"Meshefa Reş" û bingeha Mîtolojiya Kurdî ya Afirandinê

Di destpêkê de di "Meshefa Reş" de hatiye ku "Hestî-Jîn- Gerdûn" her tiştê ku di gerdûnê de heye vedigere bo demek nediyar. Di wê demê de xwedê gewherek spî afirand  û kevokek jî afirand û nave wê kire "Enfer" û ew kevok 40 hezar salan li ser vê gewherê rûnişt. Bi awayeke din jî hatiye gotin, ku xwedê gewher daniye ser pişta kevokê û çilhezar salî li wir dimîne

Nerîna hemû gelên cîhanê, di demên berî niha de bo gerdûnê mîtolojîk bûye, eger mîtolojî weke bêje bê temaşekirin, wate gotineke ku ti bingeheke wê nine û weke gotinên bê wate"Pûç" hatiye şîrovekirin, di wêjeya Kurdî  û Farsî de mîtolojî wateya serborî tine û hin caran jî weke gotinên pûç û bê wate hatine nivîsandin.  Wateke din ku jêre hatiye gotin, dibêjin mînaka baş a tiştan e, lê tevahiya wan mijaran li gel gengaza mîtolojîk cûdahiya wê heye. 

Heta niha du nêrînên cuda yên mîtolojiyê hene. Ji ber ku em dixwazin qala Pirtûka MeshefaReş û nêrîna mîtolojîk a tê de bikin, divê em herdu qadan jî bizanibin û li gorî vê yekê bibînin ku em dikarin ji kîjan nêrînê bo şîrovekirina efsanewî ya Meshefa Reş sûdê bibînin. An jî li gorî her du nêrînan em dikarin ji pirtûka pîroz a kurdî çi hîn bibin?

Mîtolojî ji destpêka dîroka nivîsandinê heta sedsala nozdehan weke gotineke bêwate tê destnîşankirin.

Di vî warî de “efsane cureyek nêrîna xeyalî û ramana çêkirî ye ku ti nirxeke rast û derve nîne û tenê dikare wekî hêza xeyala asayî were bi navkirin.

Hêzeke ku xeyala gel û neteweyekê di demekê de û li gorî wê hêza xeyalê, çîrokên diyarde û bûyeran çêkirine û van çîrokan ti pêwendiya wê bi cîhana rast û jiyana mirovan û heta mexlûqan re nine   û tenê bo mijûl kirina mirovan hatine çêkirin

Ev araste hem di nava xelkê asayî û hem di nava kesên zana de hebû. Hemû alî gihane wê baweriyê ku ya destê wan nagihîjê de û hêza wan a şîrovekirina wê nine an jî li derveyî cîhana metalîk a derdora wan e weke mîtolojî û gotinên bê bingeh dane zanîn û bi wî awayî xwe jê rizgar kirine û bi tişteke baş nezanîne

Lê piştî sedsala nozdê guhertin bi ser vê nerînê de hat  ku bêjin mîtolojî tenê xeyaleke vala ye û peywendiya wê bi cîhana derve nine û ev nerîn dane aliyekê.  Vê carê mîtolojî weke serboreke rasteqîne û bi nirx û watedar hate pênase kirin. 

Lê ew jî ne bi wê wateyê bû ku hemû Ustore "Efsane" rastin yan jî em bêjin hemû nivîseke wan rast e, lê bi wê wateyê bû ku riheke û bingeheke wan rastî di nava  civakê de heye ji ber wê bandora wê li ser jiyana welatiyan heye. 

Li gorî vê di nava piraniya pênase û şiroveyên ji bo mîtolojiyê de hatiye ku "Efsane yan mîtolojî vegotin an jî derketina hin sembolane bi riya zimanî, ku ew taybete bi Xweda, milyaket û ew zîndewerên ku ji xwezayê wêdetir in û li ser gerdûnê ye bi giştî, ku gelek kes ji bo şîrovekirina jîn û gerdûnê bikar tînin

Mîtolojî serboreke rast û pîroze ku di dema ezelê de jîn bûye û bi awayeke sembolîk û xeyalî û nezelal ji me re dibêje ku her tişt çawa hatiye afirandin û dê çawa ji nav biçin.

Niha bi wan du nerînan em dikarin ku Meshefa Reş şîrove bikin, lê bila destpêkê em bizanin ka bingehên mîtolojiyê di Meshefa Reş de çi ne?

