Îro li gel Êzidîyên Sovyêta berê  Çarşemê Hesava, "Kiloçê serê salê ye" !

Ji cejnên civaka Êzdiyan ‘’Kiloçê serê salê“ rêûresmeke qedîm û kevnare û di nav êzdîyen Serhedê ji berê-berê da hatiye pîrozkirin, bo vê jî heta niha bi tenê di nava Êzidiyên Sovyêta berê da maye

Bella Sturkî

Kurdshop -  Civaka êzidîyan wek peykarê ol û dînekî kevnar, ku koka wan ji kûraya hezaran salan tê, bi gelek telî-tengasiya, zulm û zordayinê va e’rf-e’det ango kevneşopiyên xwe, rêûresma dînî, rabûn-rûniştandina xwe, zargotina xwe ya dewlemend, elbet ne bi tam, herwaha gelek guhastinan ve, lê anîne û gehandine roja me ya îro.

Ji cejnên civaka Êzdiyan ‘’Kiloçê serê salê“ rêûresmeke qedîm û kevnare û di nav êzdîyen Serhedê ji berê-berê da hatiye pîrozkirin, bo vê jî heta niha bi tenê di nava Êzidiyên Sovyêta berê da maye. Ji bo ku Êzidîyen Sovyêta berê zûretên Êzidiyên Serhedê ne. Petandina Kiloçê serê salê percek ji wî rêûresmê dînî ye, kîjanî ra dibêjin: Çarşemê hesava. Koka vê rêûresma dînî ji kîjan demî de destpê bûye û çima tenê li nav Êzidiyên Sovyêta berê da maye lêkolîna zanyarî ya dûr û bingehîn dixweze. 

Îro roja carşemê gelê me yê Sovyêta berê dest bi petina kiloçê kirin, jê re dibejin Kiloçê serê salê, ango Kiloçê sala teze, sala nû, roja nû...Bingehê vê cejnê her wiha bi bereket, hişyarbûna xwezayê û cihanê bi tevayî ve girêdayî ye. Li gor kevneşopiyê Kiloç petin ji bi vî awayî tê kirin: Ji ar, rûn, şir, mast, hêk, şekir û xorakên din (pêwîste   heft tam bin) hevîrekî mezin çê dikin. Morî (morik) davêjine nav hevîr û rind û xweşik distirên, divê wisa be ku nizanibin morî kî tangê dane. Paşê wî hevîrî pan dikin, tendûrê da dipêjin. Kiloçê patî ango pijyaye dikin sinîkê û dihêlin heta sibê.

Kiloç roja pencşêmê ji aliyê malxê malê ve bi gotina "Bi Destûra navê Xwedê û Şêx Hadî" tê kerkirin. Bi kêrê ortê da dikin dû ker. Kerkirinê ra dibêjin xeta cot. Gava morî ber devê kêrê derdikeve, dibêjin morî serê xeta cot ketiye.

Wextê ew nîşan li ber xetê dernakeve, vê carê Kiloc par dikin: Li ser parên Heft Mêrê Dîvanê,  Xudanê Malê, Gavanê Zerzan, Memê Şivan, Xatûna Fexra datînin, paşê para neferên malê ra datînin. Nîşan (xadim) li nav para kê da derket sal serê wî dikeve…Qencî û xirabî, bereketa malê ya salê navê wî yan jî navê wî kesî ve girê didin. Mezin dibêjin ku dema xadim para xasa dikeve, ew sal malbetê ra xêre. Bila Kilocê we yê serê sale bimbarek û pîrozbe, risq û bereketê ji bo we bîne. 

Badilheva nîne, ji mehê dema salê ti mehek wisa nehatiye pesinandin, wek dema biharê. Ne bihar sembola, nîşana hişyarbûna xwezayê ye, dirêjbûna jîyanê û heskirinê ye. Biharê li gel xwe gelek cejn û eyd anî...Eyda Jina ya Navneteweyî, Kiloçê serê salê, Cejna Newrozê. Ev yek gumanê qenc û kêfxweşiyê xist dilê me hemûyan. Xwedê bike miletê me di gel miletê dinyalîkê ya mayin hezara baharê xweş û bedew bivînin....Disa carekî  Kiloçê serê salê û Cejna Newroza we hemûyan bi dil û can bimbarek û pîroz dikim. Xêr û bereketê, selametiyê û dilşadbûnê, azadiyê û serxwebûnê we ra dixwezim...

Pîroz be Kiloçê serê salê !

Têbinî:  Kiloçê serê salê, ew jî wek xorakên wê cejnê ye. Kiloç (li hin deveran wek kulîçe an jî li hin deveran jî wek kade tê bi nav kirin) Wek xwarina goşt, şorbe, kifte û xwarinên din..

Ew cejn cejna serê sala nû ye. Ango wekhew bûna şev û rojan a 12 demjimer bi 12 demjimêran e. Ango Newroz e. Cejna Kiloçê Serê Salê ye…

KURDŞOP
919 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!