Amûrên Jinan ên Kurdewarî - Meşk 1

Meşk

Meşk  ji eyarên (Kevil an jî post)ê  bizinan  tê çêkirin

Bi meşkê nîvişk ji  mast, piştî keyandinê, digirin. Ji  dew  jî qezencê dikin, vedixwin, dikin mehîr, şûrtan jê çêdikin û hwd.

Kesê Meşkê dike

Kesê ku meşkê dihejîne (Dikêre) çi meşka wan bixwe be an jî ya xelkê be ku heqê xwe bistîne.

"Serê sibehê bi nirke nirka keça Kurd ku meşkê dikare şiyar bûye"

"Mamosta Hejar –Şerefname"

Xweşkirin (mîhkirin) Meşkê

Amadekirina postê pez ku bikin Meşk

Meşk ji eyarên bizinan tê çêkirin. Şeş rojan eyar dixin gemarê, paşê derdixin û mûyan radikin, pif dikin û du mehan dadileqînin heta hişk dibe. Heşt rojan dixin nav cefteke kelandî de. Piştí ku derdixin dişon û qaşûlên hinaran, yên hêrtî (qeşûf) pê dixerînin û dipêçin hetanî wextê keyandinê. Lewleb(loleb) û navilkê (dêlkew) pé ve dikin.  Herweha bi hin giyayan re dikelînin heta rengê wê xweş be û çend rojan bi bane xanî ve tê daliqandin heta bêhna dûkêlê bigre.

Meşk Exşer Dan (Meşik Nexşandin)

Xweliyê û peyîn û postê şîlandikan bi meşkê ve dikin wê dixin nava gemarê dihisûn heta ku rengê wan bigre.

Helal/Tardaw/Pelû

Dema ku postê meşkê jê çêdikin, li gel ardûxak û pûngê bi hev re dikelînin heta mûyên pez jêvebin, li hin cihan simaq, qalkê hinaran û xwê jî pêre dikelînin.

Helaldan

Xweşkirina post ku bikarin mûyên wê jêvekin

Helalgirtin

Amadekirina maddeya helal (Cefta Kelandî) bo ku mûyên postê meşkê pê jêveken 

Meşk bin kirin

Dirûna binê meşkê

Morekî

Cureke dirûtinê ye ku bin û derdora meşkê bi wî awayî didûrin. Hiriyê bi du ta û sê ta dirêsin, bi dirêşê postê meşkê kun dikin û bi şûjinî didûrûn û kêliyên mezin lê didin. Ne av jê derdikeve û ne av dikevê û heta bin hingilê meşkê wesa didirûn.

Bendikê Meşkê

Ew bendikê ku derê meşkê pê girê didin

Dorembên/Zarbên/Zarmbên

Ev bendikê ku derê meşk û himbanê pê girê didin

Pişk

Pîneyeke ji darên Belalûk, an gunîk û tişteke wesa ku kun û cihê hingilê meşkê pê digrin.

Pişk lêdan/Pinckirin

Lêdana dar û gunîkan li kun û bin hingilê meşkê ku jêre dibêjin pişk têra kirin an jî pişklêdan

Pişta Meşkê

Beşa dawiyê an piştve ya meşkê ye

Lameşke

Aliyeke meşkê ye

Aliyeke meşkê bi kesekê re hilgirtin

"Destê te bi rûn e (Xêre) divê tu aliyeke meşkê bi min re bigrî ku rûnê meşka min zêde be’’

Darê Meşkê / Sêpêk

Ev sê darên ku dibin sê pêyên meşkê

"çadir û çîx pêçranewe, sêpek hellpesêran, meşke berçîxyan têhellkêşra û le binmîçî qurmawî niran. (Pexşanî Hêmin)

Sêpêk danan

Danan û qayîmkirina sêpêkê bi verîs an jî kindiran

Lewleb

Darên hilî bo pêş û pişta meşkê ku darên meşkê pêve dikin

"meşkem meşkey mangaye / lolep le darxurmaye/ çwar pût  ronî têdaye/ dû pût xercî axaye"

(payanyanî, edebyatî zarekî beşî jinan)

"Berim de kêwî şîne/piştim de kêwî şîne/darlolepim nexşîne/meşkejênim amîne"

(Payanyanî, edebyatî zarekî beşî jnan)

Navdar

Darê navbera du loleban ku bi ser meşkê ve ne

"meşkêm nêwdarî gwêze/ ew gence zor bizoze/be ciwanî xot swênd dedem/  meşkêm bo billê besoze"

(payanyanî, edebyatî zarekî beşî jinan) 

Dojeng/Dojîng/Duêjîng

Ev dare ku dixin nav loleba meşkê

"meşke bijê le lêrî/ dardojengî le zêrrî/ bo xom kîjî bajêrrî "

(payanyanî, edebyatî zarekî beşî jnan)

KURDŞOP
658 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!