Lîstikên kevnar û resen yên kurdî

Her netewek bi çanda xwe, nasnameya xwe dide jiyan kirin, çand ji gelek hêlan xwe rêk dixe û dibe nasnavê gel, lîstik beşekî girîng a çandê ye ku dewlemendîyeke taybet diafirîne. Gelê kurd jî xwedan lîstikên pir giranbiha bûye ku dirêjahîya dîrokê dest bi dest bûne.

N: Edîb

Her netewek bi çanda xwe, nasnameya xwe dide jiyan kirin, çand ji gelek hêlan xwe rêk dixe û dibe nasnavê gel, lîstik beşekî girîng a çandê ye ku dewlemendîyeke taybet diafirîne. Gelê kurd jî xwedan lîstikên pir giranbiha bûye ku dirêjahîya dîrokê dest bi dest bûne. Di erdnîgariya mezin a Kurdistanê de her herêm, nahîye û bajar xwedan dewlemendîyeke ciyawaz in. Ez jî dixwazim bi çend gotinan hin lîstikên ku li herêma Soma ya ser bi bajarê Urmîye ve hatine lîstin û dest bi dest bûne lê îro bi pêşketina dinyayê hatine ji bîr kirin bînim ziman.

1_ Hêstikê şevê: du grubên 7 heta 10 kes dema dibû şev, hestiyeke pezê an çêlekan davêtin cihekî tarî, kîjan grubê hestî peyda bikirana ser pişta gruba din siwar dibûn, heya digehane cihekê ku jêre digotin baş an jî bi gotina din rawestgeha dawî ya lîstikê bû

2_ Gîranê: 7 – 8 kes ser du gruban de dabeş dibûn, di qadekê de bi şeklê daire cixiz destnîşan dikirin û grubek diçû nav cixizê, gruba din jî bi qavûşa zilaman êrîşî gruba hundir dikir, eger dest an pê û her cihekî din a bedenê kesên derve lems bikirana kesê nav xetê têk diçû û cihê xwe dida kesê derve. Di rastiyê de gîranê heman qavûşa zilam bû.

3_ Holanê: hol di rastiyê de paniya sola zilaman bû, ku ji bo lîstikê şekil û form didanê, du grubên zêdeyî 5 kesan, her yekê darek digirtin destê xwe û hol ber bi dervaze dibirin, kîjan grubê zû hol biriba ew dibûne yê serketî. Ya rast Hokey a ser bûzê pir dişibe holanê.

4_ Biranê: 14 kes dabeş dibûn ser bi du grubên 7 kesî û darekî nîvçe dikutane erdê, grubekî gruba din dişopand, gruba ku dişopand destê van li ferdên gruba din biketa ev dişewitîn û ji lîstikê derdiketin lê eger gruba ku direwiya destê xwe li dar bidana ew ser diketin.

5_ Kindirkanê: Grubek ji çend neferan pêk dihat, pêlava kesekî datînan hundirê xet an jî cixizê û bi şivikekê pêlav nîşan digirtin, eger şivik li pêlavê biketa, heya tiştek li pêlavê bimaba bi şivikê lêdida.

6_ Kabanê: kab ji hêstikê lingê pezê pêk tê, lîstika herî zêde hatiye hez kirin jî ew bûye; kab didanîn hindirê dayirê û çend kesan hevrikî dikirin, her kesê kabê xwe li kabê hevrikê xwe nav daîreyê bixista kabek qazanc dikir.

7_ Hêkşerkanê: du kesa serê hêka li hev dixistin, ya kê bişkesta, aliyê şikestî hêkên xwe didane aliyê hêk şikandî.

8_ Goranê: Di wê lîstikê de du grub hebûn û çend cotên goreyan rêz datînan, kiteke gorê de pere hebû, ew 10 dora ber tîma reqîb digerandin, eger di nava goreyên vala de goreya pere têde 10 cara destnîşan bikirana, her carê 10 îmtiyaz hebû û bi gihîştina îmtiyaza 100an fatihê lîstikê dibûne ew û aliyê têk çûyî ji aliyê din re xwarin dikirîn.

KURDŞOP
597 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!