Şîn û taziye li navçeya Mukriyan a Rojhilatê Kurdistanê – Beşa 2 ‘’Bîr û Bawerî’’

Kifin bi miqesê nayê birîn û tenê bi dest tê ji hev qetandin, ew kifnê ku ji ber miriyan ve zêde dimîne divê bê jinavbirin ji ber ku bo niviştiyên reş tê bikaranîn û gunehên mirî zêde dike û barê wî giran dike.

Mirî

Kurdshop – Ev ava ku serê miriyan pê dişûn û li ber mirî diçe, duayên reş pê dinivîsin ku evîndaran û hezkiriyan ji hev dûr bixin, 

Eger (xelat) kifnê mirî zêde bimîne dibêjin dilê wî kesî li dinyaya fanî maye.

Kifin bi miqesê nayê birîn û tenê bi dest tê ji hev qetandin, ew kifnê ku ji ber miriyan ve zêde dimîne divê bê jinavbirin ji ber ku bo niviştiyên reş tê bikaranîn û gunehên mirî zêde dike û barê wî giran dike.

Vê roja ku kesek ji malekê dimire, her xwarina ku vê rojê di mala wan de hebe yan pelên mêvên tirî yan tirşî yan her xwarineke din ku hebe êdî ti caran ev xwarin nayê çêkirin, ji ber ku baweriya wan wesa ye ku ew li wan nayê û ne li ser xêrê ye. 

Eger her kes bi her sedemekê be berçêl û pêsîra kirasê xwe bidirîne yan li ber xwe bikişîne û bidirîne dibêjin êdî ew bo lixwekirinê nabe û şûme.

Cil û kincên miriyan dikin xêr û tenê perçeyek tê hêştin ku heta çend salan şîna xwe pê dikirin .

Dema miriyan di ber deriyê mala kesekî re derbas bikin divê tasek(tirareke) avê li pey wî birijîne ku ew mal rohinî bibe û êş û elem ji wan dûr bin. 

Benîşt cûtin û dendik (gulberoj) û biraştina garis bo mala ku mirî lê miriye şerm e.

Her ku şevek bi ser mirina kesekî re derbas dibe heft çiya dikevin navbera wî û kesûkarên wî de , eger ne wesa ba xwediyê mirî wê dîn biban.

Eger şeva înê perperîk (pelatînk) bihata nav malê digotin wan aciz nekin ev ruha miriyên me ne.

MEZEL (GOR-QEBIR)

Dema ku diçûn ser mezelên miriyan digotin nabe kes bike girî ji ber ku vê demê çavê mirî tejî dibin û nikare me bibîne

Li ser mezelan nabe bi dengê bilind bikî kenî 

Bi kevireke biçûk sê caran li kêla ber serê mirî didî û piştre silavê dikî 

Nabe serê mezelê bi keviran bê girtin 

Divê li ser mezela miriyan gul û rihan bêne çandin û herçiqas ba wan veşîne ewqas zikir û duayan bo xwediyê mezelê dikin lê li ser mezela ku tiştek şîn nabe dibêjin ew tiştekî li xwe nagre

Li ser kêla ber serê mezela Seyîd û Şêxan şaleke kesik dihate danîn welatiyan pirtek jê dibirin digotin ew tiberk e

Li ser mezela Şehid û ciwanên xêr li xwe nedîtî tul(tor) a sor dihate danîn

Tîtik ( perçeyên firaxên ku şikestine) kom dikirin û li ser mezelê datînin her ji dûr ve diçiriske û newreqa wê xuya dibe 

Dara ku berhema wê heye û ber digre nabe li ber serê mezelan bê çandin ji ber ku xwarina berhemên wan heram e

Nabe mêrûyên (mêrî) ser goristanê bên kuştin ji ber ku mirî mişûlûzimme (gunehbar - dikeve bin deynan) dibe.

Dema ku avê bi mezelê dikî nabe li ber serê mirî avê birijînî

Dema ku li ser mezelan rûdiniştin bêhtir li ber serê wan rûdiniştin, digotin bila me bibîne û nas bike

Rojên pêncşemiyan diçûn ser mezelan, rojên çarşemiyê diçûn ser gorên şêx û seyîd û kesên pîroz û axa ser gora wan weke tiberik dibirin 

Rojên cejnê berî ku taştê bixwin diçûn ser mezelan û cejna miriyên xwe pîroz dikirin 

Kesên gorên wan cîranên hev in xêr û şer ên wan bo hev diçin, ji ber wê gelek kes dixwazin gora wan li cem kesên sinêle û nûgihayî be ji ber ku xêr û şer li ser wan nîne û ezaba qebir li ser wan nîne 

Eger te goreke vala dît divê tu xwarinekê li xwe heram bikî 

Dema ku mirî vedişartin û xelk li ser mezelan vedigeriyan kesekî nêzî mirî li ser qebiran dimîne heta dema ku pirsên qebir li wî tên kirin netirse.

Kesê ku dimire şeva destpêkê ya qebir kesê herî xerîb ê vê cîhanê ye

Xewn 

Eger tu di xewê de bibînî ku tu mirîyî wê demê emrê te ji nû ve tê nivîsîn 

Eger tu di xewna xwe de bibînî ku mirî tiştekê dide te, xêr û berekete û eger tiştekê ji te bistîne berîvajî dibe.

Eger tu di xewna xwe de bibînî ku tu bi miriyan re diçî wê demê dûr be tu yê bimrî 

Eger di xewna xwe de tu miriyekê bibînî ku kincên xweşik li xwe kirine ew xwedî îmane û eger bê deng û melûl û bi kincên qirêj be kesekî bê îman bûye û cihê wî nexweş e û eger mirî di xewnê de bêje ez birçî me ew xêrê dixwaze

 

Çavkanî 

Ferhenga zargotina Mukiriyan -Selah Payaniyanî 

Ferhenga zargotina Mukiritan - xwarin û vexwarin - Selah payaniyanî

KURDŞOP
816 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!