Cilûbergên Jinên Mukriyanê - Beşa 6

Kewa (Êlek)

 Bi ser kiras de li xwe dikin, ji beşên "Mil, damen, şaqel, pişt, berçêl an paxel, bêrîk û kijik" pêk tê

"emin kewayekî lebo azîzî xom drust dekem le pelkî de reşerrîhanê / perrawêzanî tê­dekem le pelkî dewê sûregullê / westayanî bo dênim le hîlley, her şagirdanî bo dênim lewê qocemûsilê degell hemû teqell û terîbanî azîzyêkî xoş to billê"

"emin kewayekî lebo 'azîzekey xom drust dekem le ballî de bulbulê / teqellanî lê drust dekem le pelkî de reşerrîhanê / perrawêzanî dawêmê le pelkî de wê sûregullê, westayanî bo dênim le hîlley; le şamê / şagirdanî bo dênim le wê qocê­mûsilê, ewe degell hemû teqell û terîbêkî azîzekem xoş­xoş pêy­hellbllê"

"kîjê emin dwênê êwarê ledûm denardî boçî nehatî / nazanî giware û kirmek û zêrrî to leser zêrrbgerî / kulêce û kewa û suxmey tom leser xeyatî"

"kewayekî deberda, ewîş semerqende leber kes­da nîye / ewî gezî le çile û lewanî bîst û çwarîye / sibheynan şîn denwênî, şewê rengî spîye / eger tîşkêy tawêy lê­deda etllesîye / lewêda memkî dellêy henare hatote xwarê lebin darîye"

"kewayekî şall­xallî xall­xallî zîbarrengîye / dugmey ellmase û ferentîye / temenna dekem le xudawendî mîrî­mezn; rebî bedûr bê le çawî bedîye / hîç­kes be dill bbînê dêwane debê, dekewête kêwîye"

Êlek di şêwaza dirûtina kevin de weha bû ku damena wê heta ser şûtikê dirêj dibû, pêşiya wê bêrîk hebû, milên wê li ser mil pan bûn heta digihêşte ser zendan û her weke sere pan bû lê pîçek kêmtir. Li ser zendikan bi qasê 4 tiliyan her ji qumaşê şûtikê pê ve didûrîn, bo ku damena levendiyan hildidî ser zendik û şûtik wek hev bin yek qumaş bin û astarê wê diyar nebe. Cûreke din heye ku milê wan heta zendikan teng dibe û yek an du qirtikan lê didin. Di vî cureyê de levendiyan li dora zendên xwe dialînin, ew taybet bi sablaxiyan bû ji ber ku levendiyên wan nazik û kurt bûn. Cûreke din hebû ku ser zendan bi qasî sê tiliyan dibirîn û qirtik pêve nebû û lewendiyên pan û dirêj pêve didirûn ku ew taybet bû bi jinên Menguran.

Êlek berê niha bêrîk di nav de û li ser astarê vê dihate dûrîn, hin caran jî derdora kurtek û ser dest û bêrîkan bi şerîteke rengî dihate xemlandin ku ew yek taybet ê jinên Sablaxê bû.  Bin mile kurtek qul bû, êlekê demsala zivistanê astareke sitûr hebû û bo demsalên germ ji qumaşeke nazik dihate dirûn. Êlegê bûkan sor bû bi piwîlekan dihate xemlandin, ji ber ku levendiyên jinên devera mengurayetiyê gelek pan û dirêj bûn, wê demê li ser êlek morî û paşê jî bişkûj hatine bikar anîn û levendî pê ve girêdane heta ku xweşik rawestin.  Her ji ber levendiyên wan, milkê kurtekên jinên menguran kurt û pan bûn, berî niha bin milê êleg, luleyek danîne pêşiya wê jî morî û xişir lêdane û pê ve girêdane herweha  li serdamena wê jî qaş bikaranîne. Gelek kesan jî pere pê ve dirûne, lire û gerdenîyên li ser êlek dane ku xweşik diyar be.

