Hacî Tofîq Begê Pîremêrd û Newroz û nasnameya netewî

Em dizanin ku Pîremêrd wek nivîskar û rewşenbîrekî mezin li nav kurdan de dihat nasîn. Rojnameyên Jîn, Jiyan û gelek belavokên din ji yadigarên bi nirx yên Pîremêrd in

Kurdshop - Ezê vê nivîsê bi çend dêran ji yadaştekî dest pê bikim ku sala 1925 li ser Pîremêrd hatiye belavkirin:

Sibeha roja duyê Şubata sala 1925 bû, hewa sar bû, bayekî hişk ji Guwêje ve dihat û nav çavê xelkê diket. Tevî wê jî, yên ku fêrî rojnameya “Jiyanewe” bibûn, her yekê rojnameyek dabû destê xwe û lez dikir da ku bigehe cihê karê xwe û rojnameya bajêr bibîne. Yek ji wan hewlên ku wê rojê bala xwendevanan kişandibû, ev bû: cenabê Tofîq Begê Mehmûd Axa, ku 23 sal e ji welat dûr ketiye, şeva 30ê Kanûna 1925 teşrîf aniye. Memleketê me bi qudûmên wî zatî, kêfxweş û şa bûye. Em li ser navê hemû welatiyan bixêrhatina wî dikin.”

Piştî ku Pîremêrd 25 salan ji Kurdistanê dûr dikeve, bi vê helbestê berê xwe dide Kurdistanê:

Ewa rûm kirde to ey daykî  muşfîq bîst û pênc sall e

le xurbetda be yadî to dejîm xwa şahîdî hall e

beyanî da nesîm lay towe hat, bonî weten pêwe

ewa nûsrayewe pîrane ser 'umrim leser nwêwe

tiren cûllayewe, wa kewte rê, bawerr be xom nakem

xewe ya xud xeyall, ya rast ew im hallî ferrehnakem

 ke ba bênî gullêkî "kanî ba" bênê le lam waye

tellay Keyxusrewî wek gencî badawer hemûy ba ye

Ew bi hest dizivire û vedigere warê dê û bavê xwe û rojname bi wî rengî pêşwazî lê dikin.

Di vir de em li razê wê pêşwaziyê digerin ku xelkê Silêmaniyê û hemû Kurdistanê li Pîremêrd kirine. Em dizanin ku Pîremêrd wek nivîskar û rewşenbîrekî mezin li nav kurdan de dihat nasîn. Rojnameyên Jîn, Jiyan û gelek belavokên din ji yadigarên bi nirx yên Pîremêrd in. Helbest û nivîsên wî jî hem xwedan pêgeheke taybet in û hem jî bandorek mezin li ser nifşa xwendî li Başûrê Kurdistanê danîne û bibûn bingeheke zimanî û şêwazeke nû ya hizirkirinê. Lê ez dixwazim zêdetirî balê bikşînim ser yek ji girîngtirîn karê civakî û kulturî ya xeta siyasî ya Pîremêrd.

Hacî Tofîq Begê Pîremêrd, zêdetirî 120 sal berê li welatekî pan û mezin wek Împaratoriya Osmanî û li nav navendên rewşenbîrî yên wê demê xwe pêgehandiye. Ji bilî xwendina normal, kolêja yasa jî xilas kiriye û kariye di wê sîstema deshilatdarî de pile û payeya girîng jî bo xwe misoger bike. Lê ji bilî wan, Pîremêrd bi rêka rojname û belavokên ku li Stenbolê dihatin çapkirin, ji bizav û tevgerên rewşenbîrî û siyasî û civakî yên navçe û cîhanê agahdar bûye û girîngiyek mezin daye rojnamevanî û çêkirina nasname. Tekeziyek zêde li ser zindîkirina ziman û wêje û kelepûra kurdî û bidestxistina marîfet û rewşenbîriya nû daye û hewl daye di wî warî de kareke “cîhanî-navçeyî” bike. Wate, ji aliyekî berdengên wî ku xwendevanên kurd bûn, reh û rîşeya hizra kurdî û netewiya xwe nas bikin û ji aliyekî din, hayadarî tevgerên hizir û ziman û edebiyata cîhanê bibin û bi giştî hewl daye mirovekî kurd li ser bingehê ziman û kultura kurdî ava bike.

Stenbola wê serdemê, cihê berhevketin û belavbûna kulturên cuda bûye. Ji aliyekî wek “Dayîka Avedaniyan” yên cîhana îslamî, ji her cure hizir û ziman û deb û urfeke civakî yên welatên Rojhilata Navîn tê de hebûne. Gelên wek kurd, tirk, ereb, siryan, turkmen û ermenî û çerkez  û çendîn gelên din tê de dijiyan û ji aliyekî din, beşek ji wî bajarê mezin, Ewrupî bûye û deriyek bû bo hatina hizra rojavayî. Li welatekî wiha de, xuya ye nasnameyên mezin, mezintir dibin û yên lawaz û destkurt jî, lawaztir dibin û heta xwe vedişêrin û li nav nasnameyên din de wenda dibin. Di rewşek wiha de Pîremêrd hizra danîna bingehek nû bo nasnameya kurd dike.

