Amûrên jiyana Kurdewarî – Meşke 2

Leyla Nûranî

Curên Meşkê

Meşkeya Gawis/ Gawest/ Meşkeya Post

Postê çêlekan ku meşka herî mezin ji wê tê çêkirin

" ahengî şîn û şadî bû beyanî ke têkel debû/ şimşallî min, xirmey bazin, girimiwhorrî meşkey gaws"

(dîwanî hêmin)

"meşkem meşkey gawesî/ kes nîye le min bipirsî"

(payanyanî, beşî jnan, edebyatî zarekîy mukiryan)

 Meşka Nêre/ Nêre

Meşka ku ji dar tê çêkirin

" pêmwabû ewsall be şîr û mastit/ depçrrê meşke û  deqellşê nêre/ ta xawenî tom bê mast û bê dom/ parşêw û şêwm nan û kulêre "(dîwanî heqîqî)

Her cure meşkek ji bilî wê meşka ku ji post hatiye çêkirin

Av û xwêyeke tîr (xest) jêre tê amadekirin û du rojan di nava av û xwê de dibe

Meşkeya elektirîkî/ Nêreya elektirîkî

Meşka ku bi elektirîkê kar dike

Meşka Teneke (tinfoil) /Nêreya Teneke

Cureke meşkê ye ku ji tenîke (tinfoil) wereqeya ku ji madena nazik a hesin hatiye çêkirin.

Meşka du ber

Meşkek taybete ku du curên rûn (Dohn) jê tê wergirtin.

Meşka yek ber

Meşkeyeke taybete ku gelek rûn jê tê berhemanîn, ava baş meşkeyeke yek ber e.

Bane Meşke

Barkirin bo çiya (Zozanan) bo çêrandina pez û rizq komkirin, cihê taybet bi meşke û male li çiya û bilindahiyên çiya 

"berî meşkem çend îşke/ piştî meşkem çend îşke/ gella espîng, tallîşke/ pêm xoşe banemeşke"

(payanyanî, edebyatî zarekî beşî jnan)

Beremeşke

Ev rune ku piştî meşkê dikêrin, dikeve nav meşkê

" deçme ser coye gewirkan/ espim deka nirkenirkan/ beremeşkanim têyandaye wek wirkeberdan/ heyifwxesare le bo min, kewtûmete des namerdan  "

(payanyanî, edebyatî zarekî beşî jnan)

" meşke bijê hawîne/ beremeşkey henguyne/ kabanê heybî nîne"

(payanyanî, edebyatî zarekî beşî jnan)

Bawerî

Eger rûn bixin nav postê golikê, dê bereketa beremeşka xelkê jêre bê

Meşka birûn

Meşka ku gelek rûn lê tê berhemanîn

Baweriyên derbarê meşkê de 

Bêjan, didanî mar, gullezerde we meşke hellawesî, berron debê

Eger postê mar li meşkê bialînin dê rune wê zêde be

Ava heft kaniyan tevlihev dikir heta ku rûnê meşka wan zêde be

Ava sar dixistin nav de digotin ku dê meşk çir be û dê rûnê wê zêde be

Meşka kinder

Hin caran ji ber germbûn an sarbûna hewa nikarin meşkê bikên, rûn nade, dibêjin ku ew meşk kindar e

Dab û Nerît

Eger weke dibêjin meşk kinder bibe

Eger sar be ava gerim tê dikin û eger germ be ava sar tê dikin

Tu sil dibûyî, kesek li pey te dihat û digot were meşka te tê kirin, were û bêje Bîsmilla

Biserçûna meşkê

Dema ku meşk ji ber ava gelek sar nayê kêtin û destan jê berdidin

Meşka bi rûn dibe

Meşka ku piştî ava duyem ku tê kêtin kefê dike

Tevizîna meşkê

Dema ku ji ber ava gelek sar nikarin meşkê bikên, weke wê demê ye ku dibêjin meşk dir bûye

Têkçûna meşkê/ xerabbûna meşkê

Dema ku ji ber nezer lêdanê (Çavlêdanê) meşk nayê kêtin û rûn nade.

Bawerî

Eger kesek bi ser rizqeke zêde da bê, meşk xerab dibe 

Eger çêlek meşkî valise dê meşk xerab bibe

# xelk bi dizîve wate bi nihênî dora gund digerînin

# bi heriya sor meşkê dişûn û pîsbûn (mirarbûna) wê jê derdixînin an jî bi heft avan dişûn

# Pora wê jina ku gumana wan lê heye di bin meşkê an jî şîr de dişewitînin

# Heft keviran di nava kaniyeke rûn de tînin û têdixin

# heft pelên dara siwan tînin û dişkînin tê dihisûn

# Sêpêk û lolabê bismîl dikin (Bîsmilla bi ser de dibêjin)

# Şîş sor dikirin û digotin eger tû li xwe venegerî ez ê te dax bikim

# çiqileke dara li ser gora şêx û tîberikan tînin û pêvedikin

# Meşkê dişûn û dibin li ser gora kesên pîroz datînên

KURDŞOP
625 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!