Xişrê jinên Mukriyanê – Beşa 9

Leyla Nûranî

Dûdirk

Cureke hûnandina zengiyaneyê ye ku bo ristik û zendik û destmalê tê bikaranîn

Derdora mirwarî an bîcadeyê bi zengiyaneyan dihûnîn bi awayekê ku weke dûdirkek xir dibe

Dugmexatune

Cureke lîreyê ye ji lîreyên buhat (Beharê Azadî ku li Îranê heye) hinek naziktire, kûr û wêneyê jinekê li sere dikin stûya xwe û yên ku ristik pêve bin bo kulavan jî tê bikaranîn

Dugme û Dolab

Xişreke ji du beşan pêk tê ku li her du aliyên kurtek an jî li beşa eteka êlek didin. Bi awayê nêr û mê ne, beşa mê du qubbe û beşa nêr yek qube ye. Dugme û dulabên niha ji kanza (Madenên) weke mirwarî, yaqût û pîroze pêktên. Derdora wê hatiye girtin, binê vê rişî rişî ye, ku sûret an çaryek pêve ye. Berê tenê ji sikke (lire) û rişiyan dihate sazkirin  

"braym dellê: axa wekî beser eminda dehatî/ be serî hîç kesî dîke wa nedehatî û dugmey de xatûnêm leser westay bûn keway le xizmet hemze xeyatî"

(Westabraymî Konexanê: beytî braymok)

Dûpişk

Cureke hûnandina zengiyaneyê ye bi morikên şîn û zer û reş ku dibe serpola  zengiyaneyê

Derzî bin Bermûr / Lerzane

Cureke morikane ku binê wê jî morike û bo qayîmkirina zincîrê morikên li ser desmala jinan ku li ser desmal, xawik an kofiyê tê bikaranîn

Derzî Berkoje (Pêsîr) – Derziya Egrîce (Derziya Ber Bisk)

"nazdar dellê: ... Ke bitrazênim derzî berkojê/ naskememin şoqê debrrin le mangê û her le rojê   "

(Qalexerîb: beytî şêx ferx û xatûn estî)

 Derzî/DerzîBerok

Xişreke weke Qetare ku weke qubeyên hûrike û binê wê jî pereng pêve ye. Ji her du serên wê bi ser desmalê de tê qayîmkirin, weke serdesmalên berê ye

" berokit bo derzîle, qamkit bo engustîle/ de were destim desto ke, singit befrî qendîle "(Hesen Zîrek)

"perengîş dellê be derzîley pîreberrokê, ewe derzîle le min dellê be biroye, eto leber mexzikêşanê xot le min dawîştewe taqî kenarê   " (Xalle Sûre: gelo)

Derzîberok ê Qubbe

Cureke derziya pêsîrê ye ku textê wê du qubbe û gul û zincîr e û her du serên wê ji pêsîrê tên qayîmkirin

Derziyên Rişî Rişî

Derziyên ku rişiyan pêvedikin, bin rişiyan zengil û nîv heyv in, ji her du aliyan gîre pê ve be, herdu curên zêr û zîv hene.

KURDŞOP
659 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!