û tak bûye.

Yek ji taybetiyên Mem û Zînê ew e ku hem qehwexane û hem jî pirtûkfiroş e; Buxarî Wişyar di bersiva vê pirsê de got: "Gelo mêvan bêhtir tên qehwexaneyê yan ji bo kirîna pirtûkan?"

“Bi rastî hebûna qehwexane-pirtûkxane li Kurdistanê tiştekî nû ye û ez dikarim bibêjim ku beriya Mem û Zînê çendîn qahwexane li bajarên din ên Herêma Kurdistanê hebûn, lê ji bo Hewlêrê Mem û Zîn yekem qehwexane bûye û hatiye avakirin.  Qehwexane-pirtûkxwane di cîhanê de dîrokek dirêj heye. Û taybetmendiyên vêna jî di vê yekê de ye ku bikare bi rêya qehwexaneyê xelkê bi pirtûk û pirtûkxaneyan bide naskirin. Û di vî warî de Mem û Zîn bi vê rêbaza xebatê ya qehwexane-pirtûkxwaneyê karîbû gelek kesan bi pirtûkan bide naskirin û piştre xwendevanên pir baş li van çêbûne."

Yek ji xebatên herî girîng ên Mem û Zînê, çapkirina pirtûkên kurdî ye û heta niha bi dehan pirtûk çap û belav kirine.

Buxarî Wişyar ji Kurdshopê re wiha got: “Mem û Zîn her li destpêka damezrandinê dest bi çap û weşana pirtûkên Kurdî kiriye û heta naha jî berdewame, beşa weşana Navenda Çanda Mem û Zînê di heyama 5 salên xebata xwe de kariye nêzîkî çil pirtûk bi zimanê şîrîn Kurdî çap û belav bike.

Wek hemû weşanxaneyên din Mem û Zînê jî pîvanên xwe ji bo hilbijartina pirtûkan û çapkirina wan hene, yek ji wan tiştên ku Mem û Zînê ji weşanxaneyên din cuda dike ev e ku ew bêtir girîngiyê dide berhemên nivîskarên kurd û kêm dest bo wergerê dibe, Mem û Zîn armanc dike ku bêtir edebiyat, raman, dîrok û lêkolînên kurdî çap bike, em bi kêfxweşî ve dibêjin ku wê çend pirtûkên girîng li ser dîrok, edebiyat, raman û vegotina kurdî çap kirine ku di nav xwandevanan de cihê xwe yê berçav girtine.”

Çalakiyeke din a Mem û Zînê ku bûye sedema naskirina zêdetir a vê navenda çandî, lidarxistina konferansên wêjeyî ji bo nivîskar û helbestvanan e, ku ji aliyekî din ve xizmeteke mezin e bo nivîskar û helbestvanan ku xwe û berhemên xwe baştir bidin nasîn.

Buxarî Wişyar got: "Mîna çapkirina pirtûkên Mem û Zînê, konferans jî wêjeyî ne. Li Mem û Zînê konferansek hefteyî tê li dar xistin. Konferans gelek caran ji bo nasandin û weşandina pirtûkeke nû ya nivîskarekî kurd û mijareke edebiya girêdayî Kurd e li Mem û Zînê de konferans lidar xistiye. Armanc ji darxistina van konferansan jî aktîvkirina sektora çandî li Kurdistanê ye. Û di navbera rewşenbîrên kurd de diyalog û rexneyên cidî bên avakirin.”

Ev navenda çandî ji bilî konferansên wêjeyî û çapkirina pirtûkan, her sal festîvalekê li her çar parçeyên Kurdistanê jî saz dike û xelata “Mem û Zîn” dide û ev yeka jî dibe sedem ku ev navend li seranserê Kurdistanê bê naskirin.

Buxarî Wişyar ji Kurdshopê re wiha got: “Dikarim bibêjim ku yek ji girîngtirîn û xuyatirîn xebatên Navenda Çanda Mem û Zînê, lidarxistina vê festîvala wêjeyî ye, ku ne festîvaleke herêmî ye û festîvalek li her çar parçên Kurdistanê ye. Û Festvala Mem û Zîn festîvaleke wêjeyî ye û her sal li demsala Payîzê tê lidarxistin, û taybetmeniyên vê fesîtvalê ev e ku nivîskar, rewşenbîr û kesayetiyên Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê beşdar dibin.

Di festîvalê de çendîn çalakiyên hunerî û wêjeyî hene ku yek ji wan komcivîna wêjeyî ye ku her sal li warê edebiyata Kurdî tê lidarxistin û nivîskarên çar aliyên Kurdistanê têde beşdar dibin û ji nêrînên xwe ve li ser vê mijarê gotûbêj dikin û nêrînên xwe tînin ziman. Xelata Mem û Zîn dê ji bo nivîskar û wergêrekî navdar ê kurd ku berî naha ji aliyê komîteyek bo wergirtina xelatê hatibû hilbijartin, bê dayîn.

Bi bextewerî ve heta naha festîvala Mem û Zînê kariye bi serkeftiyane roleke gelek bi bandor bilîze û ev nivîskarên ku xelata Mem û Zînê ji van re hatiye dayînê, ne tenê nivîskarên Başûr bûne, herwaha nivîskarên Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî bûne, her ji ber vê yekê ye ku dikarim bêjim festîvala Mem û Zînê festîvala Kurdistana mezin e. "

“Buxarî Wişyar” di dawiyê de wiha got: “Mem û Zîn ne tenê xwediyê van piroje û çalakiyan e, belkî hertim navendeke çalak li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê bûye û beşdarî festîval û pêşangehan bûye û pirtûk pêşkêşî çendîn saziyên hikûmetê kiriye û di damezrandina dezgehên hikûmetê de jî beşdar bûye. Çendîn pirtûkxaneyên din ên Kurdistanê, herwiha projeya Şayen yek ji wan pirojeyên binirx yên Mem û Zînê ye ku tê de ev nivîskar û rewşenbîrên Kurd ku salane xizmet bi nivîsîn û wêjeya Kurdî re kirine li van pîroz dike û li hember vê xizmeta pîroz ku encam dane xelata levheya rêzgirtinê pêşkêşî van dike.   

KURDŞOP
669 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!