Av, di Çand û Baweriyên Kurdî de – Beşa Duyem

Tê gotin ku di civatekê de penîrê kesekî hatiye dizîn. Penîrê di nava kevilê pez de bûye her çiqas digere nabîne. Melayek li meclîsê bû û jê pirsîn. Mela li derdora xwe mêze kir, dît ku kesek avê dixwaze. Mela berê xwe da xwediyê penîr û got: Av dizane penîr li ku ye!

Pend û Îdiyom

-Dibêjin: Av dizane penîr li ku ye

Bo diyar kirina kesê tawanbar li ser nîşaneyekê tê gotin.

Tê gotin ku di civatekê de penîrê kesekî hatiye dizîn. Penîrê di nava kevilê pez de bûye her çiqas digere nabîne. Melayek li meclîsê bû û jê pirsîn. Mela li derdora xwe mêze kir, dît ku kesek avê dixwaze. Mela berê xwe da xwediyê penîr û got: Av dizane penîr li ku ye!

-Dibêjin: Av Hakim e

Ji bo çareserkirina sînorên milk û tixûban hatiye bikaranîn.

-Dibêjin: Av nîvê çiyê hildiweşîne

Hewldan her tiştî dike.

-Dibêjin: Ava payîzan bidin ezîzan

Ava payîzê ji ava her demaleke din xweştir e.

-Dibêjin: Ava zalim ber bi jor diherike

“Xwedê ma min çi nebihîstiye, lê ezbenî, ava zaliman ber bi jor diherike, xuyaye tu sûcdar î.

(Romana Mîrza – Fetah Amirî)

 - Dibêjin: Av bi îzna xwe disekine

Hêza Xwedê bêsînor e.

" kesêk xeyalêk ger bikat qestê/ be meylî xuda aw radewestê"

(lutifî: beytî seîd û mîr sêwedîn)

-Dibêjin mirî û sax bi avê paqij dibin

firax û hwd ger bi avê bên şûştin paqij dibin.

ZARGOTIN

-Awbirde

Mal û serweta ku vala çûye

-Avdan, Avberdan

Ji asterek an jî cihekî din ku av lê kom bûye, avê ji bo her armancê bişînin cihekî din.

Awê Karêk / Avê bi ser xwe de berdin

-Poşmanî, Tewbekirin. Dest berdan ji kareke xirab

Nabe di dema nimêja êvarê de ava germ bê rijandin û ger were rijandin divê bi wê re Bismillah bê gotin, nexwe dê cin li we bixin. "Darbeyekê li we xînin"

 -Av û Ax

Mirî li ku derê mir, divê her li wir bê veşartin, ji ber ku av û herîya wê derê bûye nisîbê wî û jê re hatiye dayîn.

-Ava Heyatê

Yê ku ji ava heyatê vexwe, qet namire. Pêxember Xidir ji vê avê vexwar û bû Xidirê zindî. "Xidir Zinde"

" Deçme ser kêwî atê/ dênim awî heyatê/ deydem be mêrdeguley/ bellkû lêwallim datê  " (folklor)

BAWER

Ava Danhi niyan (ava nok an genimê ku di avê de hatiye kelandin.)

Danî nexweşiya pez e ji ber ku bi daniyan ber davêje"Ji ber çûn"

Li Hacî Mamian (gundekî herêma Mangurayatî ya Mehabadê), dema ku cerê xwe tejî dikirin heta ku ji gund derdiketin, nabe temaşeyî aliyê pişt xwe bikin"Awirekê li pişt xwe veden"

Bi vê avê danî dikelandin û zarok bang dikirin ku bixwîn û ew av dikirin ser sere kesên ku nivîşkan "kol" ango ên ku "pişta wan kûr" de dikirin û ditotin

- Kesê ku sê çarşeman li pey hev serê xwe bişon, dê serêşek li ba wan peyda be heta niviştî bo wan neyê çêkirin baş nabin

Eger kesek bixwaze ku nifira reş "Cadûya Reş" li kesekî bike û yekê ber çave kesekî bide reşkirin vê niviştiyê davêje nav avê ku ti caran neyê betalkirin.

Eger te nivişta reş dît dive tu vekeyî û bixiye nav avê heta ku betal dibe

- Hestiyên qurbanê davêjin avê.

- Ji bo bayê xurt duayan dinivîsin û davêjin avê.

-  malzarok, rahîm "Pizdan", dewaran davêjin avê.

Jek,"Firû" an sire pîs, av şîrê ku ji memik tê davêjin avê

Desmala kesê çavpîs davêjin nav avê

Zarokê ku xwe dûr digre, xwelî û gilêşa male kom dikin û çar çarşemiyan bi serê zarok de dikin û davêjin nav avê

- Eger zarok ji landikê hatiba xwarê bilwêreka wî di avê de dikirin

- Heft av:

Ji bo ku nepakiyê ji tiştekî derxînin, pêşî taseke heriya sor yê paqij hildigrin, tiştê nepak pê dişon, piştre şeş caran ava zelal bi ser de dirijînin û bi wê re bismillah dibêjin. Cara dawiyê dibêjin: Bismillahî Rehman û Rehîm. Xwedê bila ev nepakî bi vê ava zelal paqij bibe û nepakî nemîne

DUA

Ya xwedê înşala ev av ji bo ti kesî neyê rijandin

Ger mirovek an jî malbatek çend caran rastî karesatekî were û nikaribe jê derkeve, dibêje. “Ji van malên feqîr her sal sê çar kes bi bûyera tirafîkê diçin, dibêjin ya xwedê înşala ev av bo kesî neyê rijandin

KURDŞOP
697 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!