Gotûbêjek derbarê Yarsan, Ehlî Heq û Elî Ellahî û hwd..

"Ehlî Heq" an "Yarsan" peyrew û bawermendên "ola Yarî" ne. Ev bawermend bi awayekî berfireh li herêmên Kurdistanî yên Îran û Iraqê dijîn, lê li derve jî alîgirên wan hene. Ola Yarsan oleke tejî sembol û sir e û dîroka derketina wê ne diyar e. Lê alîgirên wê bawer dikin ku ew olek herheyî ye."Ezelî û Ebedî"ye.

Kurdshop - "Ehlî Heq" an "Yarsan" peyrew û bawermendên "ola Yarî" ne. Ev bawermend bi awayekî berfireh li herêmên Kurdistanî yên Îran û Iraqê dijîn, lê li derve jî alîgirên wan hene. Ola Yarsan oleke tejî sembol û sir e û dîroka derketina wê ne diyar e. Lê alîgirên wê bawer dikin ku ew olek herheyî ye."Ezelî û Ebedî"ye.

Li ser vê olê gelek nivîsên bi kurdî hene û xwedî dîrokeke pir kevn in. Ya herî kevin vedigere sedsala çaremîn a hicrî û serdema Şaxuşîn. Dîroknas  di wê baweriyê de ne ku Şaxûşîn an jî Şah Xurşîd kalilê xanedana "Alî Xurşîd" û neviyê "Şuca-ud-dîn Xurşîd", damezrînerê sîlsîleya Etabekên Lor ên biçûk e. "Hemdullah Mistewfî" di "Dîroka Hilbijartî" de wiha dinivîse:

“Li Cengrûyê Mihemed û Keramê kurên Xurşîd çûne xizmeta Şuweyle û pile û paye wergirtin û kurên mezin li wan paşketin, wek Şucaeddîn kurê Xurşîd kurê Ebûbekir kurê Mihemed.

Îskender Beg ê Tirkmen jî di Dîroka "Alemarayê Ebbasî" de wiha dinivîse:

Şucauddîn Xurşîd ji hoza "Heskurd" e ku bi kiryarên baş û dadmendiyê tên naskirin.

Şa Xuşîn yek ji mezinên Yarsan bû û bi navên wekî "Zerde Siwar" û "Hezar Siwar" dihat naskirin. Weke ku me berê jî behs kir, hin kes wisa bawer dikin ku ew heman Şaxurşîd û kalikê mîrên "Hezar Espî" yê bavûbapîrên Lor bûye.

Dîroka hin ji perestgehên vê olê vedigere serdema beriya îslamê, lê ew awayê ku niha heye di sedsala heştemîn a hicrî de ji aliyê Sultan Sehak ve hatiye damezrandin.

Sultan Sehak an jî Sultan Îshaq di sala 675 hicrî qemerî de hatiye dinyayê û di sala 798ê hicrî de wefat kiriye. Ew jî di ola Yarsan de kesayetek pîroz e. Gelek kes bawer dikin ku ew damezrînerê malbata Yarsanî ye. Bawermendên ola Yarî wî bi navên “Sultanê Heqîqetê” û “Xwedayê Keremê” dizanin û wî weke rûyê herî sereke yê Heqîqetê dizanin. wî kesî di baweriya Yarsaniyan de mekan û pêgeheke herî bilind heye.

Raman, bawerî û gelek adet û reftar di nav hemû bawermendên Yarsan de hevpar in. Lê belê ji ber ku bawermendên ola Yarî li erdnîgariyeke cuda û bi taybetmeniyên xwe dijîn, dibe ku hin adetên wan ji hev cuda bin û ev yek di nav hemû olan de tê dîtin.

Bandora olên din bi ser ola Yarsanî heye. Wekheviyên wê bi olên wek Mîtra, Manî, Cihû, Xirîstiyan û Şîeyan re heye, lê tevî wan tiştan ola Yarî ji Îslamê cuda ye.

Yarsanî bi navên cuda tên naskirin. Lê di nivîsên olî de ji her navekî zêdetir ji wan re Yarsan û Yarî tê gotin.herweha ji bawermendên vê olê re dibêjin"Yar".

Lê li herêmên cuda navên wan cuda ne, wek Ehlî Heq, Kakeyî, Sarlî, Tayefe, Tayefesan, Goran, Qelxanî, Qizilbaş, Niyazî, Ehlê Heq, "Ehlî Sir", Sirr Talîbî, " Şemlû, “Xacewend”, “Xulat”, “Elîullahî” û … htd

Bê guman, ev nav ji aliyê kesên ne Yarî ve li wan hatine kirin. Piraniya van navan ne ji bo olê, lê ji bo alîgirên wê tê gotin. Hin kesên neyarên wan navên xerab ên wekî “şeytanperest”, “kelebabkuj” û “Çarî Sîndirin” li wan kirine.

Li Azerbaycana Îranê peyrewên ola Yarî bi navê Goran û Şemlû tên naskirin. Şemlû ew kesane bûn ku ji aliyê Emîr Tîmûr ve ji Şamê "Sûriyê" şandin Azerbaycanê û di serdema Sefewiyan de bûne Yarsan. Li Azerbaycanê bi navên din ên wekî Qereqoyunlû û Gurinler ango temaşevan û li Urmiyê jî bi navê "Ebdal Benî" tên naskirin.