Tevî wan cûreyên ku em ê niha behsa wan bikin, gelek cureyên din ên êlegan hebûn weke "Xesrewşa, pûllekmahî, hewt û heşt, lerzane, çîmen, pûllekçespî û qenewz"

Berekewa (Astar)

Ev qumaşêku dikeve beşa nav êleg, astar piranî ji qumaşê nazik, sivik û sade tê dirûn

Piştekewa (Rûyê Êleg)

Ev qumaşê ku li derveye û xuya dike, Rûyê êlek piranî ji qumaşê vehînandî û xemilî ye

Kewayê Perterîb/ Per maşên

Êlegek ku ji qumaşê mexmer e, ku hirî an jî pemûyê wê ji demsala havînê ve tê amadekirin, ev êlek rast û şeq radiweste û bo demsalên sar li xwe dikin.

Curên Êlek

Êlegê Etles

Êlegê ji Etles hatiye dirûn, qumaşeke ku sitûra wê weke mexmer, kulîlkên zer ên havrîşmê li ser in, gelek giring û navdar e. Eger rûyê wê Şîn bi gulên spî ba, astarê wê Spî bi gulên şîn dibûn

Êlegê Borsayê

Êlegek ji qumaşê mexmer, gulên wê her ji heman qumaşin, û li hin cihan kûr e û dema dişûn gulên wê xerab nabin.

Êlegê Piwîleke

Êlegek ji tewnê piwîleke, qumaşê tor an bi sîm dibirîn û li ser rûyê wê bi piwîlekan dixemilandin, ew ji bo keçên ciwan û bûkan bû.

Êlegê Tor

Êlegê li tewnê havrîşim, kulîlkên wê bi temam ji hewrişimê ne û ji wî qumaşî ne, bi taybet di demsala zivistanê de hatiye bikaranîn, bo xweşikiyê bû

Êlegê Xezel

Êlekê ku ji qumaşê "Zerê Misqalî yê sitûr" hatiye dirûn

Êlegê Zerrî

Êlegê ji qumaşeke ku ji cura zerrî yê qahîm e, kulîlkên cur bi cur ên hewrişim an mexmer li ser hene

Êlegê Zerrî yê neynik

Êlegê ji qumaşê zerrî yê sade û bê gul ku diçiriske

Êlegê Zerrî yê bizmarî

Êlegê ji qumaşê zerrî, weke tu bêjî ku bizmar lêdane, xal xal e ku ew jî zerrên ji rengê qumaş in

Êlegê Zerrî yê Hesîrî

Qumaşeke ji zerrê ketan ku weke hesîran hatiye çêkirin

Êlegî Zerrî yê şûşe

Êlegê ji qumaşeke zerrî hatiye çêkirin, li hin cihan zerrên wê bilindtir in bi qasê sere qelemekê xuya dike

Êlegê Zerr ê hewrişim (Kamwa)

Êlegê ji qumaşeke ji hewrişim hatiye çêkirin, gulên mezin û biçûk têde ne

Êlegê Zerrî yê weke tukê zêrîn

Êlegê ji qumaşê zerr, sê bo çar santîmetran pan e, her cihek û şirîtek rengekî cûda heye

Êlegê Zerrî yê Hîvê

Êleqê ji qumaşeke hewrişim û wêneyê hîva 14 şevî li ser  heye

 Êlegê Zîn dirû

Êlegê ku bin milê wê nehatiye qulkirin, milên wê pan in lê serdestên wê tîj in, ser destên wê weke tiliyan ji hev cuda ne û dibirîn qet dikirin û jêre digotin guhlê tutikan. Milên wê ji mile êlegên din kûrttir bûn, hin kesan pereyê hesin an lire li dora wê didan ku xweşik bisekine, taybet ê menguran bû, her kesekî nedikarî bidûre û piranî dirûmanên zilam ew kar dikirin

Êlegê Pemû

Qumaşeke nerm e ku ji pemû tê sazkirin, pîçek sitûre, şirîtên bi rengên cuda pê ve hene û ne li rengê qumaş bi xwe ye û gelek rengên wê yên cuda hene, "xulla dawê xullayî / keway qutnî darayî / kirmance û rengaxayî"

KURDŞOP
752 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!