Xişrên jinên Mukriyanê - Beşa 3

Cureyeke ji kum ku bi karton û çirîşê tê çêkirin, qomaşê mexmer ê reş bi ser de didin û bi şîrit  û benên kube û alavên din, derdora wê dixemilînin.

Taskulaw

"Weke ji navê xwe xuya dike kumeke li ser awayê tas ê - tirar ê"

Cureyeke ji kum ku bi karton û çirîşê tê çêkirin, qomaşê mexmer ê reş bi ser de didin û bi şîrit  û benên kube û alavên din, derdora wê dixemilînin.

 Astarê (Rûpişt) vê qomaşeke erzan e û ji rûpişte ve  bi çirîşê kartonê li ser qahîm dikin û  qomaşê mexmer ê reş biserde didin.

Li ser qalibekê hildigrin, dixin ber tavê heta zuha û hişik dibe,  piştre qeraxên wê ku zêde ne dibirin û dixemilînin.

Destpêkê  girover bûye û weke nîva gokê bûye , tirar(Tas) bo çêkirina wê bikar anîne, piştre  serê kulav pan kirine û êdî grovir nemaye û weke lûleyekê dirêj bûye, dareke hişk û saf weke qalib jêre bikar anîne.

Kumê Birnû

Cureya herî bilind a Taskulaw e ku taybete bi ciwanan- Gencan bûye.

Kulaw Altûn-Kumê Zêr

Kulaveke ku bi zêran hatibe xemlandin

Deme Kulaw- Pir Pireykulaw

Ev destikên zêr ên ku li dora kulav (Kum) bikaranîne û pê xemilandine

Denkî Kulaw

Perçeyekî zêr e ku weke qendîlekê ye yan şêweyeke dirêj heye ku bi  têl û derziyên taybet li ser kum, (Taskulaw) , ser milê kurtek yan berçêla kiras hatiye bikaranîn.

Gula Kum, Gula Cênîkê, ser bisk

Perçeyeke zîv an zêr e ku ji Lîre, Ceiferî, Du nîv Pehlewî , Qoytas ku binê vê sê yan 5 rişî hebûn. Gula kum bi pereng, pehlewî , çarêk, Surret an jî nîv heyv dihate xemlandin. Zîvê ku jêre hatiye bikaranîn 3 sûç (Kujik) e ku pêl an jî qiran pêve dikirin.

Zêra wê bi cuteke gulan li herdu rexên kum dihat qahîmkirin, ev cure li ser texteke gulan bû ku hin caran li ser kum jî dahate danîn jêre digotin tancê kum.

Tancê Kum

Wêneyeke ku li ser awayê gulên batûn yan nivîsîna 8 a Erebî (8) û dikeve orta kum.

Perçeyek zêr (Xişil) ku weke gulekê ye û li orta kum tê qahîmkirin

Kirmek - Kirmik

Zêrên hurik ku bi benên îpek ve dikirin weke kirmikan bûn , ji herdu aliyan bi kum ve dihatin dûrîn û dikeve bin çeneya wê jina ku kum dide serê xwe bi taybet bo jinên bi temen û eger yên genc bikar bînin zêrên din pêve dikin ku pêve şor dibin.

"Bo minî mal wêran binêrêtewe toqan, telesman, kirmek û guwaran le bo tenkoleyî de tifengê”  - ( Mehmûd Henawî – heyran)

"Bo tom dehêna Alqe û Gware û Kirmekê de zêr, de gel çengal û derzî ye" – (Hemedî Beytan – Beytî Nasir û Mallmall)

Qetare

Pereçeyek xişl e ku texteyê wê ji zêreke nîv gok, yan qûbbe( Weke quba Mizgeftê) yan şirîteke ku perengên ji zêrên nîv pehlewî, sûret yan jî pel pêve kirine ku dibe hin caran yaqût jî di nav de hebe û pê bixemilînin. 

"Ew şew le bextim mangeşew tare, her cêyek deçim sayem diyare, lêyî mimbarek bê Gul û Qetare" – (Mela Hisên Ebdulazade)

Qetare ji her du aliyan ve bi Taskulaw ve tê girêdan dikeve bin çeneyê û Taskulaw qahîm dike û radigre, ew taybet e bi jinên genc. 

KURDŞOP
580 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!