Li Afganîstan û Tirkiyê ji peyrewên ola Yarî dibêjin Qizilbaş, ji ber ku beşdarî tevgera Qizilbaş bûne. Li Qezwînê ji alîgirên Yarsan re dibêjin Kakawend û li Mazenderanê jî bi navê Xecêvend tên naskirin, ev herdu nav jî navên eşîrî ne, nek olî. Li Zencanê ji Yarsaniyan re dibêjin Sir Talibî, ku tê wateya lêgerîna li pey sîr û razan.

Piraniya kesên ne Yarsan li Îranê ji peyrewên wê olê re dibêjin Elîullahî. Bi eslê xwe ev nave komeke ku di serdema "Elî yê kurê Ebû Talib" de ji aliyê "Ebdulah kurê Saba" ve hatiye damezrandin, alîgirên wî Elê weke xwedê hesab dikirin. Ev nav ji ber baweriya “mirov-îlahî” ya di ola Yarsan de ji aliyê Ereb û Misilmanan ve li ser peyrewên ola Yarsan hatiye ferzkirin.

Li Iraqê ji peyrewên ola Yarsan re "Sarlî" tê gotin. Sarlî komeke Yarsaniyan e ku li Mûsilê dijîn, ji Şarezorê çûne wir û paşê Xanê Mûsilê nehiştiye ku vegerin. Wateya bi Sarlî ango yê min bang dike.

Her wiha peyva “Ehlî Heq” ku kesên ne Yarsanî ji bo peyrewên vê olê bi kar tînin, bi rastî yek ji peyvên cîhana sofiyan e û tê wateya kesekî ku ji rêzên şerîet û terîqetê derbas bûye gihaye pileya herî bilind a naskirina xwedê û rastiyê. Ehlê Heq naveke ku ji aliyê sofiyan ve li Yarsanan hatiye kirin, ango peyrewên vê olê di rêza rastiyê de ne. Tevahiya wan navan bo peyrewên ola Yarsan in lê navê olê bi xwe ola Yarsan an jî ola Yarî ye.

Di nav lêkolînvanan de derbarê ola Yarsan de nêrînên cuda hene. Bingeha ola kevnar û dîrokî ya Yarsan dişibe ola Êzdî û her du jî ji Îslamê cuda ne.

Sedîq Sefîzade di pirtûka xwe ya Zanistnameya (ansîklopediya) navdarên Yarsan de wiha dinivîse: Li gorî "Encamnameyê" an jî "Nameya serencam" ê ev bîr û baweriya ji bo jiyanê her ji ezelê ve hatiye damezirandin.

Lê dokumentên hatin bidestxistin nîşan didin ku ev ol di sedsala duyem a hicrî ya qemerî ji aliyê "Balûlê Mahî" an Maddî û alîgirên wî bi sûdwergirtin ji xezîneya hizir û baweriyên ola Zerdeştî û Manî û herweha sûd wergirtin ji hin mijar û gengeşeyên Îslam û Xirîstiyan û Cihûyan hatiye avakirin. Lê em dikarin bêjin ku serhildana ola Yarî nîşandana helwêstekê bû li hember Erebên Misilman.

Li gorî deftera "Dîwana Mezin" a Serencamnameyê, ku pirtûka pîroz a herî kevin a Yarsan e, ev ol ji ezelê ve heye û fêrkirina wê weke sirrek li cem Pêxember û ewliyayan bûye  di her serdemekî de bo hin Yaran hatine ravekirin.

Heta dema ku Sultan Sehak di sedsala 9'an a hicrî de ev sirr weke yasayê ji alîgirên xwe re gotin, her ji ber wê ew weke binyatner û avakerê vê olê tê danîn.

Hin zaraveyên taybetî yên vê olê Yar in û Heftan in.

Yaran ji kesên nêzî Sultan Sehak re tê gotin, ku li ser wan kom an têne dabeş kirin: Heften, Heftewane, Heft kesên xwedî qewlên Tas, Heft Heftewane, Çil kes (Çil Mêr) Çil Çil Tenan, Heftê û Du Pîr , nod û neh pîrên şaho, şêst û şeş xulamên bi kemberên zêrîn, Hezar û yek xulamên sifet, nîv hezar xulam û bê wen xulam.

Heft Ten an jî heft kes hevalên taybet ên Sultan Sehak in. Ew di serdemên cûda de bi şiklê mirovên jîr û mezin bo şîretkirina li xelkê derdikevin.

Ew heft kes ev in:

Pîr Benjamin Di rêza Cebraîl de ye û berpirsiyarê şîret û rizgariyê ye. Pileya Pîriyê bi ser hemû yarsaniyan de heye.

Dawud di mertebeya Îsrafîl de ye û berpirsê Nefxa Sor (Pifkirina li Zirnayê) ye ku xelkê hişyar bike.

Pîr Mûsa, weke Mikaîl e, berpirsiyarê nivîsandina kiryaran e û sekreterê Sultan e.

Mistefa Dawdan weke Izraîl e û berpirsê hêrs û wergirtina cane mirovan.

Dayrak xanim, bi navê Remzbar Xanim an jî Rêzbar tê naskirin, hevpileya Huruleyîn e û hevdem diya Sultan e, hêvî û lawijan bo yaran dike û pêşenga jinên civaka Yarsan e.

Şah Îbrahîm, ku bi Bawe Yadigar re, padîşahiya Îrfan a Sultan dikin. Ew weke Iyut in.

KURDŞOP
556 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!