Hunera Urartu ya ku di zaroktiya xwe de fêr bû, 42 sale berdewam dike

Bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi sedan salan wekî ku paytexta Urartuyiyan bû, herwaha ji gelek şaristaniyetan re malûvantî kiriye û yek ji hunerên karê destî yê giring ku wek ‘’sewad’’ tê pênase kirin (sewad; cure nexşekî ku bi zîrêçê li ser zîv tê çêkirin) û naha li bajarê Wanê di çend kargehan de hostayên vê hunerê dixwazin ji nifşên nû re bihêlin.

Şadî

Kurdshop – Sadiq Bînîcî ku li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jiyan dike, di 10 saliya xwe de fêrî hunera şoxlandina sewad a zîv an ango neqşandina li ser zîv û madenan, di kargeha xwe de 42 sale vê hunerê dimeşîne.

Bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi sedan salan wekî ku paytexta Urartuyiyan bû, herwaha ji gelek şaristaniyetan re malûvantî kiriye û yek ji hunerên karê destî yê giring ku wek ‘’sewad’’ tê pênase kirin (sewad; cure nexşekî ku bi zîrêçê li ser zîv tê çêkirin) û naha li bajarê Wanê di çend kargehan de hostayên vê hunerê dixwazin ji nifşên nû re bihêlin.

Sadiq Bînîcî yê 52 salî ku yek ji van hosteyane, ku di 10 saliya xwe de li gel bavê xwe yê ku karê neqşandina zîv dike diçe Stenbolê û li gel hosteyekî Çerkez fêrî ziraviyên hunera sewadê dibe.

Bînîcî bi derbasbûna demê re li gel birayên xwe kargehekî vedike û ji wê rojê hetanî naha bi amûrên di dest xwe de li ser zîv nexşên ji hevdu cudatir dixemilîne.

Bînîcî ku her roj sibehan diçe kargeha xwe ya li navenda bajêr, tizbî, gustîlk, gerdenî, vazo, kemer, û aksesiwarên din, bi fîgurên Urartu û nexşên cuda dixemilîne.

Bînîcî ku hewl dide hunera ku li ber bi jibîrkirinê ye, dixwaze zindî bihêle, sê huner hezên din jî fêrî hunera nazikiyên neqşên zîv dike.

Bînîcî ku navnîşana hunermendiya dewletê jî wergirtiye, diyar dike ku ew bi salan e vê hunerê didomîne, ku di zaroktiya xwe de ji hosteyekî Çerkez fêr bûye.

Bînîcî diyar kir ku demekî li gel birayên xwe kar kiriye û got,’’ Ez di sala 1997’ê hata naha di kargeha xwe de vî karî dikim. Ez karê xwe bi pêş ve dibim û tebeqeyên taybet yên weke gerdenî, guhar û gustîlkan yên taybet bi Wanê çêdikim. Herwaha tizbîhên sewadî ku li Tirkiyê ti kes nikarin çêkin ez çêdikim. Ez yekem kesim ku li ser zêr jî min sewad çêkir û naha jî ez yek ji wan hosteyanim ku li ser zêr sewadê dikarim çêkim.’’

Bînîcî diyar kir, metalên ku li sewadê de hene, risas, zîv û sifir in û di zêrên 22 eyarî de rêjeyeke kêm sifir heye, ji ber vê yekê  jî hevdana sewadê bi zêr re hem hostatiyê û hem jî baldarî dixwaze.

Bînîcî diyar kir, germayiya ji bo sewat û zêr ne wek yek e, ‘’Eger pir bê gerimkirin sewat pûç dibe, kêm bê germkirin jî zêr sewadê nagre. Ew sewada ez çêdikim, ji kevin de a ku dihate bikaranîn ango ya resen e. Ti madeyekî din ez tevlî wê nakim. Di karê ku ez dikim de rêjeya sifir û rêjeya sewadê û rêjeya zîv ez dipîvim. Piştî ku rêjeyên pêwîst destnîşan dikim dest bi kar dikim. Ji ber wê jî ew sewada ez dineqşînim narijê.’’

Bînîcî da zanîn ku 150 sal berê li Wanê zêdetirî 1000 hoste û şagirt hebûne ku bi vî karî re mijûl bûne lê niha di peydakirina şagirtan de zehmetiyan dikşîne û got ku di vî karî de sir û tişta veşartî ya serkeftinê heskirina vî karî bi xweye.

Bînîcî diyar kir bi salane ku ew bi heskirin vî karê didomîne û diyar kir:’’ Dema ku ez tiştekî nû dikim gelek kêfxwaş dibim. Yekem kes im ku modelên Urartuyî bi sewadê digehînim hev. Min 42 salên xwe da vî karî. Tişta ku min zêde diêşîne, nirxê ku divê ji bo vî karî bê dayîn nayê dayîn. Min pir dixwast ku di derbarê vî karî de bazareke çandî hebe. Temenê min 52 sale lê ez hêjî hewl didim fêr bibim.  22-23 qonaxên vî karî hene. Ez hewildidim ku wan qonaxan fêrî şagirtên li gel xwe bikim.’’

Serokê Fakulteya Wêjeyî ya beşa Arkeolojiya Zanîngeha Yuzîncî Yil a Wanê Profesor  Dr. Rafet Çavuşoglu diyar kir hunera sewadê ku ber bi ji bîrkirinê ve diçe, divê bê jîn kirin.

Çavuşoglu diyar kir ku sewad hunereke dijwar e û got: " Hosta Sadiq yek ji wan hosteyên ku kêm peyda ye ku vê kevneşopiyê zindî dihêle  û di roja me ya îro li gel zêdebûna nifûsê jî hostayên sewadê zêde nayên perwerde kirin. Di vê wateyê de hosta Sadiq xwe pêşxistiye û yek ji wan hosteyane ku teknîkeke taybet a xwe ava kiriye. Zindî kirina Kargeriya sewadê girînge. Bi taybetî nexşên ku di hunera zînetên Urartuyan de tên bikaranîn,  li ser sewadê nîşandanê de ew tenê ye û takekes e. Ji ber vê jî karkeriyekî  gelek girîng di karê xwe de dike.’’

KURDŞOP
810 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!