Di destpêkê de di "Meshefa Reş" de hatiye ku "Hestî-Jîn- Gerdûn" her tiştê ku di gerdûnê de heye vedigere bo demek nediyar. Di wê demê de xwedê gewherek spî afirand û kevokek jî afirand û nave wê kire "Enfer" û ew kevok 40 hezar salan li ser vê gewherê rûnişt. Bi awayeke din jî hatiye gotin, ku xwedê gewher daniye ser pişta kevokê û çilhezar salî li wir dimîne

Ev destpêka afirandinê nêzî destpêkên afirandinê yên mîtolojiya Yûnanî û Romiye, di ware xelayê de ew nêzîkî hev in lê hin cudahiyên din jî hene ku bal kişandiye ser kevnarbûna cîhanê û nebûna mirovan e li ser erdê

Piştre behsa demê dike ku xwedê "Dem" afirand. Berê rojan diafirîne ku ji roja yekşemê ve destpê dike û her rojek ji milyaketeke xwedê ye. Weke mînak Yekşemî Melek Tawûs e, Duşem derdaîl e, Sêşem Îsrafîl e, Çarşem Mîkayîl e , Pêncşem Cebrayîl , În Tûrayîl e ku di nav wan de Melek Tawûs mezinê hemûyan e. 

Nerîna derbarê vê afirandinê jî weke gelek mîtolojiyên din e ku di baweriya wan de gerdûn di heft roj û heft şevan de hatiye afirandin û heft qat hene. Her weha em dikarin bibêjin ku heft di mîtolojiyê de hejmareke sembolîk e, hejmareke nasikirî ye û wateyeke taybet heye û li vir jî heman rola wê heye

Paşê Xwedê heft esman, erd, roj û hîv afirandin.

Bi vî awayî afirandina gav bi gav ji stêrk û gerstêrk, zîndewer û, derya û çar hêmanên afirîner ên cîhanê, ango av, ba, agir û ax, hemî têne behskirin, ku şîroveya yek bi yek di vê gotarê de cih nagire.

Beşa dawî ya gotarê tekez dike ku mirov çawa tê afirandin. Yanî destpêka afirandina mirovan di her efsaneyê de xwedî rêyeke taybet e, em binerin di pirtûka pîroz a kurdî de çîrok çawa dest pê dike û çawa diqede:

Xwedê ji milyaket re dibêje: “Ezê Adem û Hewayê biafirînim û wan bikim mirov. Ji sira Adem Îbnî Cer hat dinyayê û ji wî miletî li ser rûyê erdê çêbû û paşê miletê Izraîl, wate melek Tawûs li Yezîdiye peyda dibe.

Li vir nêrînek taybetî xuya dibe. Piştî ku Xwedê Adem û Hewa afirand, sed sal şûnda, Meleke Tawûs çû cem Xwedê û jê pirsî ku dê neviyên Adem çawa zêde bibin. Xwedê dibêje, 'ezê wê yekê bispêrim te. Ango berpirsiyariya neviyên Adem ji aliyê Xwedê ve radestê Melek Tawûs hate kirin û wî plana xwe ya ji bo vê yekê pêk aniye.

Plana wê milyaketê ew e ku diçe cem Adem û jê dipirse te Genim xwariye? Ew jêre dibêje na ji ber ku Xwedê nehişt, dibêje bixwe ew ji bo û te başe. Piştî ku genim xwar zikê wî ba dike. Melek Tawûs ew ji biheştê derxist. Ew hêla û vegeriya esman. Ji ber ku zikê wî gelek ew aciz kir, ji ber ku ti qulek têde nebû, wê demê kevok hat û bi timikê xwe wî qul dike.

Piştî vê bûyerê Cebrayîl bo dema sed salan ji Adem wenda dibe, Adem tenê û xembar dibe û piştre Xwedê Cebaryîl dişîne ku hewa ji kêleka çepê ya Adem diafirîne

Li gor nerîna yekem ku me behsa wê kir em dikarin bêjin ku hemû ew çîrokên behsa afirandinê dikin, bi rastî xeyalî ne û ti rastiyeke wan nine. Lê eger em li gor nerîna duyem şîroveyan bikin, weke çawa hemû gelên xwediyê dîrok û edebiyat û zanistê, dîtina wan bo  afirandinê kevin û dîrokî ye kurdan jî bi wî awayî mîtolojiya xwe ya taybet hene.

Destpêka afirandinê ji nerîna mirovê Kurd weha ye: di vê çîrokê de ku niha jî hêman û sembolên wê li Lalişê û di nav Êzdiyan de tên dîtin, peywendî û nîqaşek di navbera mirov, xweza û zîndeweran de heye. 

Ti gunehek nine take tişta ku piştî afirandina Adem heye zêdekirina nifşa Adem e, Jin heye lê ew destpêka gunehê nine. Ev mijar û gelek tiştên din jî vê rastiyê nîşan didin ku ew yek bingeheke ciwan û balkêş bo hizra mîtolojî û gerdûnnasiya mirovê kurd nîşan dide

KURDŞOP
642 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!