Pîremêrd ew qasî di rojnameyan de hewl da faktorên avaker yên nasnamê wek ziman, kultur, dîrok, deb û urfan û … bide nasîn û zindî bike, hizra projeyeke mezintir kiriye ku bikaribe tevahiya çîn û texên civaka kurd tê de beşdar bike. Ji ber ku wî hizra wê yekê kiriye ku muxatebên rojnameya wî, çînek taybet in lê çêkirina nasname û pêşxistina wê, pêwîstî bi hemahengiya gelêrî heye. Ji ber wê jî hizra danîna xîmekî dike ku bikaribe ne tenê çînek taybet û navçeyeke diyar belkî bikaribe hemû xelkê kurd, bi hemû zarave û nerînan li dora hev kom bike. Vêca çi tiştek dikarî ji nûbûna salê û ziman girîngtir be. Newroz ji qedîm ve li nav kurdan de helkeftek pîroz û girîng bûye lê Pîremêrd hewl da wê helkefta pîroz, berfirehtir bike. Eger beriya wî tenê beşek ji xelkê û keç û xortan beşdarî çalakiyên Newrozê dibûn, wî ew têgeha nehîşt ku Newroz tenê ya çîneke taybet e. Ji ber wê jî, destpêkê bi nivîsîna çend helbestan li ser bihar û Newrozê rêçek vekir û paşê ji ber bûyerên siyasî, bi danîna sirûda bihêz ya Newrozê, ku zêdetirî sed salan e tê gotin û çi kurdek nîne ku nebihîstibe, bi rêka ziman ew hizra kûr xist mêjiyê xelkê û paşê li Silêmaniyê hewl da li du cihên taybet, Karêza Westa Şerîf û girê Mameyare, wê helkefta pîroz bi rengekî zindî bike ku her kes tê de beşdar bibe û bi gotina sirûda Newrozê û lidarxistina ahengan û şahî û govendan, ruha kurdinî ya wê helkeftê bivejînin. Xwe jî ku kesayetiyekî berçav û pêşengê rewşenbîrî û xwendevariyê bûye, wisa kiriye ku hemû li dora agirê Newrozê kom bibin û kêf û şahî bikin.

Rast e Newroz niha li nav çendîn gel û netewên din de tê pîrozkirin lê ev derfet tenê li nav gelê kurd de heye ku bi sedan hezar kes li bajarên mezin, ji her dîn û mezheb û bîr û baweriya siyasî, li dora hev kom dibin û Newroz bûye sembola yekitî û hevgirtina netewî ya gelê kurd. Li nav gelên din de, yên ku nû wê helkeftê fêr bûne, wek gelê turk, ji ber ku reh û rîşeya vê helkeftê nizanin, ji bilî rojek xweş tu wateyek bo wan nîne. Li nav ereban de jî Newroz, berahîk û dîroka wê nîne û gelê fars jî, bi têkelkirina Newrozê ligel ol û mezheb, ji rasta wê dûr ketine.

Ji aliyekî din, Pîremêrd xîmê kulturekî danî ku zêdetirî sed salan e hîn jî gelên din yên Newrozê pîroz dikin, nikarin wek gelê kurd di rojekî de li gelek bajar û deveran bi sedan hezar kes kom bibin û vê helkeftê pîroz bikin. Pêwîst e em wek rêwiyên rêka Pîremêrdê nemir, vê xalê wek yek ji xalên avakera nasnameya kurdî, sal bi sal bihêztir û dewlemendtir bikin û bi hev re vê sirûdê bêjin û li dora agirê Newrozê govendê bigirin:

Em rojî salî taze ye, Newroz e, hatewe

Cejnêkî konî Kurde, be xoşî û behatewe

Çend sal, gulî hîway ême, pê pest bû, ta ku par

Her xwênî lawekan bû, gulî alî newbehar

Ew renge sûre bû, ke le asoy bilindî Kurd

Mijdey beyanî, bû gelî dûr û nizîk ebird

Newroz bû, agirêkî wehay xiste cergewe

Lawan be ‘eşq eçûn, be berew pîrî mergewe

Ewa rojhelat, le bendenî berzî wilatewe

Xwênî şehîde, be rengî şefeq şewq edatewe

Ta êste, rûy nedawe, le te’rîxî milleta

Qelxanî gulle, singî kiçan bê, le helmeta

Pêy nawê bo şehîdî weten, şîwen û girîn

Namirin ewane, wa le dilî milleta ejîn

KURDŞOP
745 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!