Xişrên jinên Mukiryanê – Beşa 11

Leyla Nûranî

Zirîze

Zincîreke pir zirav e

"Serî meşkem bexîze/ Keway berim be zirîze/ Segbabe bo lêm zîze/ hey male babim meşkê  "(Payanyanî, Edeba Devokî ya Mukiryanê, beşa jinan)

Guharên bi Zirîze

Ev guharên ku zirîze hebin, an jî zirîze pêde şor bibe (Wate pêde hatibe xwarê)

Guhê bi zirîze

Bi taybet ji wan kesan re dibêjin ku guharên bi zirîze li guhê wan de ye.

"Ew şo hewelî payiz e/ sîng be xişil û gwê be zirîze/ beynêke yar le min zîze" (Mamlê)

Zincîr

Çend elqeyên zîv an zêr ku bi hev ve kirine

 Zincîrî Reşme

Zincîreke asayî ye ku helqeyên wê weke bazinan an jî wek hêka ne, bo hemû wan xişran bikar tê ku dikin stûya xwe.

Zincîra Kurdî

Zincîreke du taya qayîm e ku bo toq, bazinên Kurdî, Xirîngeyan bikar tînin û perengan pêve dikin.

Zengiyane

Coreke morikên hûr û bi reng û şêweyên cuda.

"Kilfetî bang kirdin: le xotan den toq û telesim û zêr û sincaq û gware û kirmek, bibête şorabeyan cewahîrat û wired zengyane"  (Ewlla Reş Ehmedî, Beytî Pîwazan)

Jêrçene

Her cure zincîr an xişrek ku dixin bin çena xwe

1 - Jinên bi temen mezin dema ku taskulav didan serê xwe, qeytaneke reş a hevrîşim dixistin bin çena xwe û bi kulav ve qayîm dikirin ku taskulav li ser serê wan bisekine û nekeve.

2 - Ristikek morikên şîn ên hûr û ritikek morikên hûr ên reş çêdikirin, bi hev re dihûnandin û bi her du seran bi taskulav ve qayîm dikirin ku nekeve.

3 - Qeytaneke hewrîşmê çêdikirin orta vê sûret an jî sikkeyek pêve dikirin

Ristikek zêr an zicîreke zêr ku taybet bo wan kesan bû ku dewlemend in.

Not: Jêrçene perengê pêve nakin

"Kutî: hoy kake reng cingane/ ewe kirmek û gware û jêrçene/ çim pê kutûy helyanqene/ sûrgul le baxan cenete" (Ewla Reş Ehmedî: beytî pîwazan )

"Çi xoşe fîtefîtî şiwan, Çi xoşe ohey gawan/ Çi xoşe xirmekey xirxall û bazin û jêrçeney kaban" (Hêmin, Bargey Yaran, 68)

Sikke

Pereyê zêr ku ji mezin bo biçûk kêşa wê kêm dibe, gelek cureyên wê hene, di nava gelek xişrên Kurdî de tê bikaranîn.

Sûret

Sikkeyên serdema Qacar û Pehlewî. Sikke yê serdema rejîma Pehlewî bû û niha jî tê bikaranîn û şeş cureyên wê hene.

Deh Pehlewî, Pênc Pehlewî, Du û nîv Pehlewî, Yek Pehlewî, Nîv Pehlewî, Çarêke Pehlewî.

Ji yên serdema Osmaniyan re dibêjin Lîre ku bi Lîreya Osmanî jî tê naskirin. Ji Sikkeyên Îngilîzî re dibêjin Sikkeyên Elîzabeth, ji yên Rûsî re jî dibêjin Georg. Dikarin qalibekê li dora sikkeyan bidin û bixemlînin.

Simexer

Hestiyeke bi qasî qiranekê (Pereyê hesin ê berê) an jî piwîlekekî zîv e.

Bawerî

Jin di wê baweriyê de ne, eger Simexerê bi hevalkirasa xwe ve bidûrin, dê mêrê wan gelek ji wan hez bike, bi dizî wî karî dikin, lê ev cil bê nimêj e û nikarin bi wan cilan nimêjê bikin.

Sincaq

Ev beşa guharê ye û diçe nav guh û guharê bi guh ve qayîm dike.

"Maç dekem çerxî de rûmetê, le bin wired perçeman, le mebeynî gware û sincaxê" (Resûl Şîrmox: Heyran)

"Emin sê maçim dest qerzin le ser ewê kelegetê bejinbarîkê, yekyan le xetûxalî de gerdinê, yekyan le nêwanî sîng û memkan, ewî dîkeyan le naskî rûmetê, maç dekem prengolê û sincaxê" (Resûl Şîrmox: Heyran).
Sûret, Sûrt Şah

Sikkeyekî zêr ê serdema Ehmed Şah ê Qacar e, li rexekê wêneyê Ehmed Şah ê Qacar heye û li aliyê din navê wî hatiye nivîsandin. Ji ber ku wêneyê Ehmed Şah li ser e, bi Sûret Şah jî tê naskirin. Sê qebareyên mezin, navendî û biçûk jî hene.

"Ewe Seîd be kêşan û be wisûll qîmetî gware û kirmekî kirduwe tewawe, bêcge le qîmetî xoy çilûşeş mecîdî sûretdarî ziyadî dawe" (Ehmed Lutfî: Seîd û Mîr Sêwedîn).  Wate

"Seîd bi wezin û fatore, buhayê guhar û kirmekan daye, ji bilî wê. Bi buhayê xwe 46 Mecîdî yên sûret zêde dane"

"Bejnêbarîk le ber derkê male babî xoy set maşella çende şîrîne ...., Xalêkî le gerdinê ye delêy sûretşayî ne" (Hacî Salle Tewre: Gelo).

Serpole

Zêr, Morik an jî kevirekî buha ye ku dikeve nava gerdenî û serkemberê, Serpole divê ji tevahiya morikên din mezintir û berçavtir be.

,

 Serpoley Qebze nuştû (Serpoleya ku weke niviştiya ye)

Xişreke sê goşe "Nuqoçk e" nexş û resim li ser hatine çêkirin, binê vê qiran e.  bo ser niçikên daman êleg, gulên nav çavan û mêxekbendan jî tê bikaranîn.

KURDŞOP
581 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!